HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûne eşkere kir û got “Heta ku em armancên hevrêyên xwe Cesûr, Baran û Mazlûm bi ser bixînin, em sozê didin ku em ê têkoşînê mezintir bikin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê 3 gerîlayên şehîd ev daxuyanî da:

“Têkoşîna qehremaniya destanî û dîrokî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê didome. Kesên dîrokeke mezin dinivîsin û şehîd dibin, hevrêyên me yên qehreman in. Em bi saya şehîdên xwe yên wêrek têdikoşin, li ber xwe didin, derbên giran li dijmin dixin û ber bi serkeftinê ve diçin. Di dîroka têkoşîna me ya nîvsedsalî de, çawa ku em deyndarî Rêbertî û şehîdên xwe ne, em îro jî dizanin ku heman serkeftin bi saya berxwedana Rêbertiya me, şehîdên me û gelên me pêk tê.Hevrêyên me Cesûr, Baran û Mazlûm di 3 û 13’ê Gulanê de şehîd bûne. Ji roja ku êrîşên dagirker hatiye destpêkirin, ev hevrêyên me bi fedakariyeke mezin li hemberî dagirkeran şer kirine û bûne fermandar û milîtanên pêşeng ên berxwedana Zapê. Hevalên me Cesûr, Baran û Mazlûm ên ku bi qasî helwesta wan a jiyanê, li qada şer bi cesareta xwe jî ji bo me bûne mînak. Heta ku em armancên hevrêyên xwe Cesûr, Baran û Mazlûm bi ser bixînin, em sozê didin ku em ê têkoşînê mezintir bikin.

Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe û ji gelê Kurdistanê yê welatparêz û dilê wan bi gerîlayan re dixwazin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Cesûr Têkoşer

  Nav û paşnav: Yûsûf Gulbay

  Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

  Navê dê û bav: Marya - Şaban

  Dîrok û cihê şehadetê: 13’ê Gulana 2022’an / Zap

 

  Nasnav: Baran Kobanê

  Nav û paşnav: Mûhammed Alî Haydar

  Cihê jidayikbûnê: Efrîn

  Navê dê û bav: Miyase - Sefer

  Dîrok û cihê şehadetê: 13’ê Gulana 2022’an / Zap

 

  Nasnav: Mazlûm Amed

  Nav û paşnav: Kadrî Sûbaşi

  Cihê jidayikbûnê: Amed

  Navê dê û bav: Sedîka - Abdulsayîm

  Dîrok û cihê şehadetê: 3’ê Gulana 2022’an / Zap

 

CESÛR TÊKOŞER

Heval Cesûr ê ji eşîra Pinyanîşê ye, di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber welatparêziya herêma Colemêrgê heval Cesûr Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê di temenekî biçûk de nas kiriye. Ji ber ku dijmin di warê leşkerî de li Colemêrgê kiriye ku gelê me yê Colemêrgê bizanibe ew gelekî di bin mêtingeriyê de ye, wekî her ciwanên Kurd hevrê Cesûr jî li hemberî vî tiştî hêrseke wî ya mezin çêbûye. Zextên dijmin û berxwedana destanî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bandoreke mezin li heval Cesûr kiriye û tevlî nav xebatên ciwanan bûye. Gelek salan di nav xebatên ciwanan de bi heyecan, coş û xebatkariya xwe bûye xwediyê pratîkeke mezin. Wî di nav ciwanan de ruh, cesaret û bîr ava kiriye û di heman demê de xebatên xweparastinê jî rêxistin kiriye. Heval Cesûr ji bo ku layiqî Rêbertî û hevrêyên me yên şehîd bibe, biryar daye rêya têkoşîna xurt encax di nav refên gerîlayan de pêk were û di sala 2015’an de tevlî nav refên gerîlayan bûy. Wî beşeke dirêj a jiyana xwe ya gerîlatiyê li Zapê derbas kiriye û ji bo ku li hemberî êrîşên dijmin bibe bersiv, wî geşbûna di hunera leşkerî de daye ber xwe. Wî xwe hînî bikaranîna gelek çekan kiriye û di taktîk û tarza gerîla de xwe pêş xistiye. Ew li Zapê tevlî gelek çalakiyan bûye û ji ber qetlîaman hesab ji dijmin xwestiye. Heval Cesûr ê ku bi dirustî û kesayetiya xwe ya kedkar di nav hevalên xwe de gelek dihat hezkirin û li Zapê gelek xebat meşandiye.Heval Cesûr li qada Zapê hay ji berpirsyariya xwe ya dîrokî hebû, ji hevalên xwe re fermandarî kiriye û pêşengtî ji pêvajoyê re kiriye. Wekî fermandarê herêmê bi çalakiyên surprîz gelek caran derbên giran li dagirkeran xistiye û bi tarza şerê xwe yê wekî bazan, bûye yek ji pratîkvanê hoste yê gerîlatiya serdema nû.

