Nasnameyên gerîlayên li Wanê şehîd bûne hatin eşkerekirin

HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, “Em soza xwe ya tolhildana rêhevalên xwe yên li Wanê şehîd bûne, serxistina têkoşîna wan û zindî ragirtina bîranînên wan li Kurdistana azad, dubare dikin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd bûne ev agahî da:

“Rêhevalên me Adil, Dilgeş, Tîrêj, Yilmaz, Sema û Rêber di navbera 21 û 27’ê Nîsana 2022’an de li herêma Kato Marînos a Wanê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn. Van rêhevalên hêja ku her yek ji wan bi jiyana xwe, bi tecrûbeyên xwe yên di şerê li dijî dagirkeriyê de û bi helwesta xwe ya zelal a di bîrdoziya Apoyî de pêşengên milîtan in, heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe dan û şehîd bûn. Her çiqasê şehîdên me ji parçeyên cuda yên Kurdistanê bûn jî, lê ji bo azadiya gelê Kurd li dora îdeolojiya Apoyî bûn yek, sînorên çêkirî yên dijmin ji holê rakirin û di pêkanîna netewbûna Kurd de bi ser ketin. Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku teqez em ê di xeta şehîdan de hê zêdetir têbikoşin û armancên şehîdên xwe bi ser bixînin.

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên ku gihiştine asta şehadetê wiha ne:

Navê Kod: Adil Amed

Nav paşnav: Şehram Xusrewî

Cihê Jidayikbûnê: Seqiz

Dayik - Navê Bav: Nesrîn - Qadir

Cih û Dîroka Şehadetê: 21 Nîsan 2022 / Wan

 

Navê kod: Dilgeş Azad

Nav paşnav: Adem Elver

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Dê - Navê Bav: Cemîle - Rasim

Cih û Dîroka Şehadetê: 21 Nîsan 2022 / Wan

 

Navê kod: Tîrêj Botan

Nav paşnav: Huseyîn Ercan

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Dê - Navê Bav: Rihan - Ahmet

Cih û Dîroka Şehadetê: 21 Nîsan 2022 / Wan

 

Navê Kod: Yılmaz Serxwebûn

Nav paşnav: Tohîd Sadiqî

Cihê Jidayikbûnê: Salmas

Dê - Navê Bav: Ferîba - Adil

Cih û Dîroka Şehadetê: 21 Nîsan 2022 / Wan

 

Navê Kod: Sema Cûdî

Nav Paşnav: Sema Xelê

Cihê Jidayikbûnê: Dirbesiye

Dê - Navê Bav: Rexda - Muhammed

Cih û Dîroka Şehadetê: 27.04.2022 / Wan

 

Navê kod: Rêber Ronî

Nav paşnav: Semîh Sayilgan

Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs

Dê - Navê Bav: Gulperî - Selahattîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 27.04.2022 / Wan

 

