Wesayîta karkerên çandiniyê qeza kir: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

Dolmîşa ku karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir. Di qezayê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 17 karker jî birîndar bûn.

Dolmîşa karkerên çandiniyê ku karker ji taxa Mûratli ya bi ser navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ve dibir Deşta Qoserê li taxa Buyuk Bogaziye qelibî. Piştî qezayê tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ji karkeran Furkan Kalemlî (15) û Hasret Kuş (20) li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn. 

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê û nexweşxaneyên taybet ên li navçeyê.