Iraq komîsyona lêkolînê dişîne cihê Komkujiya Zaxoyê

Parlamentoya Iraqê derbarê Komkujiya Zaxo de civînek li dar xist û biryar girt ku komsîyona lêkolînê bişîne cihê komkujiyê.

Parlementoya Iraqê civînek a ne asayî di derbarê komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê kir de, li dar xist. Di civîna parlamentoyê de biryar hat dayîn ku komîsyonek a hevbeş ji bo lêkolînên zêdetir da ku rastî aşkera bibin, ji gundê Perexê re bê şandin. Serokê Giştî yê Fermandariya Leşkerî yê Iraqê, Wezîrê Parastinê, Wezîrê Karên Derve û Alîkarê Operasyonên Hevpar Fermandar Abdulemîr Şemerî tev li rûniştinê bûn. 

Serokê Giştî yê Fermandariya Leşkerî yê Iraqê Abdulemîr Yarela yê di rûniştinê de axivî. Yarela da zanîn ku 4 hezar leşkerên dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê hene û got: “Li Başûrê Kurdistanê 5 baregehên bingehîn ên leşkerî û hewayî yên dewleta Tirk hene. Tevî baregehên leşkerî yên li Zilkan û Mûsilê, zêdeyê 100 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk li Iraqê hene.“

Komîsyona hevbeş a parlamentoya Iraqê, wê ji endamên komîsyona ewlehî, parastin, têkiliyên bi der ve re û ji pisporên leşkerî pêk were.

Wê komîsyona hevbeş serdana cihê komkujî lê pêk hat bike û bi pişt re biryara dawîn li ser bûyerê bide.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Iraqê Ehmed El Sehaf ragihand ku biryar hatiye dayîn ku balyozê xwe ji Tirkiyeyê vekişînin. Sehaf ragihand ku ji bo gilîkirina Tirkiyeyê wan nameyek pêşkêşê Konseya Ewlehiyê kiriye û got: “Iraqê, di nameyê de daxwaza civîna bi lez a li ser destdirêjiya dewleta Tirk a li ser Iraqê kiriye.”