BI DÎMEN

Nasnameya 2 şehîdan hate eşkerekirin

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûne eşkere kir û got: “Bi tecrubeyên xwe yên têkoşînê yên ku dewrî me kirine, wê her tim di têkoşîna me de bijîn û ji me re bibin mînak.”

ŞEHÎDÊN XAKURKÊ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê 2 gerîlayên şehîd, ev tişt diyar kirin:

“Di Nîsana 2024’an de di êrîşeke dijmin a li ser herêma Xakurkê de hevrêyên me Doktor Tîjda û Feraşîn şehîd bûn. Hevrêyên me Tîjda û Feraşîn bi tevlîbûna aktîf a di têkoşîna me ya azadiyê de û bi seknên xwe bûn milîtanên PKK-PAJK’ê û gerîlayên YJA Starê yên mînak. Bi tecrubeyên xwe yên têkoşînê yên ku dewrî me kirine, wê her tim di têkoşîna me de bijîn û ji me re bibin mînak.

Weke zarokên herî hêja yên gelê me yê rû bi rûyê xeteriya qirkirinê, derfetên jiyanê yên pêşkêşî wan hatî kirin red kirin û xwe fedayê şerê hebûnê yê gelê me kirin û li ser vê rêyê her cure fedekarî berçav girtin. Hevrêyên me Tîjda û Feraşîn bûn mînaka herî şênber a asta civakî ya jinên Kurd ên ku felsefeya Apoyî nas kirine. Di nava civaka bi desthilatdariya mêr de li dijî ferzkirinên paşverû û koletiyê, azadî hilbijartin û berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Hevrêyên me Tîjda û Feraşîn xwe di ruh, zanebûn û hestê de azad kirin û bûn şervanên azadiyê. Bi van taybetmendiyên xwe ji hemû jinên Kurd re bûn mînak. Hevrêyên me Tîjda û Feraşîn bi pratîka xwe îspat kirin ku alternatîfa jiyana azad a li dijî koletiyê di felsefeya Rêber Apo de ye û ev jî bi rengê xwe yê herî sade û xwezayî li çiyayên Kurdistanê diqewime. Di heman demê de ji bo hemû jinên di lêgerîna azadiyê de jî, bûn banga hêviyê.

Weke hevrêyên wan em bi van hestan hevrêyên xwe Tîjda û Feraşîn bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û di serî de malbatên wan ên hêja ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Tîjda Jiyan
Nav û Paşnav: Nurbahar Karadagli
Cihê Jidayikbûnê: Riha
Navê Dayik – Bav: Hediye – Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Nîsana 2024’an / Xakurkê

Nasnav: Feraşîn Gabar
Nav û Paşnav: Bahar Akyol
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik – Bav: Fatma – Abdullah
Cih û Dîroka Şehadetê: Nîsana 2024’an / Xakurkê

