Parlamenterê YNK'î Zêbarî: Êriş li ser neteweya Kurd e

Parlamenterê YNK’ê Zikrî Zêbarî bal kişand ser êrişên dagirkeriyê ya li ser Başûrê Kurdistanê û got: “Rastî ev yek, pir vekirî û zelal e; êrişa wî li ser neteweya Kurd e."

Parlamenterê Partiya Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) Zikrî Zêbarî diyar kir ku divê gelê Kurd bal dar be û baş bizane êrişa bi hinceta PKK’ê tê kirine ne rast e, ti têkilî bi PKK’ê re nîne, got: “Tirkiye dixwaze berî Peyaman Lozanê pîlana danî, herêmê dagir bike.”

Parlamenterê Partiya Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) Zikrî Zêbarî derbarê li hevkirin û êrişên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û helwesta gelê Kurd a li ber vê ji ANF’ê re axivî.

‘HERÊMA KURDISTAN Û SÎNOR NE EWLE YE’

Zêbarî bal kişand ser ewlehiya Herêma Başûrê Kurdistanê û hedefkirina welatparêz û şoregeran û got: “Di rastî de ji aliyê ewlekariyê ve rewşa Herêma Kurdistanê baş nabînim. Li hemû xetên sînor û dîsa navçe û bajaran destê derve li nav heye. Ew kesên welatparêz bin, ji aliyê dagirkeran ve dibin armanc. Divê Başûrê Kurdistanê emniyeta xwe biparêze. Destê derve yên li nava Başûrê Kurdistanê qut bike.”

‘ÊRIŞA TÊ KIRIN TÊKILÎ BI PKK’Ê NÎNE, ARMANC TINEKIRINA NASNAMEYA GELÊ KURD E’

Parlamenterê YNK’ê Zikrî Zêbarî anî ziman armanca êrişan tinekirina nasnameya gelê Kurd e û ev anî ziman: “Di rastî de şerê dagirkerên Kurdistanê li ser sê parçeyên Kurdistanê heye. Bi van êrişan jî dixwazin temamî nasnameya Kurd jê bibin. Rojane êriş dibin ser Başûrê Kurdistanê bi hinceta PKK’ê, di rastiyê de peywendî bi PKK’ê ve nîne. Zêde nemaye em dikevin sala 2023’an sedsaliya Peymana Lozanê ya li ser Kurdistanê hatî kirin, dewleta Tirk û Erdogan dixwaze xeyala xwe pêk bîne.

‘HEWL DIDE TEVAHÎ ROJAVA DAGIR BIKE’ 

Zêbarî bal kişand ser êrişên li Rojavayê Kurdistanê jî û got: “Li Rojavayê Kurdistanê êriş dike. Rojavayê Kurdistanê bi xwîna hezaran keç û kurên Kurdan hatiye azadkirin, hebûna Kurdan li Rojavayê Kurdistanê qebûl nekir. Erdogan êriş bire ser Efrîn û Efrîn dagir kir. Niha jî hewl dide hemû Rojavayê Kurdistanê dagir bike. 

‘PIR VEKIRÎ Û ZELAL E; ÊRÎŞ LI SER NETEWEYA KURD E’

Parlamenterê YNK’î ev nirxandin kir: “Li Bakurê Kurdistanê di hilbijartineke azad de, partiya HDP’ê 80’ê kursî bi dest xwe ve anî. Hebûna Kurdan li Bakurê Kurdistanê jî qebûl nekir. Êrîş bire ser navendên HDP’ê û hemû hevşaredar ji kar girtin û girtin girtîgehê. Parlamenter û Hevserokê HDP’ê Birêz Selehattîn Demîrtaş jî girtin. Li kûdera cîhanê heye parlementerek weke Selahattîn Demîrtaş xwedî 7 milyon deng, bê girtin. Rastî ev yek, pir vekirî û zelal e; êrişa wî li ser netewa Kurd e. Êrîşa wa li ser bi temamî nasnameya netewî ya Kurd e. Divê gelê Kurd baş bizane.”

'DIJMIN NABIN DOST, PDK DIVÊ DAWÎ LI LIHEVKIRINÊ BÎNE'

Parlemetner Zêbarî bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk a dagirker û wiha domand: “Her partiyeke Kurdî li gel welatek di nava têkiliyan de be, destpêkê wê ew partî û piştre netewa Kurd ziyanê jê bigire. Duh bû Kurdan sînga xwe da ber terorîstên DAÎŞ’ê ji Kobanê bigire heta Kerkûkê. Me tevan li wir rola dagirkeriya Tirk dît. Ti alîkarî neda netewa Kurd, alîkarî da terorîstên DAÎŞ’ê ku Kurdan ji nav bibe. Divê netewa Kurd û hemû partiyên siyasî, hewl bidin nava mala xwe rêk bixin. Ti welatek dostê netewa Kurd nîne. Divê destpêkê netewa Kurd nav mala xwe li hev bike. Destê derve li nava xwe dûr bixe. Xeteriyek mezin li ser desthilata siyasî ya Başûrê Kurdistanê heye. Xeteriyek mezin li ser Rojavayê Kurdistanê heye. Divê gelê Kurd baş bizane, mezintirîn dijminên gelê Kurd bernameya xwe ya nû amadekirî, dixwaz pêk bîne û careke din Kurdan tine bike. Ji bo wê divê qet PDK li gel dewleta Tirk lihevkirinê pêk neîne. Berovajî divê li gel hêzên Kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê rêk bikevin. Pilansaziyek danin, hewl bidin netewa Kurd ji vê dagirkerî û pilana nû biparêzin.

'DIVÊ PARTIYÊN KURDÎ LI HEV BIKIN'

Banga min ji bo hemû partî û aliyên siyasî yên li ber dagirkeriyê xwedî helwest ew e ku; lezûbez li hev bicivin, bi berpirsyariyeke mezin tevger bikin. Wisa nekin ku partiyeke siyasî ji xeleka netewî biçe deve. Eger ew partiyên xwedî hewlestên netewî bin, yek xîtaba siyasî hebin, bi lezgîn bicivin, wê bikare rêgiriyê li her partiya siyasî bike ku li kûderê be ji bo berjewendiyên xwe kar dike li gel dewlete dagirker. Divê rê nedin partiyeke siyasî ji xeleka netewî biçe derve. 

'NETEWEYA KURJ MILKÊ PARTIYEK TENÊ NÎNE, MILKÊ HEMÛ KURDAN E'

Neteweya Kurd milkê partiyeke siyasî tenê nîne. Netewaya Kurd milkê hemû Kurdan. Ji dîrokê ve bi hezaran keç û kurên Kurdan ji bo axa welatê xwe xwîna xwe rijandine. Divê rê nedin ku ev xwîn ber avê biçe. Divê hewl bidin rûmet û kerameta netewî ya gelê Kurd biparêzin.”