Têkoşîna gundiyên Ewînayê ya li dijî DEDAŞ’ê berdewam dike

Têkoşîna gundê Ewîna a navçeya Stewr a Mêrdînê berdewam dike ku vê sibêdeyê DEDAŞ’ê careke din li gel leşkeran bi ser gund de girt. Gundiyan li ser rêya Ewîna û Stewrê bi keviran barîkat ava kirin.

FAŞÎZMA DEDAŞÊ

Welatiyên li gundê Ewîna ê navçeya Stewr a Mêrdînê ji 22’ê Tebaxê ve ye li hemberî tîmên DEDAŞ û leşkerên dewleta Tirk ên ku dixwazin jimarkerên ceyranê veguhezînin li ser dîrekan, li ber xwe didin. Vê sibehê xwestin li dijî gund ji nû ve operasyonê pêk bînin, gundiyan careke din berê xwe da kolanan. Gundiyan gelek caran dirûşmeyên; ‘’Berxwedan Jiyan e’’ û ‘’ Bijî Berxwedana Ewîna’’ berz kirin û bang li gel kir ku dakevin kolanan.

Leşkerên dewleta Tirk bi mertal û wesayitên zirxî li ser rêya meşê barîkat danîn ku welatiyan jî li ser rêya gundê Ewîna û Stewrê bi keviran barîkat ava kirin.

Heyetên DBP û DEM Partiyê yên cuda bi gelê ku li dijî xebatên DEDAŞ’ê li ber xwe didin re, hevdîtin pêk anîn. Heyetan bi Midûrê DEDAŞ’ê ê Parêzgehê Halil Homan re jî hevdîtin pêk anîn û teklîfa DEDAŞ’ê ji gundiyan re ragihandin ku li gorî wê teklîfê ‘’DEDAŞ wê têkildarî paşerojê tu cezayan nebire.’’ Gundiyan jî piştî teklîfa DEDAŞ’ê anîn ziman ku ew teklîfa DEDAŞ’ê qebûl nakin, ew ê li ber xwe bidin û destûrê nadin ku tîmên DEDAŞ û leşkerên dewleta Tirk bikevin gundê wan.’’