'Ji bo civaka Êzidî tekane çare xwerêvebirin e'

Hikûmeta Iraqê heta bi niha ji bo mafê Êzidiyan tu gav neavêtiye. Endamên sazî û rêxistinên Êzidiyan diyar dikin ew baweriyê bi kesê naynin û çareseriya ji bo Êzidiyan ew e ku ew xwe bi rê ve bibin.

Di 3’ê Tebaxa 2014’an li ser Êzidiyan komkujiyek hate kirin. Cîhanê ji vê komkujiyê re dengê xwe nekir. 8 sal di ser komkujiyê re derbas dibin lê hêj Hikûmeta Iraqê, bi çavên civakek ku hatiye qetilkirin li Êzidiyan nenihêrtiye. Civaka Êzidî ku ji dema fermanê de xwe bi xwe bi rê ve dibe û saziyên xwe ava kirine, ji bo ku rê li ber fermanan bigire banga yekîtiyê dike. Endamên sazî û rêxistinên Şengalê, dibêjin Iraq parçe bûye, ew wek Êzidî jî pişta xwe bi tu kesekî ve girê nadin û pêwîst e ew xwe bi rê ve bibin.

’EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BERFIREHTIR BIKIN’

Endama Tevgera Azdiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Wetha Reşo diyar kir ku ew derbasê salvegera 8’emîn a fermanê dibin û wiha got: ‘’Di serî de em şehîdên ku ji bo azadkirina civaka Êzidî ji qirkirinê rizgar bikin canê xwe dane, bi bîr tînin. Pêwist e em bizanin ku wê demê kî bi hawara me ve hat û kê em firotin. Heta niha jî ji ber encamên wê fermanê bi hezaran însanên me winda ne. Nexasim, ji bo azadkirina keç û jinên ketine destê DAIŞ’ê pêwist e em, têkoşîna xwe mezin bikin û çi ji destê me bê em ê ji bo wan bikin.  Me wek gelê Êzidî, xwe nas kir, ji ber wê jî em ê tu carê pişta xwe bi wan kesan girê nedin ku bûne sedema fermanê.  Ji bo ku ferman li me ranebin, asta xwe ya rêxistinkirinê em ê her berfireh bikin ji ber ku em dizanin bi rêxistinbûyînê li rê li ber fermanê tê girtin.

Wetha Reşo, bal kişande ser birêxistinbûyîna Êzidiyan û axaftina xwe wiha domand: ‘’Ferman li me rabû lê niha em ne Êzidiyên berê ne ku hema her kes bikare fermanê li me rabike. Em xwedî hêz û îrade ne, me saziyên xwe ava kirine, û ev jî dersek a ku me ji fermana girtiye. Dema ferman li me rabû ne Iraq û ne jî Başûrê Kurdistanê tu kes li me xwedî derneket. Me hawara xwe gihande gelek cihan lê ji ber ku em Êzidî ne, her kes bêdeng ma.  Bi keda şehîd û qehremanan em ji qirkirinê xilas bûn. Kesên ku ji bo me canê xwe dan wê her di bîra me de bin û em ê keda wan ji bîr nekin.

’ÊZIDÎ GULIYÊN DAREKÊ NE’

Endamê Meclisa Xweseriya Demikratîk a Şengalê Xelef Qasim jî anî ziman ku ne tenê di aliyê madî û canî de ferman li Êzidiyan rabû lê di aliyê olî de hatiye xwestin ku Êzîdî qir bibin û Êzidî nemînin. Xelef Qasim got  “Niha pêwist e ku Êzidî êdî bigihîjin wê baweriyê ku tu kes ji bo wan nake û gerek Êzidî xwe nexapînin, Êzidî li ku derê bin pêwist e bi êşa hev bihesin. Êzidî hemû guliyên darekê ne, ji bo me yekîtî lazim e. Heta niha jî û her ku diçe komplo li ser çand, ziman û axa Êzidiyan berdewam in, her Êzidiyek divê vê yekê bizane û ji bo li dijî van komployan em rabin, pêwistiya me bi têkoşîna hevpar heye. Me dît di dema fermanê de gelek kesên Êzidî hebûn ku di aliyê madî de pir dewlemend bûn lê bi madiyatê kesê nekarî xwe ji fermanê rizgar bike. Niha jî ji bo ev ferman dubare nebin pêwistiya me bi çareseriyê heye ku ew jî xwebirêvebirin e.

‘OLA ME QEBÛL NEKE WÊ ÇAWA MAFÊ ME BIDE ME?’

Endamê PADÊ’ê Saleh Êzdîn jî got “Zêdetirî 5 hezar salan e em li ser vê axê dijîn û em yek ji kevintirîn pêkhateyên Iraqê ne. Lê Iraq ne hikumeteke wisa ye ku bikare li kêmarên wek Êzidiyan bibe xwedî û mafên me bide. Ji bilî fermana li me rabûye, Iraqê em wek ol û netewe jî di Iraqê de qebûl nekirine. Dema ola me qebûl neke ew ê çawa mafê me bide me?

Em dibînin ku Iraq  ne hikûmetek e, lê li çend partiyên siyasî hatiye parkirin û hemû kar li ser wê yekê ye ku ew ê çawa dahata Iraqê li hev û din par bikin.  Eger Iraq xwedî hikûmetekê bûya wê yê rê li ber binpêkirinan bigirta. Em ê bi çi awayî mafê xwe ji Iraqê bixwazin? Jixwe Iraq bi xwe ber bi parçebûyînê ve diçe. Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin.  Beşek ji Iraqê di bin bandora Îranê de ye. Eger em li benda hikumetê bin em ê nikaribin mafê xwe bi dest bixin.”