Hevseroka HDP’a Wanê ji bo meşa Gemlîkê bang kir

Hevseroka HDP’ê ya Wanê Handan Karakoyûn diyar kir ku ew bang li gelê Wanê dikin ku roja Şemiyê tevlî meşa Gemlîkê bibin.

Gelê Wanê ji bo şikandina tecrîda li ser Îmraliyê xwe ji meşa Gemlîkê re amade dike. Meş bi pêşengiya HDP’ê wê were lidarxistin û xebatên ji bo meşê didomin. Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyûn, qala girîngiya meşa Gemlîkê û banga tevlêbûnê li gelê Wanê kir.

Karakoyûn diyar kir ji beriya HDP’ê jî li ser siyaseta Kurdan zext, girtin û destgîrkirin hebû û got “Berê jî negihiştin armanca xwe, wê îro jî negihêjin armanca xwe. Herî dawîn 9 hevalên me hatin girtin. Hevalên me wekî nûnerên saziyên sivîl û heyetên çavdêr li wan cihan bûn. Raporên li ser meseleyê radigihandin ji hikumetê re jî. Ev xebatên wan niha jî bûye sûc. Em ê careke din vê kûmpasê hilweşînin. Doza Kobanê çawa ku kûmpas bû, ev doz jî kûmpas e. Divê hevalên me werin berdan. Îro tişta ji bo gelên Tirkiyeyê û baweriyan hewce, aştî û demokrasî ye.”

EM DIMEŞIN GEMLÎKÊ

Karakoyûn diyar kir meşa Gemlîkê gelekî girîng e û got “Roja Şemiyê ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji girtîgehan gelek cenaze tên. Ji bo ku ev tişt bi dawî bibin, roja Şemiyê saet di 12.00’an de, em dimeşin Gemlîkê. Em bang li hemû gelê xwe dikin, li hemberî tecrîd, mirin û krîzên siyasî em dimeşin Gemlîkê. Ji bo ku em pêşiya van rewşên xerab bigirin, em ê tevî gelê xwe li Gemlîkê bin.”