Li Kurdan qedexe ye, li alîgirên desthilatdariyê serbest e

Li Wanê, her cûre çalakî û xwepêşandan li gelê Kurd û saziyên demokratîk qedexe ne, lê belê ji bo civat û weqfên nêzî desthilatdariyê serbest e.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku bi rengekî bêdawî Rewşa Awarte li Wanê ferz dike, 6 sal in destûrê nade ku HDP, DBP, saziyên demokratîk çalakiyan lidar bixin, standan deynin, daxuyaniyê bidin çapemeniyê, meş û xwepêşandanan pêk bînin. Mafên demokratîk hemûyan qedexe dike. Desthilatdariya ku pîvanên Rewşa Awarte li xelkê Wanê û nûnerên wan ferz dike, rê dide alîgirên partiya xwe, cemaet, weqf û komeleyên nêzî xwe ku bi her awayî çalakiyan lidar bixin.

Cemaat, weqf û komeleyên ku mîna tevna pîrê li Wan û navçeyên wê belav bûne, bi hêsanî tevdigerin. ÎHH, Semerkand, Başak Der, Weqfên Ensar, Arvasî, Însan, Ûmûd-Der, Weqfa Anadolû Gençlîk, Cemaata Îlîm Yayma, Komeleya Piştevaniyê ya Îslam Îlîm Îrşad, Komeleya Lêkolîn û Kirina Îbadetxaneyê û bi dehan komeleyên mîna wan ên nêzî desthilatdariyê hene. Yek ji armancên van komeleyan peydakirina alîgiran ji bo AKP'ê û mezinkirina asîmîlasyonê ye.

Ev komeleyên li Wanê gelek caran li navenda bajêr û taxên wê standan datînin, kermes û xwepêşandanan lidar dixin. Walîtiya Wanê, qeymeqamên navçeyan û rêxistinên AKP'ê yên bajar û navçeyan jî tevlî van çalakiyan dibin û alîkariya madî bi wan re dikin. Bi taybetî bi xurtî tevlî festîval, şahî û çalakiyên Walîtiya Wanê û qeymeqamtiyên navçeyan dibin.