Ciwanan ji gelê Başûr xwest li dijî dagirkeriyê bibin xwedî helwest

Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li ber deriyê Parka Sera li dijî komkujiya dewleta Tirk a li seyrangeha Perex a Zaxo çalakiyek li dar xist û daxwaz ji gelê Başûr kir ku li dijî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker bibin xwedî helwest.

Di saetên êvarî de komek Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li ber deriyê Parka Sera ya Silêmanî li dijî êrîşên dagirkeriyê û komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li seyrangeha Perexê ya Zaxo ku ji civaka Ereb jin û zarok jî di nav de 9 kes hatin qetilkirin û 23 kes jî birîndar bûn çalakiyek dar xistin. Ciwanên ku li ber Parka Sera kom bûn, wêneyên komkujiyan hildabûn û daxwaz ji gelê Başûr kirin ku li dijî êrîşên dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker xwedî helwest bin.

Berdevka Jinên Ciwan ên Têkoşer Şato Mihemed li vir axivî û hevxemiya xwe ya ji bo malbatên qurbaniyan anî ziman û sersaxî da malbatên qurbanî û şifaya xêrê ji bo birîndaran xwest.

Mihemed bal kişand ser komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û anî ziman ku ne cara yekem e ku dewleta Tirk a dagiker komkujiyan li ser gelê Kurd dike. Mihemed daxwaz ji gelê Başûr û Iraqê kir ku li ber êrîşên dagirkeriyê ya Tirk dengê xwe bilind bikin û bibin xwedî helwest.

Berdevka Ciwanan Şato Mihemed diyar kir ku ew weke ciwan wê bi erk û berpirsyariyên xwe rabin û sûcên dewleta Tirk a dagirker kifş bikin û tehşîr bikin. Her wiha Mihemed bang li ciwanên Başûr jî kir ku bibin xwedî helwest û nerazîbûnên xwe li her derê nîşan bidin.

Piştî axaftinê ciwanan dirûşma “birûxe xiyanet” û ”leşkerên Tirkiye ji xaka Kurdistanê bicehenime” qîrkirin û ala Tirkiye şewitandin.