Eren: Ji bo ku hevdîtin li Îmraliyê çêbibe divê berpirsyartî bê girtin

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren bal kişand li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo ku hevdîtin pêk bê, banga girtina berpirsyartiyê kir.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya sedsalê ji ber ku nehiştine bi muvekîlê xwe yê ku li Girava Îmraliyê tê girtin re hevdîtinê pêk bîne, serlêdanê Baroya Amedê kiribû. Li ser vê yekê baroyê ji Wezareta Edaletê ya Tirk daxwaz kir ku hevdîtin pêk bê. Lê hîna bersiv ji daxwaza baroyê re nehatiye dayîn.

Serokê Baroya Amedê Natîh Eren polîtîkaya ku li Îmraliyê pêk tê û pisgirêkên hiqûqû, siyasî û civakî yên ku ev polîtîka dibin sedem nirxand.

Eren bi bîr xist ku ev bi salane parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne rêkirine giravê û destnîşan kir ku ev kiryarek derhiqûqî ye.

Eren diyar kir ku nehiştine parêzer bi muvekîlê xwe yê li giravê re hevdîtinê pêk bînin û ragihand ku ew jî wek baroyê ji bo ku ev kiryara derhiqûqî bi dawî bibe, serlêndan ji Wezareta Edaletê re kirine.

‘BERSIVA DAXWAZÊN ME NAYÊN DAYÎN’

Eren da zanîn ku têkildarî serlêdanê hîna bersivek ne standine û wiha dom kir: “Me wek baroyê li dijî derhiqûqiya astengkirina mafê hevdîtinê yê parêzer û malbatê, serlêdan kir. Di serlêdana me de me daxwaz kir ku bila malbat û parêzer bi muvekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin. Lê hîna me bersivek ne standiye. Dîsa beriya mehekê kampanyaya çûyîna giravê ku parêzeran dabû destpêkirin, hebû. Me wek baro û parêzerên ku qeydî baroyê ne, piştgirî da vê kampanyayê û me îmze berhev kirin. Di heman demê de bi belgeyên rayedariyê yên ku me standî, me daxwaz kir ku hevdîtin pêk bê. Lê mixabin hîna bersivek ji wê daxwazê re jî nehatiye dayîn.”

‘HEVDÎTINÊN KU LI ÎMRALIYÊ PÊK BÊN GIRÎNG IN’

Eren anî ziman ku pêvajoya giran a siyasî bi hemû giraniya xwe civak bandor kiriye û wiha pêde çû: “Hevdîtinên ku li Îmraliyê pên kirin ji ber ku di heman demê de bandorek a polîtîk heye, wê encamek a ku tengezariya li welat kêm bike, ava bike. Em wek baroyê dixwazin carek destnîşan bikin ku ji bo hem daxwazên hevdîtinê yên hiqûqî yên parêzeran bi encam bibe, hem jî di xala çareseriya pisgirêka Kurd a di qada demokratîk de, hevdîtinên ku pêk bên bi wate û girîng in.”

‘DIVÊ CIVAKA HIQÛQÊ ROL BIGIRE’

Eren ragihand ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah bê şkênandin divê civaka hiqûqê rol bigirin û wiha got: “Êdî serdestiya hiqûqê cidî cidî tê nîqaşkirin. Civak li dijî van binpêkirinên mafan ên STO û rêxistinên hiqûqê deng dernaxînin û ev jî bi awayek zelal zêdehiya zextên desthilatdariyê yên li ser civakê nîşan dide. Hiqûq ji bo desthilatdariyê êdî krîtereke ku wê pala xwe bidiyê yan na. Di bin dûrbûna ji hiqûq, azadî û demokrasiyê de ev rastî heye. Ji bo ku desthilatdariyê mûhafaza bikin, her qadê bi kar tînin. Ev jî hem di civakê de hem jî di rêxistinên pîşe û hiqûqî de tirsê çêdike. Rêxistinên hiqûqê, komele û weqfe hatin girtin. Lê bi tevî van hemûyan hîna saziyên hiqûqê hene ku têkoşîna xwe bi rêve dibin.”

‘DIVÊ BI TEVÎ ZEXT Û GEFAN BERPIRSYARTÎ BÊ GIRTIN’

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê ya hiqûqî bê daxwazkirin û divê di mijarê de bi wêrektî hebe. Dîsa divê bi navê daxwaz kirina hiqûqê, hewldanên pêwîst bên kirin. Di vê wateyê de divê sazî bi tevî hemû cûre zext û gefan, berpirsyartiya ku dikeve li ser milê wan pêk bînin. Ji ber vê yekê jî Baroya Amedê, dîsa gelek rêxistinê hiqûqî û yên civaka sivîl ên li bajêr, qet ji dengê xwe bilindkirinê re di paş de namînin. Em berdêla vê yekê jî didin. Hûn dizanin Serokê vê baroyê hat qetilkirin. Di vê wateyê de jî em di ferqê de ne ku em têkoşîna çi didin. Em ê ji bo parastina vê civak, hiqûq û mafên mirovan têkoşîna xwe bi domînin.”