TÎJDA JIYAN

Hevrêya me Tîjda li Siwêregê ku navçeya welatparêz a Rihayê ye, hate dinê. Tevî hemû êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a mêtinger, hevrêya me cewherê xwe yê Kurdîtiyê parast. Ji temenê zaroka xwe û vir ve li dijî van polîtîkayên dijmin bi hestiyar bû. Têkoşîna me ya azadiyê di ciwantiya xwe de nas kir. Hevrêya me ji bîranînên gerîla yên xwendî bandor bû û li pey dîtina rastiya xwe ket. Hevrêya me di ferqê de bû ku sîstem û jiyana ku dewleta Tirk a qirker hewl dide li Kurdistanê biafirîne, ne ayîdê wê ye û dest bi lêgerîna heqîqetê kir. Hevrêya me Tîjda hingî ku şer û têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê fêm kir, lêgerînên xwe zêdetir kir. Di demên ku perwerdeya amadeyî werdigirt de, ji sekna jiyana ciwanên şoreşger û welatparêz û ji xeta wan a çalakiyê bandor bû. Ciwanên welatparêz li dijî hemû êrîşên fîzîkî û şerê taybet ê dewleta Tirk, ji bo xweparastinê israr kirin û dema pêwîst dikir bersiv didan dijmin. Ev yek bû sedem ku hevrêya me Tîjda jî ji xwe bawer bibe. Hevrêya me fêm kir ku ji bo bûyîna xwe, divê ewilî nirxên xwe biparêze û bawer kir ku ji bo vê yekê divê hîn zêdetir bikeve nava têkoşînê. Hevrêya me demekê di nava xebatên ciwanan de cih girt û di vê pêvajoyê de derfet dît ku rastiya partiya me PKK û Rêber Apo hîn baştir fêm bike. Hevrêya me bi taybetî jî ji têkoşîna gerîla ya li ser xeta fedayî pir bandor bû û fêm kir ku li dijî rastiya dewleta Tirk a qirker rêbazê têkoşîna herî bi bandor gerîlatî ye. Hevrêya me Tîjda bi pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re hîn zêdetir beşdarî xebatan bû. Dema ku sala 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kirin û hewl da li hemberî gelê me komkujiyê pêk bîne, derbasî Kobanê bû û bi gelê me re di nava refên berxwedanê de cih girt. Hevrêya me di şerê sing bi sing ê li dijî çeteyan de, her tim xwest li pêş be û bi vê sekna xwe hêz û moral da hemû hevrêyên xwe. Hevrêya me Tîjda di Berxwedana Destanî ya Kobanê de gelek milîtanên Apoyî yên pir hêja nas kir û ji jiyana van hevrêyên me û sekna wan a fedayî ya di nava şer de û şehadeta wan pir bandor bû. Hevrêya me ferq kir ku di şer de ew vedigere cewherê xwe, di nava demek kurt de tecrubeyeke şer a mezin bi dest xist. Hevrêya me Tîjda li Kobanê bi fedayiyane li ber xwe da û têkçûna çeteyan a dîrokî da destpêkirin. Ji bo rizgarkirina Kobanê bû xwedî ked û hewldaneke girîng. Hevrêya me fikirî ku dema jiyankirina gerîlatiya ku ji bîranînên gerîlayan nas kirî, hatiye û di sala 2015’an de bi kelecan û coşeke mezin berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêya me Tîjda perwerdeya xwe ya destpêkê ya di nava refên gerîla de wergirt û bi taybetî jî ji tarzê jiyana komunal û têkîliyên hevrêtiyê yên gerîla pir bandor bû. Hevrêya me rastî jiyaneke mîna di bîranînên gerîla de hat û bi evîneke mezin tevlî jiyanê bû. Hevrêya me Tîjda gihişt wê rastiyê ku heqîqet di xwezaya çiyayên Kurdistanê de veşartî ye. Di her nefesa wergirtî de, her patîkaya ku derbas bûyê de hîs kir ku ji heqîqetê par digire. Hevrêya me perwerdeya xwe bi rengekî serketî qedand û taktîkên şerê gerîla jî li ser tecrubeya xwe ya şer zêde kir û bû şoreşgerek pispor. Êdî li kuderê dibe bila bibe, li dijî hemû êrîşên dijmin ên li hemberî gelê me hevrêya me weke milîtanekî Apoyî wê bersiv bide. Hevrêya me têkildarî mijarên îdeolojîk û rêxistinî jî bê navber xwe pêş xist û bi sekna xwe bû şervaneke YJA Starê ya mînak. Hevrêya me li gelek deverên Herêmên Parastinê yên Medyayê xebat meşand û di vê pêvajoyê de bi sekna xwe ya kedkar û fedakar derket pêş. Di hemû qadên lê cih girtî de armanca wê ya sereke ew bû ku li dijî dewleta Tirk a dagirker şer bike. Armanc kir ku hem lêpirsîna pratîka şer, hem çareserî û hem jî encamên derxistî holê bike zemînê hîn zêdetir têkoşînê. Di heman demê de hevrêya me bîranînên xwe yên bi hevrêyên xwe yên şehîd bûyî û yên pê re têkoşîn meşandî de car din zindî kir. Fêm kir ku dilsoziya bi bîranîna van hevrêyan, encex bi mezinkirina têkoşînê pêkan e. Hevrêya me Tîjda di ferqê de bû ku encex bi vî rengî dikare bibe layiqê hevrêyên xwe yên şehîd û rastiya Rêber Apo. Ji bo xwe di warê îdelojîk de jî xurt bike, pêşniyar kir ku biçe akademiyên îdeolojîk û leşkerî. Pêşniyara hevrêya me ji aliyê hevrêyên wê ve maqul hate dîtin û li ser vî bingehî beşdarî perwerdeyê bû.