ADIL AMED

Rêhevalê me Adil li bajarê welatparêz Saqiz ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Di nava malbateke welatparêz de ku her tim li dijî hêzên dagirker piştgirî daye têkoşîna gelê me yê bindest, mezin bûye û di nav de cih girtiye. Gelê me yê ku êşa bi encam nebûna têkoşîna ku ji bo azadiyê dayî hîs dike û xwedî ruhê neyînî ya vê rewşê ava kirî ye, bi xeta berxwedanê ya PKK’ê ya ku di pêşengtiya Rêber Apo de pêş ket, xwe ji nû ve afirand. Têkoşîna me ya ku bi derketina Rêber Apo re dîwarên bêhêvîtiyê şikand, hişt ku gelê me yê Rojhilat biherike nava refên têkoşînê. Rêhevalê me Adil ku ji malbateke bi felsefeya Rêbertî û xeta jiyan û şer bawer dike, di temenê xwe yê biçûk de dest bi naskirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê kiriye. Rêhevalê me piştî xwendina Paraznameyên Rêbertî ku dibîne xeta têkoşînê ya rast di nava refên PKK’ê de tê rêvebirin, di sala 2005’an de bê dudilî biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Rêhevalê me Adil ku ji jiyana ji dil û têkiliyên rêhevaltiyê yên di nava PKK’ê de pir bandor bûbû, jiyana şehîdên me yên ku bi ked û berdêlên mezin nirxên Partiya me afirandine û kedên mezin didin, pir meraq dikir, ji bo ku bibe nûnerê xeta şehîdên me yên têkoşînê hewldaneke mezin da. Rêhevalê me Adil ku her tim li ser hînbûn û parvekirina tiştên ku hîn bûye bi rêhevalên xwe re esas digirt, bi xeta rêhevaltiyê re girêdayî ma û ji bo bilindkirina nirxan bû xwedî hewldan û kedê. Rêhevalê me yê ku bi nasîna partiya me ya PKK’ê re hê bêtir bi xeta têkoşînê re bû yek, bi cidiyeteke mezin û li ser esasê serkeftinên zelal nêzî hemû erkên mezin û biçûk bûye. Bi kelecaneke mezin nêzî erkên ku datîna ber xwe û bi hewldana xwe ya mezin ya ji bo bi serketî van erkan bi cih bîne, ji aliyê hemû rêhevalên xwe bi teqdîr hatiye pêşwazîkirin.

Rêhevalê me Adil ku girîngiyê dide jêhatîbûna di warê leşkerî de û di heman demê de pêşketina bîrdozî, bi lêhûrbûnkirina li ser taktîkên gerîla di demeke kurt de bûye gerîlayekî pispor. Rêhevalê me bi taktîkên gerîla yên serdema nû, weke fermandarekî xwedî taybetmendiyên milîtanî rêhevalên xwe bi rê ve bir. Hevrêyê me yê ku piştî ezmûna xwe ya yekemîn a gerîlatiyê ya li Qendîlê derbasî Avaşînê bû, piştî pratîka xwe ya serkeftî li qadên Metîna û Heftanînê gerîlatiya xwe berdewam kir. Rêhevalê me yê ku di demeke kin de li her qada ku çûbû fêrî şertên wê dibû, di jiyan û şerê xwe de ji bo hemû hevrêyên xwe sekneke mînak nîşan da. Rêhevalê me Adil ku kîneke mezin li dijî dagirkeran hebû, li ser pêşniyara xwe, bi daneheva xwe ya mezin berê xwe da qibleya gerîla ango herêma Botanê. Hevrêyê me yê ku di gelek çalakiyan de di her qadê de cih digire, di demeke kin de li Botanê dibe xwedî pratîkeke serkeftî. Hevrêyê me yê ku hêrsa xwe ya li hemberî dagirkeran veguherand çalakiyan, bû pêşengê xurt ê ruhê şervanî û fedayî yê ku PKK’ê afirandiye. Rêheval Adil ku dilsozê Rêber Apo û şehîdên me yên pîroz e, bi tarz û telîmata xwe ya ku bersivê dide pêdiviyên serdema nû, mîrateyek mezin ji rêhevalên xwe re hiştiye. Rêhevalê me Adil ê ku tevlî karwanê şehîdan bû, wê her tim di têkoşîna me de zindî be û wê pêşiya me ronî bike.

 

DILGES AZAD

Rêhevalê me Dilgeş li Wanê ji dayik bûye û di malbateke welatparêz de mezin bûye. Rêhevalê me yê ku ji biçûkatiya xwe de dest bi naskirina têkoşînê kir, bi kevneşopiya ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê afirandiye, mezin bûye. Ji ber ku ji malbat û derdorên xwe yên nêzîk tevlêbûna gerîla û şehîd hene, hişt ku rêhevalê me Dilgeş zû gerîlayê azadiyê nas bike û mezin girêdayî be. Rêhevalê me Dilgeş ku li hemberî êrîşên hovane yên înkar û îmhayê yên li ser gelê me bêdeng namîne û têkoşînê dibijêre, di nava xebatên ciwanan de cih digire. Hevrêyê me yê ku bi xebatên xwe hişyariya ciwanên Kurd bilind dike û PKK’ê bi wan dide naskirin, gelek caran rastî êrîşên dagirkeran hatiye. Rêhevalê me Dilgeş ti carî serî li ber van êrîşan netewand û di sala 2015’an de li ser rêya birayê xwe hevrêyê me Şehîd Azad Tolhildan (Mewlûd Elver) ku di sala 2017’an de şehîd bûbû, tevlî nava refên gerîla dibe.

