Têkoşîna Che Guevara yê Kurdistanî

Şoreşgerê Kurd Che Guevara sala 2015'an ji bo li dijî êrişên DAÎŞ'ê têbikoşe berê xwe da Rojava. Li Rojava 3 salan têkoşiya piştre jî biryar da ku li dijî rejîma AKP-MHP'ê şer bike ku piştgirî dida DAÎŞ'ê. Bi vê armancê berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Li cihê ku pergala kapîtalîst xwe bi cih kiriye, li wir azadî nemaye. Li cihê ku mirov dibin robot, li wir mejî razaye. Li cihê ku bi derewan dagirtîbe, xiyanetê xwe li wir pêçaye. Li cihê ku ji bîr kirin hebe, li wir mirovatî ji xwe dûr ketiye. Li cihê ku hevaltî nebe, li wir dijmin pijyaye. Li cihê ku zelalî tune be, li wir îrade wendaye. Li cihê ku manewiyat nebe, li wir mayin valaye. Li cihê ku gelek weke hebûn nayê dîtin, li wir jiyan qediyaye. Li cihê ku bi bêdengî li êrîşa ser serokekî tê temaşekirin, li wir civakbûn û mirovatî miriye. Li cihê ku ev hemû hebin û wijdan nebe, mayîn ji bo çi ye û xwedî çi feyde ye. Bi vê lêpirsînê ve çîroka jiyana şoreşger Che Guevarayê Kurd destpê dike.

GERA LI RASTIYÊ BI SOSYALÎZMÊ RE DESTPÊ DIKE

Şêxmûs Aydin, di sala 1998’an de li navçeya Mehsêrtê ya Mêrdînê ji dayik dibe. Lê weke gelek malbatên Kurdan ji ber tundîtûjiya dewleta dagirker a Tirk koçî metropolên Tirkiyê dikin. Şêxmûs ji xaka xwe dûr, li bajarê Îzmîrê mezin dibe. Lewre pir zêde di çanda Kurdewariyê de kûr nabe, lê belê dizane ku Kurd e û ji welatê xwe koç kiriye. Cardin ji ber nasnameya Kurdî û tercîha siyasî ya malbatê, di temenekî biçûk de bi zextên dewletê re rû bi rû dimîne. Koçberî weke axa zuhabûyî û qelişî ku li benda avê ye. Heman demê dema ku ax tune be, av jî penaber dimîne û li welat digere. Di wî bajarî de rewşa Şêxmûs vê yekê pênase dike.

Şêxmûs 11 salan di dibistanên pergalê de dixwîne. Lê xwe bi wê zanista ku didin wî ve têrker nabîne û xwe bi wê ve sînordar nahêle. Ji ber dibîne ku siyaseta wan weke ku  mirinê nîşan wan bidin û bi tayê razî kirine. Lewma dikeve nava lêkolîn û lêgerînan. Ew ciwanekî zana û xwedî hişmendiyeke kûr e. Di lêgerînên xwe de li riyeke tekoşîna li beramberî pergala kapîtalîst digere. Ji ber dibîne ku ji bilî lîberalîzim û ezezîtiyê tiştekî din ava nakin. Wê demê gotineke pêşiyan ku dibêje, “Ji gundê bê rez, konê bê pez û kesê ku dibêje ez û ez dûr bikeve” tîne bîra xwe. Ew bi wateya vê hevokê ve dizane ku ger ev hemû hebin, wê tiştek bi navê cewher nemîne. Di encam de fikirê sosyalîzmê peyda dike, dixwîne û jê bawer dike. Sosyalîzmê weke îdeolojî û rêka yekane ji bo rizgariyê dibîne. Herî zêde jî, ji kesayet û têkoşîna Che Guevara bandor dibe. Ew jî dixwaze heman rêkê bişopîne û weke wî bibe xwedî serkeftin. Lê li Kurdistanê gelo wê ev bi çi şêwazî pêk bihata? Ji bo wî dibe mijara lêpirsînê. Dema ku Şêxmûs di sala 2013’an de PKK’ê ji nêz ve nas dike digihêje bersiva xwe. Ew dizane ku ancax bi tekoşîna PKK’ê re sosyalîzm di Kurdistanê de pêk were. Lewre di sala 2015’an de biryara ketina ser riya şoreşê dide û tevlî gerîla dibe.

