‘DAÎŞ’ê xwest ola me tine bike’

Şêx Hisên diyar kir ku armanca êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ne tenê qirkirine, armanca esasî tinekirina ola kevnar a Êzidiyan bû û wiha got, “Ji ber wê di fermanê de 68 cihên pîroz ên Êzidiyan hatin bombekirin.”

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê bi dagirkirina Şengalê re xwestin qirkirina mirovî, çandî, olî pêk bînin û felsefeya jiyana Êzidiyan ji holê rakin. Ji ber ku ev fikir û felsefe bingeha berxwedanî, xweparastin û cewherê aşitî ya li herêmê îfade dikir. Bi riya ferman û êrîşên qirkirinê xwestin hêza gelên berxwedêr û aştîxwaz tine bikin.

GORISTANA ŞÊX MEND

Nobedarê Goristana Şêx Mend Şêx Hisên bi wesîleya 8’emîn salvegera fermana li ser gelên Êzidî yên Şengalê axivî.

Hisên diyar kir ku goristana Şêx Mend dikeve başûrê çiyayên Şengalê û got ku çeteyan bi awayek hovane êrîşê goristanê kirine û bombebaran kirine. Şêx Hisên anî ziman ku di dema êrîşan de gelek jin û mêr ji bo parastina goristanê, xwe spartine wir û wiha dewam kir, “Ji bo çete tiştek bi goristanê nekin, li wir ber xwe dan. Dema çeteyên DAÎŞ’ê goristan topbaran kirin, Êzidiyên li wir jî tên qetilkirin. Ew Êzidiyên li wir hatine qetilkirin di korek komî de hatin veşartin.”

Şêx Hisên bi bîr xist ku beriya fermanê bi hezaran Êzidî diçûn serdana goristanê ku wek cihek pîroz tê dîtin û wiha dewam kir, “Di rojên xweşî û şahiyan de, yek ji wan cihan bû ku Êzdiyan xêra xwe lê belavdikirin. Dema ferman li ser me rabû, gelê me yên li Qubleta çiyayê Şengalê xwe spartin goristanê û ji bo demekê livir bicih bûn. Lê çeteyên hov ên DAÎŞ’ê ku armanca wan tinekirina Êzdiyan bû, ji her çar alî êrîş bir ser gel û dorpêç kir. Di 24’ê Tebaxê de çeteyan bi hêzek mezin berê xwe dan herêmê û xwe gihandin Goristana Şêx Mend û bombebaran kirin. Di dema fermanê de xwesetin ola me tine bikin û cihekî meyê pîroz nehêlin.”

‘EVDER BIBÛ CIHÊ QETILKIRINÊ’

Nobedarê Quba Şêx Mend Şêx Hisên wiha got, “Çeteyan Êzidiyên ku ji gundê Werdiyê derdiketin û berê xwe didan çiyan hemûyan qetil dikir. Tenê li derdora Quba Şêx Mend zêdetirî 15 kes hatin qetilkirin. Hêj cenazeyên wan li wir veşartiye.”