HDP’ê komkujiya Zaxoyê li Amedê protesto kir

HDP’ê komkujiya ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Zaxoyê pêk hatî li Parka Koşûyolûyê protesto kir û destnîşan kir ku wê hesaba komkujiyê bipirsin.

Rêxistina Bajêr a Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî komkujiya ku li Zaxoyê hatî kirin, li Parka Koşûyolûyê ya girêdayî navçeya Rezan a Amedê daxuyaniya çapemeniyê da.

Parlementerên Amedê yên HDP’yî Dersîm Dag û Remziye Tosûn, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rêxistinên navçe û bajêr ên HDP’ê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek rêxistinên civakî yên sivîlan ên li bajêr tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Em komkujiya Zaxoyê şermezar dikin” hatî nivîsandin û wêneyên kesên ku di komkujiyê de hatin qetilkirin, hat hilgirtin.

‘EM DEST JI GOTINA AŞTIYÊ BERNADIN’

Destpêkê Hevseroka Rêxistina Bajêr a Amedê ya HDP’ê Gulistan Atasoy axivî. Gulistan bal kişand li ser komkujiya Zaxoyê û wiha anî ziman: “Ev êrîş li pêş çavê hemû cîhanê hat kirin û mirov hatin qetilkirin. Parlementoya Iraqê û Parlementoya Ewropa ragihand ku Tirkiyeyê kiriye û lê belê Tirkiye di daxuyaniya ku dayî de, ti berpirsyartî hîs nekiriye. Bi vî awayî dixwaze binixumîne. Ji bo ku ev komkujî pêk neyên tenê yek rê heye, ew jî avakirina aştiyê ye. Sedemê ku HDP bi israr dibêje aştî ev e.

Girîngiya aştiyê carek din derdikeve holê. Ji ber vê yekê jî tê xwestin ku HDP bê girtin. Em ê di her şer û mercê de, dest ji gotina aştiyê bernedin.”

‘EM Ê HESABÊ VÊ KOMKUJIYÊ BI PIRSIN’

Piştre Dersîm Dag axivî û destnîşan kir ku AKP û MHP polîtîkayên xwe weke polîtîkayên dewletê nîşan dide. Dersîm bal kişand ku her 10 kes di encama polîtîkayên AKP û MHP’ê de hatine qetilkirin.

Dersîm qala polîkayên qirkirinê yên li Kurdistanê tê birêvebirin kir û axaftina xwe wiha dom kir: “Kesên ku êrîşê Rojava kirin, kesên komkujiya Zîlan û Pirsûsê pêk anîn, îro li Zaxoyê jî komkujî kirin. Ji bo Aştî çêbibe divê îradeya Kurdan bê naskirin. Li kuderê destketiyên Kurdan hebin, Tirkiye êrîşê wê derê dike. Kurd li dijî tune hesibandina îrade, çand û nasnemeya xwe divê bibin yek. Em ê tu caran van komkujiyan qebûl nekin. Em ê hesabê vê komkujiyê bipirsin.”

Piştî vê gotina Dersim polîsan xwest axaftinê asteng bikin.

POLÎSAN DAXUYANÎ ASTENG KIR

Polîsan bi hinceta Dersîm artêşa Tirk û dewleta wê tawanbar kiriye, bi barîkatan pêşiya girseyê girt û girse dorpêçkirin. Girseyê bi dirûşmeyên “Zext nikarin me bin bixin” û “Ji faşîzmê re rê nîne” bertek nîşan da. Polîsan pêşiya endamên çapemeniyê jî bi mertalan girt û ne hiştin ku dîmen bên kişandin.

Bi tevî hemû hewldanên astengiyan axaftin hatin kirin û piştre daxuyanî bi dawî bû.