BARAN KOBANÊ

Heval Baran li Efrînê ya ku li hemberî dijmin xwedî helwesteke bi rûmet e, ji dayik bûye. Ji ber welatparêziya derdorê û destkeftiyên şoreşger ên Şoreşa Azadiyê ya Rojava, ketiye bandorê  û demeke dirêj di nav xebatên şoreşê de cih girtiye. Heval Baran di gelek qadan de xebat meşandiye û di şerê li dijî çete û artêşa Tirk a dagirker de roleke mezin stendiye. Heval Baran li qada şer her dem li pêş bû û di dema şer de jî tecrubeyên mezin bi dest xistiye. Beriya ku tevlî têkoşîna şoreşê bibe, xeyala wî ev bû ku bibe gerîla. Ji bo ku vê xeyala xwe pêk bîne, milîtaniyeke mînak ji xwe re kiriye esas. Piştî ku tevlî nav refên gerîlayan bûye jî wî ev helwesta xwe ya milîtaniyê domandiye. Wî tecrubeya xwe ya leşkerî xwestiye li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk pêk bîne û di sala 2021’an de derbasî qada Zapê bûye. Li qada Zapê bi taybetiya xwe ya kedkar di her xebatê de serkeftî bûye û pêşengtî ji hevrêyên xwe re kiriye. Li hemberî êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi ruhekî mezin ê Apoyî mudaxele kiriye û kiriye ku dijmin hê di destpêkê de derban bixwe. Heval Baran taktîka şerê tîmên nîvgerok bir profesyonelî bi kar aniye û bi vê taktîkê gelek caran li hemberî dijmin çalakiyên serkeftî pêk aniye. Heval Baran lêkûrbûna di felsefeya Rêbertî de ji xwe re wekî hedefa sereke hilbijartiye û têkoşîna xwe jî li ser vî tiştî ava kiriye. Heval Baran heta kêlîka ku şehîd bûye, bi tevlêbûna xwe ya bi coş û moral, hêz daye hevalên xwe û êrişên dagirkeran pûç kiriye.

MAZLÛM AMED

Hevrê Mazlûm li navçeya Hezro ya Amedê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye û bi naskirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê mezin bûye. Bi saya kesayetiya xwe ya bi çanda qedîm a civaka Kurdan û hestên welatparêziyê ava bûye, wî karakterekî girêdayî gel û welatê xwe bi dest xistiye. Heval Mazlûm êşa gel di dilê xwe de hîs kiriye û hay ji berpirsyariyên xwe yên civakî çêbûye. Wî hewl daye xwedî li peywirên xwe yên welatparêziyê derkeve û lê ev tişt têr nedîtiye û biryar daye tevlî nav Şoreşa Azadiyê ya Rojava bibe. Ji ber ku ew tevlî pêvajoya şoreşê bûye û ew bi xwe bûye şervanekî şoreşê, gelekî kêfxweş bûye. Her ku ew kêfxweş bûye ji gelê xwe têbikoşe, nirxan ava bike û Kurdistanê azad bike, wî têkoşîna xwe geştir kiriye. Ew bi cesaretê xwe yê bilind û bi ruhê êrişê yê mezin tevlî gelek çalakî û pêngavan bûye. Ligel ku ji mil, ling û serê xwe birîndar bûye, wî tu carî dev ji têkoşînê bernedaye û her cara ku birînên wî pak bûye, ew vegeriyaye ser peywirên xwe. Piştî ku di nav refên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de gelek peywir bi serkeftî bi cih aniye, biryar daye ku tevlî nav refên gerîlayan bibe. Dema ku tevlî nav refên gerîlayan bûye, bi coş û bextewariyeke mezin dest bi pratîkê kiriye. Tecrubeya xwe ya li Rojava li çiyayên Kurdistanê xistiye partîkê. Heval Mazlûm bi evîn û coşeke mezin tevlî Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê bûye, di çalakiyan de gelek derb li dagirkeran xistiye. Di sala 2022’an de dema ku li hemberî Zapê êrişên dagirker hatine destpêkirin jî wî berxwedaneke xurt nîşan daye. Di 3’ê Gulanê de di şer de berxwedaneke destanî nîşan dide û piştre bi qehremanî şehîd bû. Heval Mazlûm Amed di serî de rêya têkoşîneke xurt nîşanî ciwanên Kurd daye û ji me hevalên xwe re ev ferman hiştiye ku divê em mîrateya têkoşînê û armancan wan teqez pêk bînin.

Em ê alaya têkoşînê ya pîroz a şehîdên xwe bilind bikin û soza xwe dubare dikin ku em ê layiqî şehîdên xwe bin.”