'Kolanên Iraqê hikûmet neçar kir ku helwestê li dijî Tirkiyê bistîne'

Her wiha xwepêşandanên heyî yên li dijî dagirkeriya Tirk her ku diçe mezintir û berfirehtir dibin û zextên kolanên Iraqî ya ji bo pêşî li bombebaranên Tirkiyê bigirin bi giştî li ser hikûmetê zêdetir bûye.

Ji ber bombebaranên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser geştyarên Iraqî, li gelek bajarên Iraqê li dijî wê komkujiya dewleta Tirk a dagirker xwepêşandan tên lidarxistin ku roj bi roj berfirehtir dibin. Ji bilî daxistina sefaretxaneya dewleta Tirk a li Bexda û daxistina ala wan, navendên dayîna wîze ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên li tevahî bajarên Iraqê hatin girtin.

Her wiha xwepêşandanên heyî yên li dijî dagirkeriya Tirk her ku diçe mezintir û berfirehtir dibin û zextên kolanên Iraqî ya ji bo pêşî li bombebaranên Tirkiyê bigirin bi giştî li ser hikûmetê zêdetir bûye. Weke din li bajarên Iraqê pêngaveke berfireh ya ji bo boykotkirina kelûpelên Tirkî dest pê kiriye. Niha jî Iraqê biryar daye ku cara yekemîn li dijî dewleta Tirk bi awayekî fermî, giliyê wê  li Neteweyên Yekbûyî bike û daxwaza 30 milyar dolar tezmînat bike.

Têkildarê berfirehbûna nerazîbûnên li dijî êrîş û bombebaranên Tirkiyê çalakên sivîl û rojnamevanên Kerkûkê ji ANF’ê re nêrînên xwe anîn ziman û daxwaz ji welatiyan û hikûmetê kirin ku ji bo pêşî li dubarebûna êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser welatiyên Iraqê bigirin, zêdetir helwest nîşan bidin.

‘PÊWÎST BÛ EW HELWEST BERÊ BIHATINA NÎŞANDAN’

Rojnamevanê Kerkûkî Hawar Mihemed têkildarê bombebaranên dewleta Tirk a ku li ser xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê dike û armanckirina geştiyarên Iraqî nêrînê xwe anî ziman û got; “Bombebarana ku li sînorê Zaxo hat kirin ku di encamê de bi dehan geştyarên Iraqî bûne qurbanî, ne cara yekemîn e ku êrîşên wiha diqewimin. Belkî ev yek berdewama wan binpêkirinan e ku dewletên Tirk û Îran li dijî xaka herêma Kurdistanê û beşek ji xaka Iraqê pêk tînin. Di van du rojên bihorî de nerazîbûn û xwepêşandan û nîşandayîna helwestê hebû, lê pêwîst bû ku ev helwest di dema yekemîn binpêkirinê de bihatiba nîşandan. Ji ber ku li wî navçeyê tenê welatiyên sivîl bûne qurbanî û ti hêzeke çekdarî li wan herêmane nebûne qurbanî. Ji ber ku qadeke geştyariyê ye.”

‘HETA NIHA JÎ HIKÛMETA IRAQÊ PLANA RASTEQÎN A TIRKIYEYÊ FÊM NAKE’

Mihemed her wiha îşaret bi armanca veşartî ya li pişt bombebarankirina geştyaran kir û wiha pêde çû; “Armanckirina navçeya geştyarî îsbat dike ku armanca Tirkiye û Îranê çêkirina provakasyonê û têkdana asayîşa navçeyê ye, ne lêdana hêzekê ye. Ew êrîşa ku li ser qadeke geştyarî hat kirin û bi dehan geştyar tê de bûn qurbanî, îsbat dike ku ew navçeyeke geştyarî ye û hêzên PKK’ê li wê derê nînin. Armanca wê êrîş û bombebaranê ev e ku li Iraqê alozî çêbibe û heta niha jî hikûmeta Iraqê nêta Tirkiyeyê fêm nake bê ka çi planeke wê ya din li pişt wê bombebaranê heye.”

