BI DÎMEN

Hilweşandina mîrateya çandî: Sûr

Li Sûr a Amedê bûyerên hilweşandinê ne tenê xerakirina fîzîkî ye, di heman demê de êrişeke bi rêk û pêk e ku li ser nasnameya çandî ya herêmê ye.

ÊRIŞA LI SER NASNAME Û ÇANDA KURD

Navçeya Sûrê ya Amedê bi dîroka xwe ya ji hezaran salî û dewlemendiya xwe ya çandî yek ji qadên girîng ên mîrateya çandî ya herêmê ye. Sûr ku xwedî avaniyên dîrokî yên ji baweriyên Îslamê, Xiristiyanî û baweriyên din e, bi mîrateya xwe ya çandî ya dewlemend ne tenê ji bo herêmê, her wiha ji bo tevahiya cîhanê xwedî nirxekî mezin e. Sûr ji aliyê UNESCO ve di 4'ê Tîrmeha 2015'an de li Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê hate bicihkirin û bi vî rengî herêm di asta navneteweyî de hate naskirin û girîngiya wê ya çandî û dîrokî hate piştrastkirin. Lê belê bûyerên ku salên dawî li Sûrê qewimîn, nîşan dan ku ev mîrateya bêhempa ya herêmê ketiye xeteriyê.

XERAKIRINA AVAHIYÊN DÎROKÎ Û TÊKBIRINA REWŞA CIVAKÎ

Sûr bi malên Amedê yên kevneşop, kolanên xwe yên teng ên bi keviran çêkirî û bi çanda xwe ya gel mozaîkeke ji jiyana bi hev re ya bawerî û çandên cuda pêşkêş dike. Ûlû Camîî weke Haremî Şerîf a pêncemîn a cîhana Îslamî hurmetê dibîne, Dêra Dayik Meryem yek ji nîşaneyên girîng ên baweriya Ortodoks a Suryaniyan e. Lê belê di salên 2015 û 2016'an de konsepta şer a dewletê ya li dijî daxwaza rêveberiya xweser li Sûrê bû sedema şer, pêvajoya Rewşa Awarte hate ragihandin û di vê pêvajoyê de ev mîrateya dewlemend di asteke mezin de hate têkbirin.

Piştî Rewşa Awarte mirovên li avahiyên dîrokî yên Amedê û nava Sûrê diman bi zorê ji cih û warên xwe bûn. Li gorî raporeke Şaxê Amedê ya TMMOB'ê ya li ser wê demê, heman piştî rakirina Rewşa Awarte li Sûrê pêvajoya hilweşandinê hîn berfireh bû. Di 9'ê Adara 2016'an de piştî ku Wezareta Karên Hundir a Tirk ragihand ku operasyonên li Sûrê bi dawî bûne, dîmenên peykê yên 10'ê Gulana 2016'an hatin kişandin, nîşan dan ku pêvajoya hilweşandinê ya li nava Sûrê hîn berfireh bûye. Di 16'ê Tebaxê de dîmenên nû yên peykê hatin weşandin ku nîşan dan hilweşandin belav bûye. Di 17'ê Tîrmeha 2017'an de jî dîmenên peykê yên qadên nû hatin avakirin, hatin weşandin.

Di rapora TMMOB'ê de hate ragihandin ku hejmara avahiyên hatin hilweşandin ên hatin piştrastkirin 47 bû, lê belê 247 avahiyên hêjayî piştrastkirinê jî hatin hilweşandin. Di vê pêvajoyê de Dêra Katolîk a Ermenan, Mala Mehmet Ûzûn, Dibistana Seretayî ya Cûmhûriyetê, Tirba Zîncîrkiran û avahiyên mîna wan ên girîng bi temamî yan jî bi beşekê hatin hilweşandin. Ev hilweşandin ne tenê windahiyeke fîzîkî bû, di heman demê de nîşaneya wê yekê bû ku hişê dîrokî û çandî yê herêmê dihate jêbirin.

DETAYÊN HILWEŞANDINÊ

Beriya pêvajoya hilweşandina avahiyên li nava Sûrê, erka Desteya Parastina Çandê radestî Midûriyeta Bajarvanî û Hawirdorê hate kirin. Bi vê guhertinê re bêyî ku nêrîn ji UNESCO bê wergirtin rê li ber hilweşandinê hate vekirin. Her wiha hate eşkerekirin ku kevirên dîrokî yên ji herêmê hatin derxistin bi rengekî rêxistinkirî hatin firotin, hinek ji wan keviran li hin avahiyên cuda hatin bikaranîn. Bi firotina keviran re ranteke cidî hate bidestxistin. Ji ber helwesta rayedarên dewletê ya jinedîtî hatinê, gelek kevirên dîrokî û berhemên dîrokî hatin xerakirin. Kevirên hatin dizîn piştre li bajarên cuda hatin dîtin. Helwesta dînamîkên bajêr ên Amedê di vê mijarê de hin hilweşandin rawestandibe jî tinekirina hişê rabirdûyê dewam kir. Ev rewşa ku Şaxê Amedê ya TMMOB'ê raxist pêş çavan ji aliyê saziyên dewletê ve jî hate qebûlkirin.

AVAHIYÊN NÛ MÎNA GIRTÎGEHÊ HATIN AVAKIRIN

Piştî vê hilweşandina li Sûrê, polîtîkayeke avadaniyê hate pejirandin ku nasnameya çandî ya herêmê tine dihesibîne. Ya ku bi taybetî balê dikişîne ew e ku mîmariya avahiyên nû yên piştî hilweşandina rewşa dîrokî ya li herêmê hate bikaranîn, dişibiya Girtîgeha Tîpa E ya li Amedê. Ev mîmariya girtîgehê bi temamî li dijî dîrok û rewşa xweser a Sûrê bû. Ne tenê rewşa civakî û çandî ya herêmê tine kir, di heman demê de weke amûreke cezakirinê xist hişê xelkê herêmê.

ÊRIŞÊN LI SER NASNAMEYA ÇANDÎ YA SÛRÊ

Çemê Dîcleyê, Baxçeyên Hewselê û avahiyên li nava Sûrê bandorê li hev dikin, di heman demê de xwedî pirsgirêkên cuda ne. Kanên kûmê yên qaçax ên li Çemê Dîcleyê û xisarên din hevsengiya ekolojîk a herêmê xera dike, nirxên li Baxçeyên Hewselê bi rengekî neyînî ji vê yekê bi bandor dibin. Avahiyên li nava Sûrê ku dûrî rewşa wê ya çandî û mîmariya wê hatine çêkirin, ji bo guhertina rewşa çandî û civakî ya herêmê metirsiyê diafirîne. Ev guherîn dibe sedem ku rewşa kolanan û çanda taxê ji holê bê rakirin. Valakirina 6 taxan, têkbirina çandiniya li Hewselê, xisarên ekolojîk û dagirkirina herêmê vê pêvajoyê kûr dike.