PDK'ê êriş bir ser karmendan: Gelek kes hatin binçavkirin
Asayîşa PDK'ê êriş bir ser çalakiya karmendên bi peyman a li Hewlêrê û gelek karker binçav kir.
Asayîşa PDK'ê êriş bir ser çalakiya karmendên bi peyman a li Hewlêrê û gelek karker binçav kir.
Karmendên bi peyman îro li ber avahiya Desteya Wezîran a li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê, saet di 10:00 de ji bo daxwaza mafên xwe bikin çalakiyeke şermezarkirinê lidar xistin.
Lê belê Asayîşa PDK'ê êriş bir ser karmendên bi peyman û gelek karker binçav kir.
Li gorî agahiyan, êrişa hêzên asayîşê ya li ser karmendan hîn jî dewam dike.