Malbata Şenyaşar 458 roj in di Nobeta Edaletê de ye

Malbata Şenyaşar li ber edliyeya Rihayê 458 roj in daxwaza edaletê dike.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, nobeta xwe ya edaletê dewam dike. Nobeta ku 9'ê Adara 2021'ê li ber edliyeya li Rihayê destpê kir, îro di roja 458'an de ye. Malbat serê sibehê ji mala xwe ya li Pirsûsê hat ber edliyeyê û dest bi çalakiya nobetê kir. Dayik tevî kurê xwe li ser doz û têkoşîna xwe agahiyan didin parêzer û mirovên li ediyeyê.

Emîne Şenyaşar ku li gel pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jî bênavber çalakiyê dewam dike, wiha axivî, "458 roj in em li vir rûdinên. Kurê min Fadil 4 sal in bêguneh girtî ye. Heta ku edalet bi cih bê ez ê li vir bim. Ji bo her kesî daxwaza edaletê dikim. Du daxwazên me hene; bila kurê min serbest berdin û kesên komkujî kirine bêne girtin. Heta ku daxwazên me bi cih bêne anîn ez ê li vir bim."