Biryar bû ku îro saet 17:00’an li qada Parka Şaneder a Hewlêrê li dijî komkujiya ku dewleta Tirk li gundê Perex a Zaxoyê kiribû û di encamê de 9 kes hatibûn qetilkirin û 23 kes jî birîndar bibûn çalakiyeke şermezarkirinê bê lidarxistin.
Di demekê de ku li tevahiya bajar û navçeyên Iraqê li dijî vê komkujiyê hêrs û bertekên gel û aliyan her ku diçe berfirehtir dibe, hat zanîn ku PDK’ê rê nedaye ku li Hewlêrê çalakiyek di heman çarçoveyê de bê lidarxistin.
Ji destpêka vî sûcî heta niha PDK’ê hemû hewldanên xwe xistiye meriyetê ku serê sûcê dewleta Tirk a dagirker binuximîne û rastiyan berevajî bike, lê sûcê Tirkiyê ewqasê mezin bû ku ne bi PDK’ê û ne jî bi Tirkiyê nikare bê veşartin. Di çarçoveya parastin û nixumandina sûcên dewleta Tirk a dagirker de PDK’ê hêzeke zêde biriye ber deriyê Parka Şaneder a Hewlêrê da ku pêşî li xwepêşandana welatiyan a li dijî komkujiya ku dewleta Tirk kirî lidar bixin.