Rêhevalê me yê ku bi coşeke mezin tevlî nava refên têkoşînê bû, bi lez û bez xwe bi jiyana pîroz a gerîla re kir yek, di xeta Rêber Apo de bû xwediyê meşa milîtanî û domdar. Hevrêyê me ku salên xwe yên yekemîn ên gerîlatiyê li Avaşînê derbas kir, di demeke kin de ezmûneke mezin bi dest xist. Bi dilsoziya xwe ya ji bo jiyan û hevrêtiyê re bûye xwediyê tevlêbûneke mînak. Rêhevalê me Dilgeş kîn û hêrsa xwe ya li hemberî dagirkeran her tim zindî hişt û veguherand enerjiya têkoşînê ya mezin. Baştir têgihiştina Rêbertî û weguhaztina wê ya jyanê esas girtiye û her tim di nava hewldanan de bûye ku têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeran bilind bike. Rêhevalê me yê ku ji bo pisporiya taktîkên gerîlatiyê timî lêkolîn dikir û hîn dibû, bû fermandar û zanî bê ka çawa bersivê bide pêdiviyên serdema nû. Rêhevalê me ku bi ezmûna ku bi dest xistibû şareza bû, berê xwe da qada Botanê û li vir her tim xwest ku tevlî çalakiyên gerîla bibe. Hevrêyê me yê ku di qada botanê de jî pratîkeke xurt nîşan da, di gelek çalakiyên ku derbe li dagirkeran hatin xistin de cih girt. Rêhevalê me Dilgeş ku bi sekneke fedaî û fedakar jiya û li ber xwe da, li her qadê rêz û hezkirina rêhevalên xwe qezenc kir. Rêhevalê me Dilgeş ku bi têkoşîneke lehengî cihê xwe di nava şehîdên me yên nemir de girt, wê her tim di têkoşîna me de bijî.

 

TÎRÊJ BOTAN

Rêhevalê me Tîrêj li bajarê Cizîrê ku yek ji navendên girîng ên Kurdistan û Botanê ye û bi dilsoziya xwe ya bi partiya me PKK’ê û bi serhildanên ku pêşxistiye re tê zanîn, di nava malbateke ji eşîra Kîçî ya welatparêz de hatiye dinê û mezin bûye. Malbateke ku ji derdorên xwe yên nêzîk ve xwedî gelek şehîdan û tevlîbûna nava refên gerîla ye. Rêhevalê me Tîrêj ku di bin bandora vê kevneşopiya welatparêziya malbatê û derdora ku tê de dijiya bû, ji zarokatiya xwe de dest bi nasîna Partiya me kir. Rêhevalê me Tîrêj di sala 2014’an de bi bandora têkoşîna gerîla ya ji bo azadiya gelê me û berdêlên ku daye, tevlî nava refên gerîla dibe.