LI ROJAVA ERKÊN XWE YÊN NETEWEBÛNÊ BI CIH TÎNE

Şêxmûs bi tevlîbûnê re destpêkê berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê. Ew navê şoreşgerê ku destpêkê jê bandor bûye radike û navê xwe dike Che Guevara. Ew naxwaze bêyî ku cihanê ji xeteriyeke pir mezin rizgar bike berê xwe bide çiyayên Kurdistanê. Ji bo ku weke şoreşgerekî Kurd rolê xwe bilîze tevlî şer rizgariyê dibe. Che Guevara ji pêngavekê ta ya din, ji eniyekê ta eniyek din, bêyî ku bêhn bide cih digire û têdikoşe. Ew di gelek çalakiyên serketî de cih digire û dibe şerkerekî pispor. Bi pêkhatina Şoreşa Rojava re gav bi gav dibîne ku sosyalîzma rastî li wir tê avakirin. Ev yek ji bo wî heyecaneke mezin ava dike. Bi vî awayî sê salan bêyî ku tawîz bide bi pîvanên bingehîn ve girêdayî tekoşîneke topyekûn dimeşîne. Ji ber ku ew dixwaze weke Guevara bibe şoreşgerekî enternasyonel, lewma ji bo tevahî gelê bindest dijî û şer dike. Piştî sê salan biryar dide ku berê xwe bide wê hêza ku destek, aqil û talîmatan dide DAÎŞ’ê û bi rejîma AKP-MHP’ê re şer bike. Lewre berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.

BI HEYECANA ÇEND ROJAN RE RUHÊ XWE BI AZADIYÊ ŞAD DIKE

Che Guevara bi derbasbûna çiya re tunekirina dewleta faşîst dike armanca xwe ya sereke. Ew dibîne ku bi rûxandina faşîzmê re di serî de wê gelê Kurd, piştre jî tevahî gelên Rojhilata Navîn ji êrîşên faşîzane xelas bibin. Her wiha desthilata Osmaniya nû ya ku ferz dikin wê bi vê tekoşînê re bê rûxandin.

Che Guevara bi eşq, coş û peroşeke mezin jiyana çiya pêşwazî dike. Di wan rojên destpêkê de vejîna xwe ya nû pêşwazî dike. Ew hesreta hatina ser axa xwe bi ramûsandina xaka çiyayan re dibuhurîne. Lewma bi van hestan ve di her roja ku derbas dike de wateyeke nû li jiyanê bar dike. Her fêrbûnek nû di heman demê de pêşketinekê di kesayetê wî de ava dike. Bi van rêzikên bingehîn ve tevlîbûneke xurt raber dike. Ew xwesteka wî dihêle ku aktîf rolê xwe bilîze û di têkoşînê de cihê xwe diyar bike. Heval Che Guevara bi fedekarî tevlî gelek xebatan dibe. Bi hezkirina ku di her karî de raber dike re di nava hevalên xwe de dibe mînak. Bi vî awayî têkoşîneke bi hêz dimeşîne.

Di encama êrîşeke dewleta Tirk a dagirker de, li Herêmên Parastina Medyayê tevî 5 rêhevalên xwe digihêje şehadetê.

Che Guevara bi baweriya ku bi Rêber Apo û sosyalîzmê re anî, bêyî ku di xwe de bifikire xwe ji bo mirovatiyê feda kir. Lewma wê têkoşîna Cheyan ji Kûba ta Bolîvya, ji Kobanê ta çiyayên Kurdistanê pêl bi pêl belav bibe û bi serketinên mezin tacîdar bibe.