Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan dewam kir

Xizmên girtiyan li Amedê di roja 206'an Nobeta Edaletê dewam kirin.

Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan a li Amedê di roja 206'an de li ber Edliyeya Amedê dewam kir. Li gel nûnerên rêxistinên civakî, endam û rêveberên partiyên DBP, HDP, TÎP, DEVA, OHD'ê piştgirî dan çalakiyê.

Hevserokê Partiya DEVA ya Amedê Cîhan Ulsen li qada çalakiyê axivî û got, "Mesele veguheriye meseleya cezakirina malbatan. Zêdeyî 1600 girtî di asta mirinê de nexweş in. Ji bo ev bêhiqûqî bê bihîstin û dawî li bêedaletiyê bê anîn divê mirov li benda mirina mirovan nemîne. Tavilê divê guhertina hiqûqî bê kirin û dawî li vê yekê bê anîn."

Daxuyanî bi dirûşma "Maf, hiqûq, edalet" bi dawî bû.