KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Nobetdarên Azadiyê: Çi pêwîst be em ê ji bo Rêber Apo bikin
Nobetdarên Azadiyê yên li Mexmûrê diyar kirin ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd tê rakirin, ew ê nobeta xwe bidomînin û wiha gotin: “Em deyndarê Rêber Apo ne, lewma divê em azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin.” -
Cenazeyê Gulistan Tara hate veşartin
Cenazeyê kedkara çapemeniya azad Gulistan Tara ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatî qetilkirin, li Êlihê hate veşartin. -
Cenazeyê Gulistan Tara ber bi Êlihê ve hate birêkirin
Cenazeyê Gulistan Tara ku bi êrişa SÎHA ya dewleta Tirk a dagirker şehîd bû, ber bi warê wê Êlihê ve hate birêkirin. -
Ji çiyayên Kurdistanê dengvedana pêngavê
Di gotineke pêşiyan a Fransiyan de tê gotin, "Bawerî dikare çiyê jî bihejîne". Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li gel zor û zehmetiyan ev yek pêk anîn. -
Cenazeyê Gulistan Tara li Silopiyayê bi girseyî hat pêşwazîkirin
Cenazeyê Rojnamevan Gulistan Tara ku di êrîşa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de hat qetilkirin, li Silopiyayê bi girseyî hat pêşwazîkirin. -
Parastina hewayî ya Iraqê balafira bêmirov a dewleta Tirk xist
Hat daxuyandin ku balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ku li bajaroka Çîmen a Kerkûkê amadehiya êrîşê dikir, bi fermana Fermandarê Hêzên Parastina Hewayî ya Iraqê hatiye xistin. -
Karox Omer: Kurd li ku derê bin, dibin armanca dijmin
Rojnamevan û çavdêrê siyasî Karox Omer der barê qetilkirina du jinên rojnamevan û êriş û dagirkeriyên dawî de got: "Dijminên Kurdan armanc dikin ku Kurd li ku derê bin, wan bikin armanc. Ev her du rojnamevan jî Kurd in, lewma hatin armanckirin." -
'Em rêya Gulistan Tarayan bişopînin'
Xebatkara Çapemeniya Azad Gulistan Tara ya ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, bi merasîmek ku li Parka Azadî hate lidarxistin, ber bi Bakurê Kurdistanê ve hat şandin. -
Kedkara Çapemeniya Azad Gulistan Tara tê birêkirin
Cenazeyê kedkara çapemeniya azad Gulistan Tara ji Saziya Tipa Edlî ya Silêmaniyeyê hate wergirtin. Cenaze piştî merasîma li Parka Azadî wê ber bi Bakurê Kurdistanê ve bê şandin. -
'Pêngava azadiya Rêber Apo li cîhanê deng veda'
Endama Înîsiyatîfa Suriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Gulistan Îbrahîm, detnîşan kir ku pêngava azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, roj bi roj li cîhanê deng vedide. -
Bû xelekeke girîng a berxwedana Metînayê
Jiyan Rêdûr ku ji bo hilanîna tola kekê xwe yê şehîd Rêdûr Kobanê beşdarî meşa azadiyê bû, bû yek ji xelekên girîng ên berxwedana li Metînayê. -
Dagirkeran li Şirnexê gelek qad qedexe kirin
Walîtiya dewleta Tirk a dagirker a Şirnexê, li seranserê bajêr gelek qad wekî "herêma ewlehiya taybet" îlan kirin. -
Cenazeyê rojnamevan Gulistan Tara dê sibê ber bi Êlihê ve bê birêkirin
Cenazeyê rojnamevan Gulistan Tara ya di 23’ê Tebaxê de li Seyîdsadiqê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat qetilkirin, sibê bi merasîmeke bi heybet ber bi bajarê wê Êlihê ve bê birêkirin. -
Mamoste Şemal ê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin hat bibîranîn
Malbat û dostên wî Mamoste Şemal (Suheyl Ezîz Xurşîd) ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, li ber mala wî ku li wê derê hat qetilkirin bi bîr anîn. -
'Zewicandina keçên neh salî, metirsîdar e û divê rê lê bê girtin'
Jinên Germiyanê li hember sererastkirina qanûna rewşa medenî ya Iraqê, bertekên xwe nîşan dan û gotin: "Biryara sererastkirina qanûna rewşa medenî li dijî jinan e û domandina zihniyeta mêrsalariyê ye." -
'Mamoste Şemal qelemeke azad bû, lewma hate qetilkirin'
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî ya Kurdistanê Cuma Kerîm, Mamoste Şemal bi bîr anî û diyar kir ku Mamoste Şemal qelemeke azad bû, lewma hate qetilkirin." -
Li Cizîrê serdegirtina DEDAŞ-Leşkerên Tirk, li Bismilê qutkirina ceyranê
Li taxa Dîrseklî ya Cizîrê, tîmên DEDAŞ'ê li gel leşkerên Tirk avêtin ser malan. Li Bismilê jî DEDAŞ'ê û leşkeran eletrîka taxê birîn. -
Li ser wargeha Mexmûrê liv û tevgera balafirên bêmirov
Ji doh bi şev ve li ser wargeha penaberan a Mexmûrê balafirên bêmirov digerin. -
Tankên Tirk li Bendava Dêrelukê hatin bicihkirin
Hate ragihandin ku dewleta Tirk tankên xwe gihandiye Bendava Dêrelukê ya di bin kontrola PDK'ê de ye û li herêmê bi cih kiriye. -
HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
HPG'ê ragihand ku li Botan û Wanê 3 gerîla şehîd bûne û nasnameya şehîdan eşkere kir. -
Têkoşîna radîkal, şerê gel ê antîfaşîst divê
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît anî ziman ku berxwedana gerîla ya bi heybet dewam dike û got, "Nabe ku têkoşîn bi temamî ji gerîla bê hêvîkirin. Gel divê bi rengekî hîn çalak û radîkal têbikoşin. Divê şerê gel ê antîfaşîst bê meşandin." -
8 Kurd ji aliyê Îranê ve hatin binçavkirin
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku 8 Kurdên bi hinceta tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûne, ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin. -
Deklarasyona 1'ê Îlonê: Li 3 bajaran li dijî tecrîd û şer dakevin qadan
DEM Partiyê Deklarasyona 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ragihand û li dijî tecrîd, bêedaletî û şer banga daketina qadan -
Hêvî Şanoger di 20'emîn salvegera xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn
Hunermend Hêvî Şanoger (Gafûr Dogan) di 20’emîn salvegera şehadeta xwe de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî li ser gora xwe hate bîranîn. -
HPG: Wesayiteke zirxî û 3 drone hatin îmhakirin
Çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bênavber dewam dikin. Di çalakiyan de wesayiteke leşkerî û 3 drone hatin îmhakirin.