Şehîd Amara Şerîf li Mexmûrê hate bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) gerîlaya YJA-Starê Amara Şerîf di yekemîn salvegera şehadeta xwe de hate bîranîn.

Gerîlaya YJA-Starê Amara Şerîf ku li gel çar hevrêyên xwe di encama êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk de gehiştibû şehadetê, li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi merasîmekê hate bîranîn.

Di destpêka merasîmê de, di kesayeta Şehîd Amara Şerîf de ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê bavê Şehîd Amara Şerîf, Ehmed Kapar axivî.

Ehmed Kapar got, "Di kesayeta şehîdên meha Gulan û Hezîranê de hemû şehîdan bi bîr tînin. Em bêjin em ê bi çend gotinan heqê şehîd bidin ew ne gengaze, xwedî derketina li şehîdan xwedî derketina li têkoşîna wan e. Bi bîranîna şehîdan ew têkoşîna ku wan nîvço hiştî em berdewan bikin encex em bi wî awayî şehîdan bibîr bînin. Şehîd ewin yên ku li hemberî kufrê, zulmê û cehaletê serî natewînin û digehin asta şehadetê. Şehîd ewin yên ku heqîqet û edaletê ji xwe re esas digrin û di nava gelan de didin rûnişkandin têkoşîn dikin û digehin asta şehadetê. Eger em dibêjin em li xwîna şehîdan xwedî derbikevin, em bîranînên wan zindî bikin divê têkoşîn bikin. Emê heta dawiya temenê xwe rêwiyê rêya rast û lêgerînvanê rêya heqîqetê bin. Ji bo vê jî em dibêjin di serî de bila serê Serokatî, rêhevalên wê, girtiyên zindanan û tevahî gelê Kurdê bi şeref û rûmet saxbe."

Piştî axaftina bavê şehîd, sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Amara Şerîf hatibû amadekirin hate temaşekirin.

Merasîm bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’, ‘Bimre îxanet’ bi dawî bû.