BI DÎMEN

‘Di êrîşê de mûdaxeleyek navxweyî û îstîxbaratî heye’

Midûrê Giştî yê Production Chatrê Kemal Heme Reza, têkildarê êrîşê dewleta Tirk daxuyanî da û got, “Mûdaxeleyek îstîxbaratî heye. Kesên şehîd bûne û birîndar bûne, tev rojnamevan in.”

Dewleta Tirk a dagirker di saetên nîvro de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê wesayîteke şîrketa medya ya bi navê Chatr Production ku rojnamevanên Kurd tê de bûn bi balafirên bêmirov kir hedef. Di êrîşê de rojnamevan Hêro Bahadîn û Gulîstan Tara şehîd bûn. Rêveberê Production Chatrê Rêbîn Bekir (30) jî birîndar bû.

Midûrê Giştî yê Production Chatrê Kemal Heme Reza daxuyanî da çapemeniyê. Kemal Heme Reza wiha axivî, “Bê guman di encama desteka reş ê navxweyî û îstîxbaratî de, îstîxbarata dewleta Tirk her du rojnamevanan şehîd xist. Beşek ji dezgehên ragihandinê yên xapandinê belav kirine ku her sê kesên bûne qurbanî şervanên PKK’ê ne. Ew her sê kes rojnamevan in û ti pêwendiya wan bi siyasetê re nîne.”

Reza got, “Dixwazim diyar bikim ku şehîd Gulîstan Tara ku ji bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê ye û 3 sal bûn wekî şêwirmendê nûçeyên siyasî alîkariya Çetirê dikir.”

Kemal Heme Reza, der barê şehîda din a çapemeniya azad Hêro Behadîn de jî ev tişt anî ziman, “Hêro Behadîn li Silêmaniyê ji dayîkbûye û xelkê gundê Tîmarin bû. Her wiha Rêbîn Bekir jî ku di êrîşê de birîndar bû bi heman şêweyî xelkê bajarê Silêmaniyê ye.”

Herî dawî Kemal Heme Reza, bang li her kesî kir ku bi eşkerekirina rastiyan li hemberî van dezgehên xapandinê rû bi rû bibin.