Li Kerkûkê semînara ‘Pêşxistina ciwanan ber bi demokrasiyê’ hat dayîn
Ji bo hişyarkirina ciwanan derbarê feraseta demokrasiyê, li bajarê Kerkûkê semînarek bi navê “Pêşxistina ciwanan ber bi demokrasiyê” hat dayîn.
Ji bo hişyarkirina ciwanan derbarê feraseta demokrasiyê, li bajarê Kerkûkê semînarek bi navê “Pêşxistina ciwanan ber bi demokrasiyê” hat dayîn.
Êvarê saet 18:00’an li Pirtûkxaneya Rewşenbîrî ya Jinê ya li taxa Îskan a bajarê Kerkûkê bi armanca danasandin û hişyarkirina ciwanan li ser wateya demokrasî, ciwan û ferasetên demokrasiyê, semînarek bi navê “Pêşxistina ciwanan ber bi demokrasiyê” bi pêşengiya Koma Hişiyariya Ciwanan hat dayîn. Di semînarê de ciwan, mamoste û çalakvan amade bûn.
Semînar ji aliyê parêzer û çalakvan Komel Sermed ve hat pêşkêşkirin.
Sermed têkildarê semînarê ji ANF’ê re axivî û got; “Mijara semînara me ya îro ku ciwan û demokrasî bû, ez jî îro wek çalakvanekê kêfxweş bûm ku min karî vê semînara girîng pêşkêş bikim. Ji bo me ciwanan girîng bû ku me li ser mijareke girîng ya wek demokrasî û azadiya raman û îfadeyê behs kir. Behskirina mijarên bi vî rengî ji bo civakê girîngin, ji ber ku pêwîste ciwan wan ferasetên ku girêdayî demokrasiyê ne fêm bikin.”