'Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin'

DFG û MKGP'ê destgîrkirina rojnamevanan şermezar kirin û gotin, "Hêza we têrê nake ku çapemeniya azad bêdeng bikin."

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) li pêşiya avahiya DFG'ê li ser destgîrkirina rojnamevanan daxuyaniyek dan çapemeniyê. Rojnamevanên endamên DFG, MKGP, Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) û nûnerên Rêxistina HDP'ê ya Amedê tevlî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmên "Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin" hatin qîrîn û Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû daxuyanî da.

Muftuoglû diyar kir ku di serdegirtinan de gelek rojnamevan hatine destgîrkirin, her wiha telefon û materyalên dîjîtal hatine desteserkirin, di serdegirtina buroya Jinnewsê de hard dîskên kompûterên ajansê hatine desteserkirin.

'PÊVAJOYA JI ÊRIŞÊN NÛ Û TEPISANDINÊ'

Muftuoglû bi bîr xist ku medya desthilatdariyê bi sernavê "Rêxistiniya Komîteya Çapemeniyê" serdegirtin ragihandiye û destnîşan kir ku ev yek jî nîşan dide ku pêvajoyeke nû ya êrişê û tepisandinê di dewrê de ye. Muftuoglû got, "Hevalên me bi nûçe, bername û şîroveyên li qenalên Stêrk TV û Medya Haber TV têne sûcdarkirin. Ji van hincetan jî tê fêhmkirin ku nûçe û weşanên hevalên me yên rojnamevan ji xwe bi rengekî eşkere ji raya giştî re têne ragihandin. Lê belê têgihiştineke welê diafirînin ku mîna karekî veşartî dikin. Divê were zanîn ku îdîayên li hemberî hevalên me hemû bêbingeh in. Rojnamevanek dema ku karê xwe dike, ne ji ber polîtîkaya weşanê ya saziya lê dixebite, lê belê ji ber nûçeyên ku bi xwe çêdike berpirsyar e. Em dubare dikin ku em ê li ber polîtîkaya zext, tundî û şer serî netewînin."

'DIXWAZIN RASTIYA LI KURDISTANÊ BÊ VEŞARTIN'

Muftuoglû ragihand ku sedema esasî ya destgîrkirinê ew e ku dixwazin binpêkirinên mafên mirovan ên li Kurdistanê eşkere nebin û got, "Desthilatdarî dixwaze polîtîkayên xwe yên şerê qirêj ji aliyê raya giştî ve neyê zanîn, lewma serî li van rêbazan dide. Di demekê de ku polîtîkayên şer li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê ya Federe tê meşandin û tê gotin ku wê operasyonên nû lê bêne zêdekirin, ev destgîrkirin hewldana ji bo bêdengkirina Kurdan e. Eşkere ye ku weke parçeyek ji qirkirina civakî, aborî û siyasî ya li hundir û derveyî welat li dijî Kurdan tê kirin, dixwazin rojnamevanên Kurd bêne bêdengkirin."

Muftuoglû bi dewamî anî ziman ku berê bi dehan hevalên wan ên rojnamevan hatin destgîrkirin, girtin û sirgûnkirin, her wiha hinek jê hatin qetilkirin û xwest, rojnamevanên hatine destgîrkirin tavilê bêne berdan. Muftuoglû got, "Mîna doh îro jî em ê bibin dengê gelê Kurd, gelên li Tirkiyeyê, kedkar, zarok, jin, bawerî û hemû bindestiyan."

Berdevka MKGP'ê Roza Metîna jî got, "Weke rojnamevanên jin em dixwazin hevalên me bêne berdan. Rojnamevanî sûc nîne."

Nûnerê TGS'ê Mahmût Oral jî got, "Zextên ku heta niha li rojnamevanan hate kirin bê encam man. Ji niha û pê ve jî wê bê encam bimînin."