Li Amedê gelek rojnamevan hatin destgîrkirin - HATE NÛKIRIN

Li Amedê di operasyonên qirkirina siyasî de gelek rojnamevan hatin destgîrkirin.

Li Amedê di operasyonên qirkirina siyasî de polîsan girtin malên gelek rojnamevan.

Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Azîz Orûç, rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Bêrîvan Karatorak, Esmer Tûnç, Neşe Toprak, Zeynel Abîdin Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyûncû û Remziye Temel hatin destgîrkirin.

Telefon û materyalên dijîtal ên rojnamegerên hatine destgîrkirin jî hate desteserkirin.

Di heman demê de polîsan girtin ser buroya JINNEWS’ê ya li Yenîşehîra Amedê. Di serdegirtinê de komputer, dîskên komputerê, kovar û pirtûk jî hatin desteserkirin.

Hate ragihandin dibe ku hejmara kesên hatine destgîrkirin zêde bibe.