KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ararat Tolhildan zarokeke şoreşê bû
Ararat Tolhildan li warê berxwedan û serketinê li Kobanê ji dayik bû. Her ku dilê wê ronî bû ruhê wê ber bi azadiyê ve firiya. Zarokeke şoreşê bû û ruhê şoreşê timî di dilê wê de bû. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serhat Guzel li Wêranşarê hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serhat Guzel ê li Kêla Memê ya Qilebanê şehîd bûbû, li bajarê xwe Wêranşara Rihayê hat veşartin. -
Cenazeyê 2 şehîdan ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin
Cenazeyê şehîdên HPG’ê Zamanî Amanos û Yilmaz Dersim ku ji 18’ê Tebaxê ve li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên girtin, piştî testa DNA’yê ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin. -
Dewleta Tirk bombe li Guherzêyê barand
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer gundê Guherzê yê girêdayî navçeya Amêdiyê bi dijwarî bombebaran kir. -
Bi hinceta gerandina govendê ceza dan girtiyan
Bi hinceta ku fîtik avêtine, çêpik lêxistine û govend gerandine, 15 roj cezayê hucreyê li 15 girtiyên Girtîgeha Tîpa M a Êlihê hate birîn. -
Mehmet Sîncar li Qoserê li ser gora xwe hate bîranîn
Parlamenterê Mêrdînê yê DEP'ê Mehmet Sîncar di salvegera 31'emîn a qetilkirinê de li navçeya Qoser a Mêrdînê li ser gora xwe hate bîranîn. -
Li Dukanê êrîşa SÎHA'yê: Bav û 2 kurên wî şehîd bûn
Li navçeya Dukan a Silêmaniyê dewleta Tirk a dagirker bombe li wesayîtekê barand. Hat diyarkirin ku di êrîşê de bav û 2 kurên wî şehîd bûne. -
HPG: Di bombardûmana dagirkeran de tiştek bi hêzên me nehatiye
Herêmên Parastinê yên Medyayê çar rojan ji bejahî û hewayî ve bi dehan caran hate bombekirin. HPG'ê got, "Di bombardûmanê de windahî ji hêzên me çênebû." -
Li Geverê 3 siyasetmedar hatin binçavkirin
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê tîmên polîsên tevgera taybet serê sibehê avêtin ser malan û 3 siyasetmedar binçav kirin. -
HPG: Heta fîşeka xwe ya dawî bi rengekî fedaî şer kirin
HPG'ê nasnameya şehîdên Botanê eşkere kir û got, "Hevrêyên me bi lehengî şer kirin, fîşeka xwe ya dawî ji xwe re hiştin û ji bo bi saxî nekevin destê dijmin bi fedaîtî şehîd bûn." -
Nobeda li Mexmûrê bi koma 81'ê dewam dike
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 411’an de bi koma 81’an ve bi biryardariyek xûrt didome. -
Kalkan: Di xwîna bi hezaran şervanên azadiyê de tiliya PDK'ê heye
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, îstîxbarata êrîşên li Başûr ên li ser şervanên azadiyê bi temamî ji PDK'ê tê û destnîşan kir, di êrîşên 6 salên dawî hemûyan de tiliya PDK'ê heye. -
Şaredariya Şemrexê febrîqeya tekstîlê ava dike
Şaredariya Şemrexê amadekariyên ji bo febrîqeya tekstîlê temam dike ku wê ji 350 kesî re derfetên kar biafirîne. Febrîqe wê ji jin û ciwanan re derfetên nû yên kar peyda bike. -
Cenazeyê şehîd Xebat Cûdî û Serhat Jiyan radestî malbata wan hate kirin
Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Xebat Cûdî û Serhat Jiyan Panos ên li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihatin ragirtin, piştî testa DNA'yê ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin. -
Dewleta Tirk li Sîdekanê ciwanek qetil kir
CPT’yê ragihand ku di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de ku piştî nîvro li dijî gundê Mêrge Hewş yê li herêma Sîdekanê pêk anî, ciwanek hatiye qetilkirin. -
Şandeyek ji hikumeta Elmanyayê serdana Şengalê kir
Şandeyek ji hikumeta Elmanyayê serdana Şengalê kir. Şandeyê destnîşan kir ku koçberî ji bo Êzidxanê çareserî nîne û ragihand ku ji bo jinûve avakirina Şengalê wan 15 milyon Euro alîkarî veqetandine. -
Çalakiyên li dijî sererastkirina qanûna rewşa medenî berdewam in
Jinên çalakvan nerazîbûna xwe li hember sererastkirina qanûna rewşa medenî nîşan dan û amaje bi hişyarkirina civakê kirin. -
Cenazeyê gerîla Alî Ahmedpûr radestî malbata wî hate kirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Alî Ahmedpûr ku li navçeya Elkê ya Şirnexê di şer de şehîd bû, radestî malbata wî hate kirin. -
'Dewleta Tirk a dagirker mêjiyê Kurdan dike armanc'
Li ser qetilkirina rojnamegerên çapemeniya azad nerazîbûn berdewam dikin. Di vê derbarê de, malbatên şehîdan û medyakar dibêjin: “Ev êriş tên wateya têkçûna desthilatdariya Kurdî û dewleta Tirk a dagirker mêjiyê Kurdan dike armanc.” -
Dewleta Tirk herî kêm 24 caran bombe li Başûrê Kurdistanê barand
Endamê Tîmên Avakirina Aştiya Civakî (CPT) Kameran Osman ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di saetên şevê de herî kêm 24 caran bombe li xaka Başûrê Kurdistanê barandine. -
HPG'ê bîlançoya şer a meha Tebaxê eşkere kir: 56 dagirker hatin cezakirin
HPG'ê bîlançoya şer a meha Tebaxê eşkere kir. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji hewayî û bejahî ve 152 çalakî kirin. Di çalakiyan de 56 dagirker hatin cezakirin. Gelek alavên leşkerî jî hatin îmhakirin. -
Xiyanet di nav Kurdan de: ji Enkîdû heta Mesûd Barzanî
Enkîduyê Zagrosî xiyanetê li mal, civak û gelê xwe dike û ji bo daxwaz û mebestên xwe, deriyê bihuşta Zagrosê li ber Gilgamêşê dagirker vedike. Ev bûyer di dîrokê de wek yekemîn xiyaneta di nav Kurdan de hatiye tomarkirin. -
'Eger hevkarî nebûya, dewleta Tirk nedikarî van êrîşan pêk bîne'
Şêniyên Mexmûrê êrîşa li ser rojnemevanên jin şermezar kirin û wiha gotin: “Ji ber ku çapemeniya azad rastî û hovîtiya dewletê derdixe ronahiyê, dewleta Tirk jî bêdengkirina wan ji xwe re kiriye armanca sereke.” -
Ayten Dersîm: Em tevgera Rêbertî ne
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersîm got, "Rêbertî ji bo me hinceta hebûnê ye. Jinan xwe bi felsefeya Rêbertî nas kirin û bi rêxistin kirin. Şoreşa Rojava jî şoreşeke jinê ye ku bi vê felsefeyê pêk hat." -
Dengbêjê çiyê: Îbrahîm Sari
Sala 2009'an ku dewleta Tirk a faşîst êrîşên qirkirina siyasî dikir, Îbrahîm berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Êdî malbateke xwe ya mezin hebû û li pêşiya wî jî jiyaneke nû.