Li Rojhilatê Kurdistanê avahiyek hilweşiya: 2 kes mirin

Li eyaleta Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê avahiyek hilweşiya. Di encamê de herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Berdevkê Servîsa Lezgîn a Neteweyî Mûcaba Halîdî ji televîzyona dewletê ya Îranê re axivî û got, "Heta niha 2 kesan jiyana xwe ji dest dane, çar kes birîndar bûne û yek jî winda ye."

Hate ragihandin ku avahiya hilweşiyayî sê qatî ye, li bajarokê Newsûdê yê navçeya Pavehê ya Kirmaşanê ye.

Waliyê Pavehê Ardeşîr Rustemî got, avahî ji ber teqîna gazê hilweşiya ye.

23'ê Gulanê li bajarê Abadan ê li eyaleta Xuzistanê ya li başûr rojavayê Îranê avahiyeke ji 10 qatî hilweşiya bû, 43 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û şaredarên berê jî di nav de 13 kes hatibûn destgîrkirin.

Bûyera li Abadanê weke yek ji felaketên herî kujer ên salên dawî hatibû pênasekirin û li gelek bajaran li hemberî nelirêtiyê çalakî hatibûn lidarxistin.

8'ê Hezîranê roja Pêncşemê jî li nêzî bajarê Tabaxê treneke rêwiyan ji rê derketibû, herî kêm 21 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi dehan kes birîndar bûbûn.