BI DÎMEN

Qetilkirina rojnamevanan hat şermezarkirin

Sendîkaya Rojnamevanên Herêma Kurdistanê û Navenda Parastina Mafê Rojnamevanan a Metroyê qetilkirina rojnamevanan ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kirin.

Dewleta Tirk a dagirker di saetên nîvro de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê wesayîteke şîrketa medya ya bi navê Chatr Production ku rojnamevanên Kurd tê de bûn bi balafirên bêmirov kir hedef. Di encama êrîşê de 2 rojnamevan şehîd bûn.

Serokê Şaxa Sendîkaya Rojnamevanên Herêma Kurdistanê ya Silêmaniyê Karwan Enwer têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser rojnamevanan daxuyanî da.

Enwer bi bîr xist ku di êrîşê de 2 rojnamevan şehîd bûne û wiha got: “Em vê êrÎşa li ser rojnamevanan bi tundî şermezar dikin. Li gorî yasaya navneteweyî divê rojnamevan ji hemû qeyranan dûr were xistin, ger di nav şer de jî bin, nabe rojnamevan bên hedef girtin. Em ê bûyera îro bigihînin hemû rêxistin û federasyonên navneteweyî.”

Karwan Enwer bi berdewamî got: “Em hêvî dikin ku ev karesata dawî ya dijî rojnamevanan be, ji ber ku rojnamevan ne xwedî çek û hêz in. Lê ger agir gihişt me, divê em jî xwedî helwest bin da ku carek din bi vî awayî rojnamevan nebin qurbanê pirsgirêkên li herêmê.”

‘DEWLETA TIRK HER ROJ SIVÎLAN QETIL DIKE’

Rêveberê Navenda Metro Rehman Xerîb jî axivî û wiha got: “Di pileya yekem de sedema ku destê dewleta Tirk a dagirker vekiriye û bombebaranan berdewam dike, bêdengiya hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku rojnamevan û sivîlan şehîd dixe. Bêdengiya hikûmeta Iraqê û Herêmê sedema berdewambûna bombebaran û dagirkeriya dewleta Tirke. Wek tê zanîn dewleta Tirk nêzîkî 50 km hatiye nav Herêmê û rojane welatiyên sivîl dike hedef.

Rehman Xerîb tekezî kir ku sedema berdewambûna dagirkerî û bombebaranên dewleta Tirk ku welatî û rojnamevanan tê hedef girtin, bêdengî û bê helwestiya hikûmeta Iraq û Herêmê ye.