Rêhevalê me Tîrêj ku li Botanê li xaka xwe ya jidayikbûyî tevlî nava refên gerîla bû, yekemîn perwerdeya xwe li vir dît. Rêhevalê me Tîrêj ku bi tecrûbeya hevalên xwe yên bi dehan salan berhev kiriye xwe perwerde kir, di demeke kurt de karîbû bibe gerîlayekî jêhatî. Rêhevalê me Tîrêj li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên di serî de li ser Şengal û Rojava pêş xist, ji bo parastina azadî û rûmeta gelê me diçe Kobanê, di şerê li dijî DAÎŞ’ê de bi cesaret û wêrekiya xwe serkeftinên girîng bi dest xist. Ji herêma Kobanê vegeriya Botanê. Rêhevalê me Tîrêj bi beşdarbûna di berxwedana destanî ya li dijî dagirkeriya Tirk ya li qada Botanê hate pêşxistin, hewl da ku peywira xwe ya dîrokî bi cih bîne. Rêhevalê me Tîrêj ku li Silopiyayê di Berxwedana Xwerêveberiyê de li dijî dagirkeran şer kir, bi kesayeta xwe ya kedkar û fedakar cihê xwe digire. Ezmûnên ku di şerên bajaran de bi dest xistine bi serketî bi cih tîne û dihêle ku dijmin derbên mezin bixwe. Di sala 2017’an de ji bo ku pratîka xwe ya şer baştir binirxîne û dersên pêwîst bigire derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Rêhevalê me Tîrêj ku di Akademiya Şehîd Îbrahîm de perwerde dibîne, serpêhatiyên xwe yên şerê Kobanê û Botanê nirxand û dersên girîng girt. Van serpêhatiyan bi rêhevalên xwe re parve kir û di vê wateyê de hewl da erka xwe ya rêhevaltiyê bi cih bîne. Rêheval Tîrêj ku piştî perwerdeyê baweriya hevalên xwe qezenc kiribû, di xebatên ku hişyariyeke bilind jê re pêwîst dike cih digire. Di van xebatan de bi hesasiyet û baldariya xwe ya rêxistinî karî erkên xwe bi serkeftî bi cih bîne. Wek hemû rêhevalên xwe yên li qada Botanê gerîlatî dikirin, bûbû evîndarê erdnîgariya Botanê. Ji ber vê yekê her tim xwest vegere Botanê û di vê yekê de israr dikir. Rêhevalê me Tîrêj ê ku çû Bakurê Kurdistanê ku weke şervanekî jê veqetiya bû, vê carê weke fermandarekî xwedî îdia, tevlî xebatên eyaleta Wanê bû. Rêhevalê me Tîrêj ku bi sekna xwe ya jiyanê û bi dilsoziya xwe ya ji Rêber Apo û hevrêyên xwe yên şehîd re milîtanekî mînak bû, di 21’ê Nîsanê de li gel rêheval Dilgeş, Adil û Yilmaz gihişt asta şehadetê.

 

YILMAZ SERXWEBÛN

 

Hevrêyê me Yilmaz li bajarê Salmas ê Rojhilatê Kurdistanê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Malbata hevrêyê me Yilmaz têkoşînên ji bo azadiya Kurdistanê hatine pêşxistin her tim ji nêz ve şopandiye û hewl daye ku welatparêziya xwe pêk bîne. Malbata wî ya ku zarokên xwe bi hişmendiyeke welatparêzî mezin kir, karakterekî xurt û qayîm dida wan. Hevrêyê me Yilmaz bi avantaja ku di malbateke bi vî rengî ya bi nirx de mezin bû, firsend dît ku PKK’ê ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me Yilmaz jî bi berpirsyariya xwe ya li hember gel û welatê xwe, weke her ciwanê Kurd ê bi rûmet, di sala 2017’an de tevlî nava refên gerîla bû û ji bo azadiya gelê me dest bi têkoşînê kir.