‘JI BO BERSIVDAYÎNA BOMBEBARANÊN TIRKIYÊ PÊWÎST E HELWESTEKE PRATÎK HEBE’

Di dawiyê de rojnamevanê Kerkûkî Hawar Mihemed bal kişande ser girîngiya helwesta li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Pêwîst e hemû pêkhate û neteweyên cuda yên Iraqê li dijî wan binpêkirinan bi hev re helwestê nîşan bidin. Daxwazê ji her du hikûmetên herêma Kurdistan û Iraqê jî dikim ku helwesteke cidî nîşan bidin da ku careke din zilm û tawaneke din yê bi vî rengî li hemberî welatiyên Iraqê dubare nebe. Pêwîst e ji bo bersivdayîna bombebaranên Tirkiyeyê helwesteke pratîk hebe da ku pêşî li dubarebûna şehîdbûna welatiyan bigirin.”

‘DERKET HOLÊ KU XWÎNA KURDAN ÇIQASÎ ERZAN E’

Çalakvanê sivîl Elî Ebdulrehman di derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de diyar kir; “Mixabin di dema derbasbûyî de Tirkiyeyê destê xwe ji şehîdkirina welatiyên Başûrê Kurdistanê nekişandiye, di êrîşa dawî ya dewleta Tirk de bi dehan geştyarên Ereb ên ji navçeyên naverast û başûrê Iraqê bûne qurbanî. Ya herî zêde cihê mixabiniyê ev e ku helwesta gelê Iraqê ji bo qurbaniyên xwe îsbat kir ku xwîna Kurdan çiqasî erzan e li Başûrê Kurdistanê. Ji ber ku me dît bê ka gelê Iraqê ji wê êrîşa dermirovî ya dewleta Tirk li dijî geştyaran kirî çiqasî aciz bû. Lê berdewam xelkê Kurd ji ber êrîşên dewleta Tirk şehîd dibin, lê Kurd û hikûmeta Kurdî ya li Başûrê Kurdistanê bêdeng in. Lê belê gelê navçeyên naverast û başûrê Iraqê li hemberî Tirkiyeyê helwesteke tund nîşan dan.”

‘XWEPÊŞANDANÊN KOLANÊ IRAQÎ HIKÛMET NEÇAR KIR KU LI DIJÎ TIRKIYEYÊ HELWESTÊ NÎŞAN BIDE’

Ebdulrehman di dewamê de îşaret bi helwesta şermoke ya hikûmeta Iraqê ya li hemberî bombebaranên dewleta Tirk kir û got, “Mixabin di destpêka qewimîna karesata bombebarana Tirkiyeyê, li şûna hikûmetê Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir û paşê jî kolanên Iraqî helwesteke tund li dijî Tirkiyeyê nîşan dan. Piştre kolana Iraqê hikûmeta Iraqê neçar kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk helwestê nîşan bide. Heta niha li wan herêman 138 kes bûne qurbaniyê êrîşên dewleta Tirk.”

‘HIKÛMET JI PEYAMA BOMBEBARANÊ YA TIRKIYEYÊ FÊM NAKE’

Ebdulrehman her wiha rexne li hikûmetê girt û destnîşan kir; “Hêvîdar im ku her du hikûmetên herêma Kurdistanê û Iraqê ji armanca rasteqîn a Tirkiyê fêm bikin ku armanca wan ji wê bombebaranê û dagirkeriya ku dike çi ye. Bombebaranên ku Tirkiye dikin peyameke eşkera ye, lê hê pir maye ku hikûmeta Iraqê ji vê peyama Tirkiyeyê fêm bike.”

‘DIVÊ WELATIYÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JÎ WEKÎ WELATIYÊN IRAQÊ NERAZÎBÛNÊ NÎŞAN BIDIN’

Di dawiyê de çalakvanê sivîl Elî Ebdulrehman behsa helwesta çalakvanan ya li hemberî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a faşîst kir û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Me beriya niha çend civîn û çalakî li Kerkûkê lidar xist û nerazîbûna xwe ya li dijî êrîşên dewleta Tirk nîşan da. Daxwaza min ji welatiyên Başûrê Kurdistanê eve ku çav bidin welatiyên Iraqê bê ka divê li hemberî vê bombebarana Tirkiyê helwest bê nîşandan da ku hikûmet jî neçar bibe sînorekê ji êrîşên Tirkiyê re diyar bike.”