Hevrêya me Tîjda bi hevrêyên xwe yên jin re hemû pêdiviyên xwe yên jiyanî û perwerdeyî bi ked û hewldanên xwe afirand, di pêvajoya perwerdeyê de jî bi tevlîbûneke aktîf ev hewldana xwe domand. Hevrêya me li ser sîstema desthilatdariya mêr û bandorên wê yên li ser jinê lêhêrbûn kir û di vî warî de guhertinên girîng di kesayeta xwe de afirand û zanebûna xwe ya azadiyê hîn zêdetir kir. Hevrêya me anî ziman ku jiyanek encex li ser bingehê azadiyê dikare bi wate bibe û ji bo hêmanên azadiyê yên jinê di xwe de pêk bîne, bû xwediyê kedeke bêhempa.

Hevrêya me piştî perwerdeya xwe qedand derbasî herêma Xakurkê bû, li vir di qada tenduristiyê de beşdarî xebatan bû. Hevrêya me tecrubeyên xwe yên berê têkildarî vê yekê bi dest xistî, bi hezkirina hevrêtiyê re kir yek û tedawiya hevrêyên xwe yên nexweş û birîndar girt ser xwe. Hevrêya me êdî ji aliyê hevrêyên xwe ve weke Doktor Tîjda hate naskirin. Pir ji xebatên tenduristiyê hez kir û xwest van xebatan li deverên ku şer lê herî dijwar e, bidomîne. Hevrêya me Tîjda bi sekna xwe ya milîtanî ya di nava jiyanê de, bi hezkirina xwe ya bêdawî ya ji hevrêyên xwe re û bi tevlîbûna xwe ya fedekar û kedkar a di nava xebatan de, rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Bû milîtaneke PKK-PAJK’ê ya mînak. Hevrêya me li herêma Xakurkê qasî 6 salan xebat meşand û ked da. Bi têkoşîn û kesayeta xwe ya dirûst di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt.

Hevrêya me Tîjda milîtaneke Apoyî ya evîndara çiyayan bû. Li çiyayên Kurdistanê wateya jiyanê fêm kir û weke şervaneke xurt a şerê azadiya gelê me bi layiqî di dîroka têkoşîna me de cih girt. Em ê têkoşîna hevrê Tîjda di şexsê wê de ji bo bibin layiqê hemû şehîdan, mezin bikin û soz didin ku teqez têkoşîna wê bi serketinê tacîdar bikin.

