KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çalakiyên ji bo bîranîna şehîdên Zendûra: 17 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo bîranîna Lehengên Zendûra yên par şehîd bûn çalakî lidar xistin. Di encamê de 17 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 4 jî birîndar bûn. -
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûne eşkere kir û got “Heta ku em armancên hevrêyên xwe Cesûr, Baran û Mazlûm bi ser bixînin, em sozê didin ku em ê têkoşînê mezintir bikin.” -
Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan dewam kir
Xizmên girtiyan li Amedê di roja 206'an Nobeta Edaletê dewam kirin. -
Malbata Şenyaşar 458 roj in di Nobeta Edaletê de ye
Malbata Şenyaşar li ber edliyeya Rihayê 458 roj in daxwaza edaletê dike. -
Li Rojhilatê Kurdistanê avahiyek hilweşiya: 2 kes mirin
Li eyaleta Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê avahiyek hilweşiya. Di encamê de herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Hejmara mirovên li Şirnexê hatin destgîrkirin bû 13 kes
Li navend û gundên Şirnexê, di serdegirtinên roja Çarşemê de hejmara mirovên hatin destgîrkirin bû 13 kes. -
HPG'ê dîmenê çalakiya li Heftanînê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya 19'ê Gulanê ya li Xantûr a Heftanînê weşand, ku di encamê de 7 dagirker hatibûn cezakirin. -
Parlamenterê YNK'î Zêbarî: Êriş li ser neteweya Kurd e
Parlamenterê YNK’ê Zikrî Zêbarî bal kişand ser êrişên dagirkeriyê ya li ser Başûrê Kurdistanê û got: “Rastî ev yek, pir vekirî û zelal e; êrişa wî li ser neteweya Kurd e." -
Panîk û reva leşkerên artêşa Tirk
Leşkerên Tirk ên ku hewl didin ji Girê FM xwe berdin jêrê, bi çalakiya gerîla re dikevin nava panîkê û direvin. Perîşaniya leşkerên Tirk bi kameraya gerîla hate kişandin. -
Li nêzî sefaretxaneyên Emerîka û Rûsyayê êrîş
Li kuçeya El Miseyf a Hewlêrê ku sefaretxaneyên Emerîka û Rûsyayê jî lê ne bi balefirekî bêmirov a bi çek êrîşek pêk hat. Di encama êrîşê de hin wesayîtan zirar dît. -
Li Metîna 5 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayan li herêma Metîna li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke nû li dar xistin, herî kêm 5 dagirker hatin cezakirin. -
Hevdîtinên Şandeya Aştiyê berdewam in
Şandeya Aştiyê ya ji bo Parastina Kurdistanê, îro li Hewlêrê bi Yekgirtî, Neteweyên Yekbûyî û Komeleya Îslamî ya Kurdistanê re li hev civiya. -
Hejmara rojnamevanên hatin destgîrkirin derket 21’an
Li Amedê hejmara rojnamevanên destgîrkirî derket 21’an. Rojnamevan Mehmet Elî Ertaş jî hat binçavkirin û 10 saetan kelemçekirî hat rawestandin. -
Kedkarê çapemeniya azad Akdemîr hate bîranîn
Xebatkarê Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîrê kuçeya ku ji aliyê Hîzbulkontrayê ve hat qetilkirin, hat bibîranîn. -
Li Amed, Avaşîn, Metîna û Zapê 16 dagirker hatin cezakirin - HATE NÛKIRIN
Çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê ji Amedê heta Avaşînê bênavber didome. Di çalakiyan de bi qasî ku hate tespîtkirin 16 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin û derb li helîkoptereke êrîşê hate xistin. -
Nobeda Edaletê ya li Wanê dewam dike
Polîsên Tirk li Wanê êrişî axaftina bi Kurdî ya dayika girtiyan a li Nobeda Edaletê kirin û gotin, "Bi Tirkî biaxivin. Ez naxwazin li we guhdarî bikim." -
'Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin'
DFG û MKGP'ê destgîrkirina rojnamevanan şermezar kirin û gotin, "Hêza we têrê nake ku çapemeniya azad bêdeng bikin." -
Nobeda Edaletê: Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyan dibin
Malbatên ku di Nobeda Edaletê de ne diyar kirin, ku bi hiqûqa dijminatiyê nêzîkatî li girtiyan tê kirin û gotin, "Heta ku daxwazên me bêne bicihanîn em ê li qadan bin." -
Şehîd Amara Şerîf li Mexmûrê hate bîranîn
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) gerîlaya YJA-Starê Amara Şerîf di yekemîn salvegera şehadeta xwe de hate bîranîn. -
Li Şirnexê 6 kes hatin destgîrkirin
Hêzên dewleta Tirk li Şirnex û gundên wê avêtin ser malan û herî kêm 6 kes destgîr kirin. -
Li Amedê gelek rojnamevan hatin destgîrkirin - HATE NÛKIRIN
Li Amedê di operasyonên qirkirina siyasî de gelek rojnamevan hatin destgîrkirin. -
Koçberên Bakurê Kurdistanê li Silêmaniyeyê bi rayedarên NY re rûniştin
Penaberên siyasî yên ji Bakurê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê ne û timî êriş li dijî wan têne kirin, bi nûnerên Iraqê yên Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kirin. -
Hevseroka HDP’a Wanê ji bo meşa Gemlîkê bang kir
Hevseroka HDP’ê ya Wanê Handan Karakoyûn diyar kir ku ew bang li gelê Wanê dikin ku roja Şemiyê tevlî meşa Gemlîkê bibin. -
Li Kurdan qedexe ye, li alîgirên desthilatdariyê serbest e
Li Wanê, her cûre çalakî û xwepêşandan li gelê Kurd û saziyên demokratîk qedexe ne, lê belê ji bo civat û weqfên nêzî desthilatdariyê serbest e. -
'Aciz in, lê bêhelwest in'
Ji 'Heyeta Aştiyê ya ji bo Parastina Kurdistanê' Serokê CÎK'ê Hafiz Ahmet Tûrhalli got, partiyên siyasî yên ku wan serdana wan kirine, hemû ji êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk aciz in.