Hevdîtinên Şandeya Aştiyê berdewam in

Şandeya Aştiyê ya ji bo Parastina Kurdistanê, îro li Hewlêrê bi Yekgirtî, Neteweyên Yekbûyî û Komeleya Îslamî ya Kurdistanê re li hev civiya.

Hevdîtinên Şandeya Aştiyê ji bo Parastina Kurdistanê ya bi 7 kesan a li Ewropayê hat avakirin, ji bo gotûbêjkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çû Başûrê Kurdistanê û bi partiyên siyasî û derûdorên cuda re hevdîtinan dike.

Şande duh bi nûnêrên partiyên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê re li hev civiya, bi pişt re hevdîtin bi Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK û nûnêrên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re kirin.

Şandeya Aştiyê, ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyeyê îro jî li hevdîtinên xwe dewam kir; bi Yekgirtî, Neteweyên Yekbûyî, Komeleya Islamî ya Kurdistanê re rûnişt.

Di hevdîtinan de behsa ji aciziya êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên hebûna neteweya Kurd dixin xeteriyê hat kirin.

Şande, wê êvarê li Silêmaniyeyê li hevdîtinan dewam bike.