Çalakiyên ji bo bîranîna şehîdên Zendûra: 17 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo bîranîna Lehengên Zendûra yên par şehîd bûn çalakî lidar xistin. Di encamê de 17 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 4 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Berxwedan û çalakiyên hevrêyên me yên li tunelên şer û tîmê me yên bi tevger ku bi ruhê fedaî, biryardariya serketinê û îradeya ji pola ya Apoyî lidar dixin, bênavber dewam dikin. Hevrêyên me ji bo bîranîna Lehengên Zendûrayê ku sala 2021'ê şehîd bûn çalakî lidar xistin. Di encamê de 17 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker birîndar bûn, 3 kamerayên mobesse û sîstemeke radar hatin îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker 37 caran bi teqemeniyan û 24 caran jî bi çekên kîmyewî û gazên bi jehr bombe li tunelên şer barandin. Qadên berxwedanê 25 caran bi balafirên şer, 20 caran bi helîkopterên êrişê û ji qereqolên li ser sînor jî bi obusan hatin bombekirin."

Li gorî daxuyaniyê agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:

"LI HERÊMA AVAŞÎNÊ;

8'ê Hezîranê saet di 01:00 de li Qada Berxedanê ya Werxelê kamerayên mobesse yên û sîstema radar a dagirkeran li qadê bi cih kirin, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve hatin îmhakirin. Di encama çalakiyê de 2 mobesse û sîstemeke radarê hatin rûxandin.

8'ê Hezîranê saet di 15:35'an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Werxelê hate xistin. Di çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin û dagirkerên ku derb xwarin bi astekê xwe vekişandin.

LI HERÊMA METÎNAYÊ;

6'ê Hezîranê li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî tîmên me yên bi tevger bi çekên ferdî û nîv otomatîk çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin.

7'ê Hezîranê saet di 12:05'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

8'ê Hezîranê saet di 18:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

8'ê Hezîranê saet di 15:55'an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM kamerayeke mobesse bi sûîqestê hat îmhakirin.

LI HERÊMA ZAPÊ;

8'ê Hezîranê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Karker, li dijî dagirkerên ku hewl didan bi cih bibin hêzên me yên YJA Starê bi sûîqestê çalakî kirin. Di çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

8'ê Hezîranê saet di 14:20 û 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahîn bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Dagirkerên ku derb xwarin neçar man bi astekê xwe vekişînin.

9'ê Hezîranê saet di 00:00 û 02:15'an de li Qada Berxwedanê ya Karker li dijî dagirkeran hêzên me yên YJA Starê çalakiyên sûîqestê kirin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

ÊRIŞÊN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ

Êrişên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan ên artêşa Tirk a dagirker;

7 û 8'ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî, dagirkeran li ber tunelên şer ên li Girê Şehîd Akîf agir dadan û hewl dan dû bi ser tunelan ve bişînin.

8'ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî tunelên şer ên li Şehîd Hejar û Şehîd Akîf 9 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin.

8'ê Hezîranê saet di 17.30'î de dagirkeran li pêşiya tunelên şer ên li Werxelê agir dadan û hewl dan dû bi ser tunelan ve bişînin. Saet di 18:10'an de bi gazên îsotê êrişî tunelên şer kirin.

8'ê Hezîranê ji saet 08:00 heta 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn 26 caran bi teqemeniyan û 18 caran jî bi çekên kîmyewî bombe li tunelên şer ên li Şehîd Hewrê hatin barandin.

8'ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara carekê bi teqemeniyan tunelên şer hatin bombekirin.

ÊRIŞÊN BI BALAFIR, HELÎKOPTER Û OBUSAN

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, helîkopterên êrişê û balafirên şer;

7'ê Hezîranê saet di 18.20'î de li herêma Garê derdora gundê Gûzê bi balafirên şer carekê hate bombekirin.

7'ê Hezîranê Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin.

8'ê Hezîranê li herêma Xakurkê, qadên Ava Lolanê û Girê Şehîd Heqî bi obusan hatin bombekirin.

8 û 9'ê Hezîranê Girê Hakkarî, Girê Cûdî, Girê FM, Çiyareş, Karker, Şikefta Birîndara bi helîkopterên êrişê 20 caran hatin bombekirin.

8 û 9'ê Hezîranê qadên Werxelê, Çiyareş, Şikefta Birîndara, Çemço û Girê Bahar 24 caran bi balafirên şer hatin bombekirin."