Dag: Hedefa êrîşan destketiyên Kurdan in

Parlamentera HDP'ê Dersim Dag bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK'ê û Komkujiya Zaxoyê û got, armanca êrîşan destkeftiyên Kurdan e.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li dijî Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Di encama van êrîşan de gelê sivîl û xweza tên qetilkirin. Herî dawî di êrîşa li Zaxo de 1 jê zarok 9 kesan weke hedefa êrîşên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Dersim Dag êrîşên dagirkeriyê û komkujiya Zaxoyê nirxand.

Dag, destnîşan kir ku êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê ne yên yekemîn in û bi bîr xist ku di sala dawî de êrîşên gelekî berfirehtir hatin kirin. Dag diyar kir ku armanca êrîşan destkeftiyên Kurdan e û her wiha destnîşan kir ku armanc ji holê rakirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurd e.

‘PDK’Ê LI BAŞÛR BÛYE PROJEYA AKP-MHP’Ê’

Dag, anî ziman ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê pêk tê û wiha dewam kir: “Êrîşeke hevpar a AKP-MHP’ê û PDK’ê heye. PDK’ê bi destên xwe axa xwe ji êrîşên dagirkeriyê re vekiriye. PDK’ê di ti deman de bi qasî dema niha ligel AKP-MHP’ê hevkarî nekiriye. Dîsa ewqas nebûbû alîgirên AKP-MHP'ê. Niha PDK’ê li Başûr bûye projeya AKP-MHP’ê. Îro li Başûr polîtîkayên AKP-MHP'ê di dewrê de ye,ne yên PDK'ê. Dewleta Tirk îro bi hebûna xwe ya fizîkî ya li Başûr hewl dide wê erdnîgariyê dagir bike.”

'ARMANC DESTKEFTIYÊN KURDAN E’

Dag diyar kir ku êrîşên ku bi giştî li Kurdistanê tên kirin ‘êrîşên ji bo temamkirina qirkirina Kurdan e’ û wiha domand, “Ev şer şerê li dijî gelê Kurd e. Her wiha divê bê zanîn ku ti êrîş û hewldana dagirkeriyê ya demkî nebû. Her çiqas PDK’ê naxwaze vê bibîne, lê em dibînin ku ev êrîş li dijî destkeftiyên gelê Başûr tên kirin. Ji ber ku me dît Tirkiye di referandûma serxwebûnê de çi refleks nîşan da.

Her çiqas ev êrîş weke êrîşa li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bên nîşandan jî, divê bê zanîn ku di esasê xwe de berhema polîtîkaya temamkirina qirkirina Kurdan a li tevahiya Kurdistanê ye. Ji ber ku di sed saliya komarê de em dibînin ku hewldana ji nû ve avakirina sînorên Mîsak-ı Milli di meriyetê de ye. Ev êrîş beşeke ji gotinên ‘Mûsil û Kerkûk bajarên Tirkiyê ne’ ku di her firsendê de vê yekê anîne ziman.”

'KURD WÊ XIYANETA PDK’Ê JI BÎR NEKIN’

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag her wiha bal kişand ser sivîlên li Zaxoyê hatin qetilkirin û ev tişt anî ziman:

"Di êrîşên berê de her tim sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn. Îro jî li Zaxoyê em bi heman rewşê re rû bi rû ne. PDK'ê ji ber vê qetlîamê gelek zelal li hemberî Tirkiyeyê nerazîbûn nîşan neda. Di vê wateyê de PDK'ê jî berpirsyarê komkujiyan e." PDK’ê tu carî wê nekaribe hesabê vê bide gelê kurd, ji ber ku kurd vê yekê ji bîr nakin, kurd bi xwe wê hesab ji wan bipirsin. Dema ku roja wê hat, PDK’ê wê rûyê wê nebe ku derê pêşberî kurdan. PDK’ê wê di dîroka kurdan de wek lekeyek reş bimîne. Kurd îxaneta PDK’ê ji bîr nakin û zû yan dereng wê hesab bipirsin.”