Hevrê Yilmaz ê ku li Kelareşê perwerdeya xwe ya yekemîn a gerîlatiyê dît, bi tevlîbûna xwe ya bi îrade di perwerdeyan de serketî bû û xwe ji xebatên pratîk re amade kir. Bi avantaja ku li herêmeke weke Kelareşê gerîlatiyê dike, xwe ji qad û erkên herî dijwar re amade kiriye. Rêhevalê me Yilmaz ê ku li qada Kelareşê di gelek xebatên cuda de cih girt derbasî qada Metîna bû, di kesayeta xwe de li qada Metîna serkeftinên girîng bi dest xist. Di xala têgihiştina îdeolojiya Rêbertiyê û kirina parçeyekî jiyana xwe de ketiye pêvajoyeke girîng a xurtbûnê. Di encama konsantrasyona kûr a ku jiya, ezmûneke rêxistinî bi dest xist û zêdetir dest bi berpirsyariyê kir. Hevrêyê me Yilmaz ku xwe di hemû qadên jiyanê de berpirsyar dibîne, ji bo tecrubeyên xwe yên leşkerî û jiyanê bêhtir bi kar bîne û ji komkujiyên dewleta Tirk a dagirker li ser gelê me pêk aniye, bipirse, pêşniyar kir ku biçe eyaleta Wanê ya Bakurê Kurdistanê. Her çendî li eyaleta Wanê kêm mabe jî, bi kûrahiya ku jiyabû, bû yek ji fermandarên me yên ciwan ên bi hêvî.

 

SEMA CÛDÎ

Hevrêya me Sema li bajarê Dirbesiyê ku bajarek welatparêz a Rojava ye û bi hezaran beşdarî têkoşîna azadiya Kurdistanê bûne û şehîd bûne, ji dayik bûye. Hevrêya Sema ku ji malbateke ku ji salên destpêkê yên damezrandina PKK’ê dest bi nasîna PKK’ê kiriye, bi vê kevneşopiya malbatê partiya me ji zarokatiya xwe ve nas kiriye. Di heman demê de ji têkilî û şêwaza jiyana hevrêyên me bandor bû. Vê bandorê eleqeya hevrêya me Sema ya li çiyayên Kurdistanê û jiyana gerîla zêde kir. Xeyala wê ya herî mezin ew bû ku dema mezin bibe tevlî nava refên gerîla bibe û her tim li pey vê xeyalê bû. Di dema Şoreşa Azadiyê ya Rojava de hevrêya me Sema ku jineke ciwan bû, dît ku bi şoreşê re fikrên Rêber Apo jiyanî bûne û gelekî bi kelecan bû. Di sala 2014'an de bi coş û kelecana ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava ava kir, weke pêwîstiyeke bi xeyalên xwe yên zarokatiyê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Sema piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi lez û bez bi çiya û jiyana gerîla re bû yek. Li her kêliya jiyanê wekî perwerdeyê dinihêrî û ji her hevalê ku nîqaş dikir û ji her bûyera ku şahidî dikir, ev bû ezmûna jiyana wê. Di heman demê de bi perwerdeyên Partî yên ku digirt xwe di warê îdeolojîk û rêxistinî de pêş xist. Hevrêya me Sema ku piştî perwerdeya şervanên nû derbasî herêma Zapê bû, bi qasî 6 salan li herêma Zapê ma. Hevrêya me Sema ya ku qada Zapê weke cihê fêrbûna jiyanê dihesibîne, di vê wateyê de bi qasî dayikekê qîmetê dide qada Zapê. Hevrêya me Sema ku ji naskirina rastiya dijmin a li Zapê heta têkoşîna li dijî dijmin di gelek qadan de xwe bi pêş xist, çalakiya xwe ya yekemîn jî li qada Zapê li dijî dijmin pêk anî. Di demên herî dijwar ên şerê li herêma Zapê de bi vîn û cesareteke mezin li ber xwe da û yekemîn ezmûna xwe ya fermandariyê li vir bi dest xist. Weke gerîlayeke pêşeng a YJA Starê bi helwesta xwe ya jiyanê, bi dilsoziya xwe ya ji bo rêhevaltiyê, bi dilpakiya xwe û bi dilnizmiyê ve ji hemû rêhevalên xwe re, bi taybetî jî hevrêyên xwe yên jin re bûye mînak. Hevrêya me Sema ya ku ji qada Zapê ya ku demeke dirêj lê ma, weke fermandareke serkeftî derket, li Akademiya Hakî Karer perwerdeya bîrdozî û leşkerî dît û ezmûna xwe ya şer a 6 salan lêpirsîn kir. Hevrêya me Sema ku di dema perwerdeyê de dersên mezin ji pratîka şer a li qada Zapê girt, ji bo taktîka gerîla ya serdema nû fêm bike û bike pratîkê, ked û hewldaneke mezin daye.

