Berpirsê qetlîama Zaxoyê polîtîkayên PDK’ê ye
Gelê Wanê nerazîbûn nîşanî qetlîama li Zaxoyê dan û diyar kirin sedema vî tiştî polîtîkayên PDK’ê ye.
Gelê Wanê nerazîbûn nîşanî qetlîama li Zaxoyê dan û diyar kirin sedema vî tiştî polîtîkayên PDK’ê ye.
Nerazîbûnên li hemberî qetlîama li Zaxoyê didome. Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê protestoyên li hemberî qetlîamê didome û li Wanê jî qetlîam hate şermezarkirin. Gelê Wanê diyar kir ku divê PDK dev ji polîtîkaya xwe qirêj a bi dewletên dijminên Kurdan berde.
POLÎTÎKAYÊN PDK’Ê RÊ LI BER QETLÎAMAN VEDIKE
Fadil Bariştiran demeke dirêj di nav partiyên siyasî yên Kurd de cih girtibû diyar kir ku ji ber polîtîkayên PDK’ê pêşiya van qetlîaman hatiye vekirin û got “Nêçîrvan Barzanî li ber tabûta zarokekî wêne girt, ev tiştekî rezalet û şerm e. Dema ku qetlîama Roboskiyê hate kirin li dinyayê bala tu kesî nekişand. Mirina gelê Kurd tê wateya mirina hemû gelan. Berxwedana gelê Kurd jî ji bo hemû dinyayê mînak e. Duh Kurd îro jî Ereb hatin qetilkirin. Dema ku gelê Kurd hate qetilkirin jî divê bihistar bin. Li Başûr bi salan e Kurd tên qetilkirin lê PDK vî tiştî nayne rojevê. Ez careke din vê qetlîamê protesto dikim. Em helwesta PDK’ê ya di vî warî de protesto dikin. Helwesta PDK’ê tune û ev polîtîkayên qirêj in.”
DIVÊ EM LI SER POLÎTÎKAYÊN PDK’Ê BISEKININ
Siyasetmedarê Kurd Halît Tanay jî diyar kir divê li ser polîtîkayên PDK’ê were sekinandin û got “Dijmin jixwe dijmin e, divê em li ser polîtîkayên PDK’ê bisekinin. Kesên vê xerabiyê li gelê xwe dikin wê tu carî rêyek rast nebînin. Berpirsê ev qetlîamên li ser Kurdan PDK ye. Ev şerma PDK û Barzanî ye. Feraseta Barzanî û ya malbata wî pêşiya vî tiştî vedike. Ma qey ev tişt qet ne li xema Barzanî ye? Divê di warê qetlîaman de mirov polîtîkayeke zelal bimeşîne. Gotina ku dibêjin ‘Divê her du alî jî dûrî şer bin’ ne rast e. Ciwanên Kurd tên qetilkirin, cenazeyê wan bi kargoyê ji malbatên wan re tên şandin, hûn çima vî tiştî nabêjin? Dema ku DAÎŞ’ê êrîşî Hewlêr û Şengalê kir, kî hat hewara we? Barzanî referandûm kir, wê demê helwesta Îran û Tirkiyeyê dîtin. A rast haya wan ji her tiştî heye lê siyaseta wan şaş e. Mirov dikare bibêje ku ditirsin jî. Divê dev ji vê polîtîkaya xwe berdin.”
EM DIXWAZIN EV QETLÎAM BIQEDIN
Pisporê Stendina Kar Sînan Ok jî diyar kir sînorê Tirkiye û Iraqê bûye sînorekî çêkirî û got “Mirov nizane di destê kê de ye. Li wir gelek baregeh û leşkerên Tirk hene ku tew mirov bi hejmara wê jî nizane. Qetlîama li Zaxoyê careke din ev rewş derxist holê. Li wir gelek rêxistinên îstîxbaratê hene. Li gorî hemû daneyan û saziyên navneteweyî Tirkiyeyê qetlîama Zaxoyê kiriye. Ji ber polîtîkaya PDK’ê pêşiya vê qetlîamê hate vekirin. Di salên dawîn de Artêşa Tirk li herêmê gelek êrîşan dike û sivîl tên qetilkirin. Heta ku doza Kurdan çareser nebe wê sivîl werin qetilkirin. Em dixwazin ev qetlîam bi dawî bibin.”