Nobeda Edaletê ya li Wanê dewam dike

Polîsên Tirk li Wanê êrişî axaftina bi Kurdî ya dayika girtiyan a li Nobeda Edaletê kirin û gotin, "Bi Tirkî biaxivin. Ez naxwazin li we guhdarî bikim."

Xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediya ye lê nayên berdan, çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê li ber Saziya Tipa Edlî dewam kir. Polîsan bi hinceta qedexeya walîtiyê hewl dan li pêşiya çalakiyê bibin asteng. Di çalakiyê de rêveberên HDP û DBP'ê yên Bajêr, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî amade bûn.

Polîsan bi TOMA'yan dor li qada çalakiyê girtin û li cihekî nêzî avahiyê pêşî li çalakgeran girtin. Dayika Botan Tîmûr ku 7 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî ye, Aslihan Tîmûr nerazîbûn nîşanî helwesta polîsan da û bi Kurdî got, "Ez ji bo zarokê xwe li vir im, ji bo edaletê li vir im." Li ser vê yekê polîs nerazîbûn nîşanî axaftina bi zimanê dayikê ya Tîmûr da û got, "Eger hûn ê bi Tirkî biaxivin biaxivin. Ez naxwazim li we guhdarî bikim."

Li ser vê yekê komê nerazîbûn nîşanî polîsan da.

Polîs her wiha li pêşiya rojnamevanan bûn asteng û nehişt karê xwe bikin.