Li Şirnexê 6 kes hatin destgîrkirin
Hêzên dewleta Tirk li Şirnex û gundên wê avêtin ser malan û herî kêm 6 kes destgîr kirin.
Hêzên dewleta Tirk li Şirnex û gundên wê avêtin ser malan û herî kêm 6 kes destgîr kirin.
Serê sibehê li navenda Şirnexê û gundên wê avêtin ser gelek malan.
Polîs û leşkeran tevî navenda bajêr li gundên Avgamasiya û Serêdehlê, her wiha Avahiyên Affet ên li bajarokê Dêrgûlê avêtin ser malan.
6 kesên hatin destgîrkirin birin Fermandariya Tumenê ya Şirnexê. Li ser sedema destgîrkirinê agahî nehate dayin. Lê tê gotin ku hejmara kesên destgîrkirî dibe ku zêde bibe.
Li gundên ku liv û tevgera leşkerî jî lê hene, lêgerîn dewam dikin.
Navê kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Nîhat Ustun, Saît Ustun, Abdûrrahman Yildiz, Salîh Ceylan, Haci Ustun û Halît Gungen.