Bavê Hêro Behadîn: Dijmin tînin Kurdistanê û zarokên me qetil dikin

Bavê Hêro Behadîn a hatî qetilkirin, Behadîn Abdullah kesên ku hevkariyê ji hatina dijmin a li Kurdistanê re dikin, şermezar kir û got: “Bi pere û petrola me zarokên me qetil dikin.”

HÊRO BEHADÎN

Behadîn Abdullah bavê şehîda çapemeniya azad Hêro ye ku duh di encama êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû. Behadîn Abdullah derbarê êrîşa hovane ya dewleta Tirk de daxuyaniyek çapemeniyê da.

Behadîn destpêkê aliyên ku dijberiya Gelê Kurd, bi taybet jî Silêmaniyê dikin û destên derve tînin nav xaka Başûrê Kurdistanê, şermezar kir û got: “Bi pere û petrola me, zarokên me qetil dikin. Ji bo Dije Terora PDK’ê şerm û mirine ku bûyerê berovajî radigihîne.”

Behadîn dawiyê de bang li rêxistinên mafê mirovan, Neteweyên Yekbuyî kir ku kiryarên dijî Gelê Kurd qebûl nekin û got: “Ji ber ku ev êrîş hemû astekê derbaz kirine, gelek kesên din weke keça min hatine qetilkirin.”