Dîsa di felsefeya Rêbertiyê de xwe kûr dike û bi ser dikeve û ji bo bibe milîtanekî baş ê Rêber Apo pêwîstiya jiyankirin û hîskirina Rêbertî derxistiye zanabûnê. Bi konsentrasyona xurt a ku jiyabû, pêşniyara çûyîna herêma Bakurê Kurdistanê ya ku hemû gerîla dixwest bigihêje, kir û weke fermandara YJA Starê derbasî herêma Bakurê Kurdistanê bû. Hevrêya me Sema li dijî bi dehan operasyonên ku dijmin pêk anîn bi hostayî têk bir û her ku derfeta wê hebû bi çalakiyan li dijî dijmin taktîka gerîla ya serdema nû bi serketî bi cih anî. Em soz didin ku em ê xeyalên hevrêya me Sema pêk bînin, ku bi helwesta xwe ya jiyanê, bi hezkirin û rêzdariya xwe hemû hevrêyên xwe bandor kiriye.

 

RÊBER RONÎ

Hevrêyê me Rêber li Bedlîsê di malbateke welatparêz de ji dayik bû û mezin bû. Hevrêyê me yê ku bi nirxên Kurdistanî mezin bû, ji biçûkatiya xwe ve şahidiya zilm û zordariya dewleta mêtînger a li ser gelê me kir û bi hêrseke mezin, mezin bû. Hevrêyê me yê ku her tim li rê û rêbazên têkoşîna aktîf digere, bi tevlîbûna xebatên ciwanan dest bi têkoşîna li dijî dagirkeran kir. Hevrêyê me yê ku di xebatên ku meşandin de derfeta naskirina felsefeya Rêbertî û PKK’ê ji nêz ve bi dest xist, di jiyana xwe ya şoreşgerî de fikrên Rêbertî qebûl kir û esas girt. Hevrêyê me yê ku asta biryardariya xwe zêde kir, di sala 2015’an de dema ku êrîşên dagirkeriyê dest pê kir, tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me yê ku rastiya şerê ku yekane parêzvanê hebûna gelê Kurd gerîla dimeşîne, dît ku wê çarenûsa gelê me diyar bike û li ser vê bingehê beşdarî nava refên bû, kedeke bêsînor da. Hevrêyê me yê ku li Botanê tevlî nava refên gerîla bû û heta roja ku gihişt şehadetê li axên pîroz ên Botanê weke gerîla xebitî, di pratîkê de xwedî kesayeteke neşikestî bû. Her tim li pêş û bi kesayeta xwe ya xebatkar, mezin û biçûk nêzî hemû karên şoreşgerî bû û bi pratîka xwe bû milîtanekî mînak. Li ser esasê dilsoziya bi şehîdan re bi coşeke mezin beşdarî jiyanê bû, di qada leşkerî de xwe bi lez û bez pêş xist û di demeke kin de bû fermandarek ku hevrêyên xwe bi rê ve bibe. Hevrêyê me yê ku li qadên herî dijwar çalakiyên gerîla pêk anî, beşdarî gelek çalakiyan bû û li ser xeta serketinê li dijî dagirkeran şer kir. Hevrêyê me Rêber ku bi salan e li Botanê li ber xwe dide û kedeke mezin dide, xeta têkoşînê ya rast nîşanî ciwanên Kurd ên bi rûmet daye. Fêm kir ku siberoja azad a gelê me ancax bi têkoşîna gerîla ya bênavber û serketî pêkan e û di vê çarçoveyê de têkoşînek bênavber meşand. Mîrateya şoreşgerî ya ku hevrêyê me Rêber afirandiye wê her tim me ronî bike.

Em soza xwe dubare dikin ku em ê tola şehadeta hevrêyên xwe yên li eyaleta Wanê hilînin, têkoşîna wan bi ser bixin û bîranînên wan li Kurdistana azad zindî bihêlin.”