Kedkarê çapemeniya azad Akdemîr hate bîranîn

Xebatkarê Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîrê kuçeya ku ji aliyê Hîzbulkontrayê ve hat qetilkirin, hat bibîranîn.

Komeleya Rojnamegerên Dîclê Firatê (DFG) xebatkarê Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîrê 8‘ê Hezîranê li kuçeya hat qetilkirin bi bîr anî. Bibîranîn li kuçeya Hafiz Akdemîr a Rêya Mêrgehmedê hat bibîranîn. Malbat û hevalên kar ên Akdemîr û rojnameger, Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) rêvebirên navçe û bajêr ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tev li bibîranînê bûn.

DARAZA DEWLETA TIRK QATIL BERDAN

Li vir Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû axivî û bal kişand li ser nûçeyên Akdemîr ên li ser Hizbullah û kontgerîlayê sibehekê notê ‘’Wê pênûsa te bihê şikandin, dor li ser te ye’’ danîn ber deriyê rojnameyê. Muftuoglû anî ziman ku dortira rojê jî gava li nasnameya wî nêrîn, gefa ‘Hay ji nivîsên xwe hebe’’ lê tê xwarin û 8‘ê Hezîrana 1992‘yan dema çûyîna buroya rojnameyê li kuçeya Hafiz Akdemîr a Rêya Mêrgehmedê ya niha navê wî lê hatiye kirin êrîşa bi çek jiyana xwe ji dest daye.

Muftuoglû diyar kir ku di lêpirsîna 8 sal in hatiye kirin de hêj tu pêşketin nîn e û wiha axivî: “Piştî kuştina berpirsê Hizbullahê Huseyîn Velîoglû 17‘ê Çileyê 2000‘î li vîlayeke li Beykoza Stenbolê. Di Doza Bingehîn a Hizbullahê ya li Dadgeha Cezayên Giran a Şeşemîn a Amedê 31 bersûc bi kuştina 188 kesan dihatin sûcdarkirin. Di nav van kuştinan de kuştina Hafiz Akdemîr jî hebû. Cîhan Yildiz ê bi nasnavê Huseyîn ê endamê Hizbullahê ku wek kujerê Hafiz Akdemîr dihê zanîn sala 2008‘an ji aliyê Interpolê ve li Viyanaya paytexta Awistiryayê hat girtin û anîn Tirkiyeyê. Cîhan ji kuştina 11 kesên ku yek jê Hafiz Akdemîr e berpirs hat dîtin. Di encama darizandinê de Yildiz, ji kuştina 6 kesan û birîndar 2 du kesan çekan berpirs hat dîtin û cezayê hetabihetayê lê hat birîn. Lê bi biryara ‘binpêkirina mafê darizandina bi adilî’ tevî hikumxwariyên din ên Hizbullahê piştî 9 salan hat berdan. Tê gotin ku Yildiz wek bersûcên din ên Hizbullahê reviyayê kampên derveyê welêt ên rêxistinê.“

BERTEK LI DIJÎ DESTGÎRKIRINAN

Xwarzê Akdemîr Veysî Polat jî bi bîr xist ku Akdemîr rojnamegerekî çapemeniya azad ê ji dil û can bûye û ev gotin kirin: ‘’Salvegera 30‘emîn a kuştina Hafiz Akdemîr e. Di vê roja watedar de hevalên me yên xwedî li mîrateya wî derketine serê sibehê hatine destgîrkirin. Em dibêjin rojnamegerî ne sûc e. Lewma divê hevalên me berdin. 30 sal in şaşiyan dikin.“