Qubad Talabanî û Waliyê Silêmaniyê êrîşa li dijî rojnamevanan şermezar kirin

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya demborî Qubad Talebanî diyar kir ku qetilkirina du rojnamevanan sûceke nayê qebûlkirin e û bang li hikumeta Iraqê û civaka navneteweyî kir ku sînoreke ji bo binpêkirinên dewleta Tirk deynin.

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya demborî Qubad Talebanî û Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir têkildarî êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a îro li nêzîkî navçeya Seyîdsadiq ya girêdayî Silêmaniyê li dijî wesayîta rojnamevanan daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Qurbanên êrîşa balafira bêmirov ya li nêzîkî navçeya Seyîdsadiq ne ku endamên hêzeke çekdar bûn, du jinên rojnamevan bûn. Lewra ev her du rojnamevanên jin ji bo ewlekarî û aramiya tu welatên herêmê ne metirsî bûn. Ev li dijî hemû qanûn û pîvanên navneteweyî sûcekê bê hincet e. Di heman demê de ev êrîş binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye. Lewra em careke din bang li hikûmeta Federal ya Iraqê û civaka navneteweyî dikin ku sînorekê ji bo van binpêkirinan deynin ku li Herêma Kurdistanê bûye gef û metirsiyeke cidî li ser jiyana welatiyên sivîl. Bi vê boneyê em sersaxiyê li malbatên her du rojnamevanên jin dixwazin û ji bo birîndaran jî şîfaya lezgîn dixwazin.”

Waliyê Silêmaniyê jî ev peyam da: “Ez weke Waliyê Silêmaniyê êrîşên bênavber yên leşkerî yên li ser xaka Herêma Kurdistanê, parêzgeha me Silêmaniyê û li ser can, mal û milkê welatiyan bi tundî şermezar dikin. Şer, êrîş û çareseriyên leşkerî dê pirsgirêkan çareser neke û rewşê xirabtir bike. Em bang li hemû aliyan dikin ku vegerin ser rêya diyalog, têgihiştinê û rêya rast ya aştiyê. Divê dawî li vê rewşa xerab bê anîn û herêma me bi ewle be.”