Hejmara mirovên li Şirnexê hatin destgîrkirin bû 13 kes
Li navend û gundên Şirnexê, di serdegirtinên roja Çarşemê de hejmara mirovên hatin destgîrkirin bû 13 kes.
Li navend û gundên Şirnexê, di serdegirtinên roja Çarşemê de hejmara mirovên hatin destgîrkirin bû 13 kes.
Polîs û leşkerên Tirk li gel navenda Şirnexê, li gundên Avgamasiya û Serdehlê û Avahiyên Afetê roja Çarşemê avêtin ser malan.
Hejmara kesên di serdegirtinan de hatin destgîrkirin bû 13 kes. Navê kesên hatine destgîrkirin wiha ne:
"Nîhat Ustun, Saît Ustun, Abdûrahman Altay, Salîh Ceylan, Haci Ustun, Halît Gungen, Adil Ustun, Omer Gulenç, Nîzar Kilinç, Emîn Mûngan, Emîn Kulter, Naîm Tûnç û Şoreş Akin."
13 kesên ku li Fermandairya Tumenê ya Jendermeyan a 23'emîn a Şirnexê têne girtin, nayê zanîn bê bi çi têne sûcdarkirin.