FERAŞÎN GABAR

Hevrêya me Feraşîn li Cizîra Botan ku weke qibla welatparêziya li Kurdistanê tê naskirin, li nava malbateke ji eşîra Bilika ku bi nirxên Kurdewariyê ve girêdayî jidayik bû. Hevrêya me ji ber hişmendiya welatparêziyê ya malbatê, li gorî cewhera xwe mezin bû û di temenê xwe ya biçûk de bû xwedî hişmendiya welatparêziyê. Hem ji ber şehadeta apê xwe Abdullah-Îsmaîl Taniş, hem jî ji ber ku li herêmeke ku çanda şoreşger a mîna Cizîra Botan lê serdest e mezin bû, partiya me PKK'ê zû nas kir. Hevrêya me Feraşîn ku her tim ji ruhê berxwedêr ê gelê me yê Cizîra Botan hêz girtiye, li dijî dewleta Tirk a ku tehemula vê helwesta bi rûmet a gelê me nake û her tim êrîş û komkujiyên li dijî gelê me pêş dixe, bertekek mezin di dilê wê de kom kiribû. Hevrêya me ku 12 salan li dibistanên dewletê yên Tirk xwend, bû şahidê polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên dewleta Tirk a mêtinger. Hevrêya me ya ku ket ferqa armanca dewleta Tirk a asîmlasyonê, li ser vê bingehê tevlî xebatên ciwanên şoreşger bû. Hevrêya me Feraşîn dema ku di nav xebatên ciwanan de bû, tevkarî li hişmendiya gelek ciwanan kir û kir ku ev ciwan li dijî dijmin helwest nîşan bidin. Hevrêya me bi vê taybetmendiya xwe karî di dilê hevrêyên xwe û gelê me yê Cizîr de cih bigire. Hevrêya me Feraşîn ku pêşengiya jinê ya ku Bêrîvan Agal li Cizîra Botan da destpêkirin bi îdîa û biryardariyeke mezin dişopand, ket ferqa wê yekê ku ev bi tevlîbûneke aktîf li nava refên berxwedanê pêkane. Hevrêya me Feraşîn a ku di sala 2015’an de li Cizîra Botan tevlî Berxwedana Xwerêveberiyê bû, di vê pêvajoyê de şahidî ji komkujiyên dijmin ên li ser gelê me re kiriye. Li ser vê bingehê, hevrêya me ku bi mezinkirina têkoşîna xwe re xwest tolê ji dijmin hilîne, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di heman salê de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdeya şervanên nû wergirt, di demeke kurt de bi perwerdeya wergirtî re adapteyî jiyana çiyê û gerîlatiyê bû. Hevrêya me diyar kir sedema tevlîbûna PKK'ê ew bû ku hemû mirovahî li cîhaneke azad bijî û ket ferqa wê yekê ku ev azadî bi azadiya gelê Kurd pêkan e. Ji bo vê jî dizanî ku, divê li dijî dewleta Tirk a ku êrîşên xwe yên qirkirinê yên li dijî gelê me bê navber didomîne, bi geşkirina berxwedaneke bi heybet bersiv bê dayîn. Hevrêya me Feraşîn ku bi vê têgihiştinê xwe nêzî perwerdeyê kir, her tim xwe ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve bi pêş xist. Hevrêya me di ferqa vê rastiyê de bû ku jin di nava civakê de ya herî zêde tê tebisandin û bindestkirin. Bi perwerdeyên wergirtî re hîn bû ku zîhniyeta statukoparêz a bi serdestiya mêr vê rewşê hîn bêhtir kûr dike. Hevrêya me bawer kir ku divê pêşî jin xwe ji zîhniyeta ku dewlet avakiriye rizgar bike û dizanî ev yek bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêber Apo dikare pêk were. Di vê wateyê de hevrêya me her ku dem derbas bû Rêbertî ji nêz ve fêm kir û nas kir. Li ser vê esasê hewl da pîvanên jina azad di kesayeta xwe de temsîl bike. Ji roja destpêkê ya dest bi gerîlatiyê kir û pê ve tevlîbûneke bi coş û kelecan raber kir. Hevrêya me ya ku bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedekar derket pêş, bêyî ku cudahiyê bixe navbera karên mezin û biçûk tevlî her karî bû. Hevrêya me ku bi enerjiya xwe hêz dida hevrêyên xwe, tevî ku nû bû jî di nava refên gerîla de karîbû bibe navenda cazîbeyê. Hevrêya me ku dixwest vê tevlîbûna çalak a li nava jiyanê, di çalakiyên li dijî dijmin tên pêşxistin de nîşan bide, di vê de israr kir. Li ser vê bingehê, hevrêya me ku li dijî êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî çalakiyan bû û cihê xwe di çalakiyên ku derbên bi bandor li dijmin dixe de, girt. Hevrêya me Feraşîn ku li gelek herêman kar dikir, bi cihgirtina li eniya pêş bersiv da êrîşên dagirkeriyê. Hevrêya me gihişt wê qanetê, ku ji bo pêşî li êrîşên dijmin ên dagirkeriyê bigire, hewcehî bi perwerdeyeke bi şêwazê şerê gerîla yê serdema nû heye. Hevrêya me ket ferqa divê tecrûbeyên teknîkî û taktîkî bi ruhê fedaî yê Apoyî xwedî bibe û li ser vê bingehê tevlî perwerdeya pisporiyê bû.

