Li Agiriyê terora cerdevanan: 2 kes birîndar bûn
Li navçeya Giyadin a Agiriyê cerdevanan êrîşî gundekê kirin, 2 kes birîndar bûn. Li Gund tengezarî dewam dike, ketina gund hate ‘qedexekirin’.
Li navçeya Giyadin a Agiriyê cerdevanan êrîşî gundekê kirin, 2 kes birîndar bûn. Li Gund tengezarî dewam dike, ketina gund hate ‘qedexekirin’.
Li gundê Baziran ê girêdayî Giyadin a Agiriyê cerdevanan gelek caran êrîşî gel kirin. Cerdevanan vê carê jî malbateke ku demek dirêje di navbera wan de tengezarî heye, hedef girt. Beriya du salan cerdevanan xwestin araziyê xesp bikin û bi vî rengî tengezarî destpê kir. Berê cerdevanan bi ser gund de girtin û gelek mal dan ber agir, êrîşî gel kirin. Tevî êrîşan jî gundiyan araziya xwe neterikand. Li ser vê yekê cerdevanan di saetên siharê de dîsa êrîşî gund kirin. Gundiyan jî bersiv da û bi vî rengî pevçûn qewimî. Cerdevanan çek bi kar anîn, yek jê jin 2 kes bi giranî birîndar kirin.
Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, jina birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Agiriyê, lê ji ber ku rewşa wê giran bû sewqî Erziromê hate kirin. Tedawiya birîndarên din jî li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Agiriyê dewam dike.
Li gund tengezarî dewam dike û ketina gund hate ‘qedexekirin’. Hîna nehatiye zanîn ka cerdevan hatine binçavkirin yan na.