Nobeda Edaletê: Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyan dibin

Malbatên ku di Nobeda Edaletê de ne diyar kirin, ku bi hiqûqa dijminatiyê nêzîkatî li girtiyan tê kirin û gotin, "Heta ku daxwazên me bêne bicihanîn em ê li qadan bin."

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ku li Amedê dane destpêkirin di roja 205'an de ye. Xizmên gritiyan li pêşiya Saziya Tipa Edlî hev civiyan û endam ûr êveberên saziyên MEBYA-DER, MED TUHAD-FED, TUAY-DER, DBP û OH'ê piştgirî dan çalakgeran.

Ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî got, "Daxwaza me eşkere ye. Em dxiwazin girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan temam bûne lê nayên berdan, bên berdan."

Merwanî diyar kir, ku tevî raporên nexweşxaneyan ku dibêjin 'nabe li girtîgehê bêne hiştin', girtiyên nexweş ji ber astengiya Saziya Tipa Edlî nayên berdan û got, "Rewşa girtiyên nexweş nebaş e. Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyên me nebin. Bila êdî dengê me bê bihîstin. Sozên ku ji me re hatine dayin bi cih nayên anîn. 125 roj in em bang dikin. Heta ku daxwaza me bi cih bê anîn em ê li qadan bin. Em dixwazin ku partiyên siyasî bibin dengê me."