Hevrêya me Feraşîn ku di çalakiyên li dijî dewleta Tirk a qirker hatin pêşxistin de xwest taktîkên serdemê bi bandor pêk bîne, bi dilsoziyeke mezin nêzî perwerdeyên xwe bû. Hevrêya me ku dixwest di taktîkên gerîla yên serdema nû de xwe kûr bike, di vê wateyê de bû xwedî ked û hewldaneke mezin. Hevrêya me ku bi saya eleqe û meraqên xwe di demeke kurt de zanebûn û tecrûbeyeke girîng bi dest xist, perwerdeya xwe bi rengekî serketî qedand û xwe ji qadên xebatê yên pratîk re amade kir.

Hevrêya me Feraşîn weke gerîlayeke pispor a YJA Starê perwerdeya xwe qedand, sala 2020'an bi îdîa û biryardariyeke mezin berê xwe da herêma Xakurkê. Hevrêya me piştî derbasî herêma Xakurkê bû, ji bo li dijî artêşa Tirk çalakiyên bi bandor pêk bîne, ket nava lêgerînan. Di encama lêhûrbûnên xwe de fêm kir ku ji bo çalakiyê şert û mercên guncaw hene. Hevrêya me li ser çalakiyên surprîz ên li dijî dijmin jî lêhurbû. Hevrêya me ku li ser vê bingehê dest bi amadekariyan kir, bi sebir û hewldaneke mezin a bêhempa xebatên xwe dewam kir. Hevrêya me li herêma Xakurkê cihê xwe di gelek çalakiyên bi bandor ên li dijî dijmin de girt, bi taybetî bi rêzeçalakiyên bi bandor ên sala 2023'yan re kir ku dagirker nikaribin gavê biavêjin. Hevrêya me ya ku haya wê jê heye ku çalakiyên wê îlhamê dide tevahiya ciwanên Kurdistanê, ji bo kûrkirina vê taktîkê di nava lêgerîn û hewldaneke bêdawî de bû. Hevrêya me Feraşîn ku di jiyana xwe de bi dilsozî û baweriya xwe ya bi îdeolojiya rizgariya jinê re dihat nasîn, ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve weke mînak hate girtin, bû yek ji mînakên herî bi hêz ên jinên berxwedêr ên Botanê.

Hevrêya me Feraşîn jiyana xwe ya şoreşgerî ya bi kedek mezin hat avakirin bi şehîdbûnê re gihande lûtkeyê. Hevrêya me her dem bi helwesta xwe ya zelal a di rêgezên azadiya jinê de, hevrêtiya xwe ya xurt û bi kesayatiya xwe ya sade û durust wê rêya me, hevrêyên xwe ronî bike. Di şexsê hevrêya me Feraşîn de em soza xwe dubare dikin ku heta em xeyala azadiyê ya hemû şehîdên xwe pêk bînin em ê têkoşîna xwe bidomînin."