KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Hişkesaliyê bandor li çandiniya li Şengalê kir
Hişkesaliyê mîna li gelek deverên cîhanê bandor li Şengalê jî kir. Lewma çandinî îsal li Şengalê zêde nebû. -
Dûvika JÎTEM'ê, Tîma Xençer li ser kar e
Tîma Xençer a bi serkêşiya çeteyê AKP'ê Zubeyîr Babat li dijî Kurdan tê bikaranîn, li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişan de tê bikaranîn. -
SOMA: Divê Hikûmeta Herêmê demildest îxracata petrolê rawestîne
Rêveberê SOMO yê ji firotina petrola Iraqê berpirsyar Ela Yasirî ragihand ku divê hikûmeta herêmê demildest îxracata petrolê ji bo Tirkiyê rawestîne. -
Gerîla derbe li ser derbeyê li dagirkeran dixe: 44 dagirker hatin cezakirin
Dewleta Tirk a dagirker a bi çekên kîmyewî û her teknîkê êrîşan dike, lê dîsa pir wendahiyên xwe çêdibe. Di çalakiyan de 44 dagirker hatine cezakirin, derbeyeke giran li helîkopterekê hat xistin, 3 kemirayên mobese û yeke termal hatine îmhakirin. -
Li Erûhê 5 kes hatin destgîrkirin
Di encama serdegirtina malan a li Erûhê de 5 kes hatin destgîrkirin. -
Li Wanê êşkence li 2 girtiyan hate kirin, 3 girtî jî hatin sirgunkirin
Li Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Wanê êşkence li girtiyên bi navê Mehmet Kultur û Feyyaz Başak hate kirin, 3 girtî jî hatin sirgunkirin. -
Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 197’an de didome
Malbatên girtiyan di roja 197’emîn a Nobeta Edaletê de gotin “Êdî em naxwazin ji girtîgehan tabûtên zarokên me derkevin.” -
Mala pêşmergeyê berê Oxiz Beg hate bomberdûmankirin
Dewleta Tirk a dagirker û tevî PDK’ê êrişên xwe yên li Başûrê Kurdistanê didomîne. Artêşa Tirk a dagirker li herêma Bradostê xaniyê pêşmergeyê berê yê Oxiz Beg bomberdûman kir. -
Rêxistina HDP’ê ya Wanê hovîtiya li ser cenazeyan şermezar kir
Hevserokên HDP’a Wanê Handan Karakoyûn û Fîkret Dogan nerazîbûn nîşanî hovîtiya li ser cenazeyan dan û gotin “Hiqûqa dijminane tê kirin.” -
Karayilan: Li qada şer em têra xwe hene; dijmin xitimî ye, têk çûye
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku li qada şer ew têra xwe hene û ji bo hêzên Kurdistanî got, li dijî konsepta dewleta Tirk a tunekirina destketiyên gelê Kurd, pêwîstî bi helwesteke siyasî û neteweyî heye. -
Ji bo kujerên Zekî Çelebî bê diyarkirin, li ber Ofîsa NY çalakiya rûniştinê destpê kir
Ji bo diyarkirina kujerên Mihemed Zekî Çelebî ku li Kolana Bextiyarî li ber xwaringeha xwe di encama sûîkasetekê de şehîd bû, li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakiya rûniştinê destpê kir. -
Li Zapê 8 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Zapê çalakî kirin. Di encamê de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
Nasnameya 3 gerîlayên li Bestayê şehîd bûbûn hate eşkerekirin
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku li Bestayê şehîd bûne eşkere kir û got “Di şerê xwe yê destanî de her sê hevalên me şehîd bûn û di wateya rastîn de ew bûne PKK’yî. Em sersaxiyê ji malbata wan û ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.” -
KCK: Wê serfirazî bibe ya kesên bi ruhê 1’ê Hezîranê li ber xwe didin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir berxwedana bi heybet a li Herêmên Parastinê yên Medyayê lûtkeya pêngava 1’ê Hezîranê ye û banga tevlêbûna pêngava Cenga Azadiyê kir. -
'Dewleta Tirk li hemberî têkoşîna gerîla asê maye'
Gerîlayên HPG û YJA Starê berxwedana li Zap û Avaşînê silav kirin û gotin, dewleta Tirk a ku bi navê 'Pençe-Kîlît' dest bi êrişên dagirkeriyê kiriye, li pêşberî têkoşîna gerîla, bi xwe 'kilît' bûye. -
Li benda lêgerînê polîsan li hevserokê HDP'î xist
Li benda lêgerînê polîsan li Hevserokê HDP'ê yê Basanê Ahmet Aktûg xist û heqaret lê kirin. -
Nûnerê HDP'ê: Jiyana me di xetereyê de ye
Nûnerê HDP'ê Mehmet Çelîk diyar kir ku ew bûye hedefa çapemeniya Tirk û jiyana wî di xetereyê de ye. -
Cenazeyê kolber Seydanîferd ê dibin aşûtê de mayî hat veşartin
Cenazeyê kolber Behlûl Seydanîferd ku 4 meh berê li Şemzînanê di bin aşûtê de mabû û 2 roj berê hatibû dîtin, li gundê Bawane yê bi ser navçeya Mêrgever a Ûrmiyeyê ve hat veşartin. -
Rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan Makbûle Ozera 80 salî
Ji bo Makbûle Ozer a 80 salî rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne‘ hat dayîn. -
Di çalakiyên gerîlayan de 47 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi wesîleya silavkirina salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê hin çalakî li dar xist. Di çalakiyan de 47 leşkerên Tirk hatin cezakirin û derb li 2 helîkopteran hate xistin. -
Gerîla li Zapê lê da: 10 dagirker hatin cezakirin
Li herêma Zapê herî kêm 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, gelek çek û cebilxane jî hatin desteserkirin. -
Navenda Parastina Gel gerîla pîroz kir
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) gerîlayên di pêngavên Bazên Zagrosê û Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Maraş de cih girtibûn pîroz kir û got “Em hemû fermandar û şervanên ku bi ruhê fedaî yê Apoyî şer dikin, silav dikin.” -
Li Colemêrg û Wanê xweza tê talankirin
Serokê ÇEV-DER'ê Alî Kalçik got, li Wan û Colemêrgê bi destê şîrketên madenê xweza tê talankirin. -
Şerîk: Dewleta Tirk hîn bêhtir dide nava çiravê
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk anî ziman ku dewleta Tirk nikare ji nava krîzê derkeve û her gava diavêje wê hîn bêhtir dixe nava çiravê. -
Gerîlayan li Girê Hakkarî li dagirkeran da: Herî kêm 11 dagirker hatin cezakirin
Dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên li herêma Berxwedana Girê Hekkarî ya Metîna ku pevçûnên dijwar diqewimin bi pêş ve biçin, ji her du aliyan de hatin gulebarankirin; Herî kêm 11 dagirker hatin cezakirin.