Ji bo rojnamevan Gulîstan Tara li Êlihê şîn hate danîn
Ji bo rojnamevan Gulîstan Tara ya ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin li Êlihê şîn hat danîn. Bi girseyî serdana şîna Tara hat kirin.
Ji bo rojnamevan Gulîstan Tara ya ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin li Êlihê şîn hat danîn. Bi girseyî serdana şîna Tara hat kirin.
Dewleta Tirk li navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmaniyê bi balafireke bêmirov û biçek (SÎHA) wesayîta rojnamevanên ragihandina azad bombebaran kir. Di bombebaranê de rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn hatin qetilkirin û 6 rojnamevan jî birîndar bûn. Ji bo rojnamevan Tara li Taxa Kultur a Êlihê ku bajarê wê ye şîn hate danîn.
Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Li Dêrgûşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER), parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Erziromê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên Êlihê Zeynep Odûncû û Mehmet Ruştu Tîryakî, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amed û Êlihê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî bi awayekî girseyî beşdarî şînê bûn û ji malbatê re sersaxî xwestin.
Şîn wê 3 rojan berdewam bike.