'Aciz in, lê bêhelwest in'

Ji 'Heyeta Aştiyê ya ji bo Parastina Kurdistanê' Serokê CÎK'ê Hafiz Ahmet Tûrhalli got, partiyên siyasî yên ku wan serdana wan kirine, hemû ji êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk aciz in.

Heyeta Aştiyê ya ji bo Parastina Kurdistanê ku ji 7 kesan pêk tê, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi partiyên siyasî re hevdîtin kir. Endamê heyetê Serokê CÎK'ê Hafiz Ahmet Tûrhalli anî ziman ku nûnerên siyasî yên ku wan hevdîtin bi wan re kirine, hemûyan gotin ku ew li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk in.

Heyeta ji Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli, Prof. Dr. Salar Basîra, Seroka Yekîtiya Tenduristvanên Kurd Dr. Zeynep Bînîcî, şêwirmenda aktîvîsta mafên jinan û penaberan Ronak Azîz, ji Weqfa Lînangan (Hollanda) Hunermend Glorîos Jûn Satûrey, Berdevkê Enternasyonal a Pêşverû Danîel Kopp û çavdêrê siyasî Yilmaz Peşkevin Kaba, ji bo pêşîgirtina li êrişên Tirkiyeyê li Hewlêrê hevdîtinan dewam dike. Heyetê li avahiya Parlamenta Başûrê Kurdistanê bi komên YNK, PDK û Tevgera Goran re hevdîtin kir.

PARTIYÊN SIYASÎ HEMÛ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ NE

Serokê CÎK'ê Hafiz Ahmet Tûrhalli ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ji bo balê bikişînin ser bikaranîna êrişên dagirkeriyê yên bi çekên kîmyewî û bi partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê re hevdîtinan bikin ew hatine herêmê.

Tûrhalli ragihand ku wan bi partiyên ku li Parlamenta Başûrê Kurdistanê komên xwe hene yan jî yên ku komên xwe tune ne, hevdîtin kirine û got, "Nûnerên Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê û Partiya Zehmetkêşanî Kurdistanê ku li meclîsê koma xwe nîne, bi rengekî eşkere gotin ku ew dagirkeriya dewleta Tirk şermezar dikin. Her wiha bi bîr xistin ku li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk daxuyanî dane. Me hevdîtin bi berdevkên komên meclîsê yên PDK, YNK û Goran re hevdîtin kir. Wan jî gotin ku ew li dijî dagirkeriya dewleta Tirk in. Bi taybetî tevî ku nêrîna fermî ya PDK'ê li nava raya giştî alîgirê dagirkeriyê ye jî, me dît ku Berdevkê Komê yê Parlamentê ji hewldana dagirkeriyê aciz e. Partiyên siyasî hemû yên ku me hevdîtin bi wan re kir, bi bîr xistin ku dewleta Tirk endamê NATO'yê ye û NATO piştgiriyê dide dewleta Tirk. Me hevdîtinên xwe hînê neqedandine. Piştî ku hevdîtin temam kir em ê raporekê li ser hevdîtinan amade bikin û parve bikin. Em ê hewldanên xwe yên sivîl dewam bikin."

YNK ZELAL NÎNE, PDK JÎ BI PIRSGIRÊK E

Siyasetmedarê berê yê ji Silêmaniyeyê Prof. Dr. Salar Basîr ku li zanîngehên Silêmaniye û Elmanyayê dersan dide, li ser hevdîtinên bi sê partiyên ku komên xwe li meclîsê hene wiha axivî: "Bi sê partiyan re me li ser êrişên Tirkiyeyê hevdîtin kir û me ji wan re got ku ev êriş li ser hebûna neteweya Kurd metirsî ye. Me ji wan pirsî; parlament ku saziya herî bilind e çima li hemberî van êrişan helwestê nîşan nade. Helwesta Koma Tevgera Goran a li dijî êrişan zelal bû. Lê belê helwesta YNK û PDK'ê zelal nebû. PDK ji êrişan PKK berpirsyar nîşan da û got, 'Eger PKK li herêmê nebe Tirkiye jî êriş nake'."

Tê payin ku heyet îro derbasî Silêmaniyeyê bibe û bi nûnerên partiyên siyasî û rewşenbîran re hevdîtinan bike.