Çalakvanên ciwan: Bi yekîtiya gelên Iraqê em dikarin pêşiya dagirkeriyê bigirin

Çalakekî ciwan dibêje: “Helwesta lewaz û daxuyaniya şermokî ya berpirsên Iraq û Başûrê Kurdistanê li hemberî xwîna qurbaniyên êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyê bêrêzî ye.”

20’ê Tîrmehê dewleta Tirk a dagirker li gundê Perex a girêdayî Zaxo bombe li geştyarên Ereb barand ku di encamê de jin û zarok di nav de 9 kes jiyana xwe ji dest dan û 23 geştyar jî birîndar bûn. Vê yekê bû sedema nerazîbûna welatiyên Iraqê û daketin kolanan. Bi rengekî ku ji bilî Herêma Kurdistanê li hemû bajarên Iraqê bi ser navendên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve çûn û hemû navendên Tirkiyê yên li Iraqê hatin girtin.

Her wiha di nava wan 2 rojên bihorî de komên çekdar ên Iraqê bi berdewamî bi dron û fûzeyan êrîşî baregehên dagirkeriyê yên Tirkiyê yên li nav xaka Iraqê dikin. Duh komeke heyker ê Iraqî şîrketa hewayî ya Tirkiyê hek kir û ji ber wê bi qasê çend saetan karên şîrketê hat sekinandin.

Li bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê jî bi zexta çalakvanan navendeke girêdayî dewleta Tirk hate girtin û ala Iraqê li şûna ala Tirkiyê li ser navendê hate hildan.

Çalakvanên bajarê Kerkûkê ji ANF’ê re axivîn û helwesta xwe ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyê tînin ziman. Her wiha daxwazê ji welatiyên herêma Başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî dewleta Tirkiyê helwesteke tund û bi bandor bistînin. Her wiha daxwaz dikin ku hikûmet jî li dijî Tirkiyê helwesteke tund nîşan bide da ku careke din welatiyên Iraqî nebin qurbaniyên êrîşên ne mirovî yên dewleta Tirk a dagirker.

TIRKIYE BI DESTÛRA NATO ÊRÎŞÎ IRAQÊ DIKE

Hunermend, Mûzîkjen û Çalakvanê Bajarê Kerkûkê Helgurd Ebdulkerîm têkildarê êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û armanckirina welatiyên sivîl ên Iraqê wiha nêrînê xwe anî ziman; “Dewleta Tirk ne cara yekemîne ku xelkê bê guneh û sivîl bombebaran dike, belku bi şêwazeke domdar di nava 30 salên bihorî de êrîş, bombebaran û dagirkeriyê dike. Cihên dewleta Tirk a faşîst kiriye armanc cihekî geştyarî ye. Me berê jî dît bê ka navçeya geştyarî ya Kanî Masî ya parêzgeha Silêmaniyê kir armanc û vê carê jî navçeyeke geştyarî li parêzgeha Dihokê kir armanc û di encamê de bi dehan kes bûne qurbanî. Ev êrîşane karesateke mirovî ne ku welatê Tirkiye yê endamê NATO’yê ye pêk tîne. Ev yek nîşan dide ku Tirkiye ji aliyê NATO’yê we destûr jê re hatiye dayîn ku êrîşî Iraqê bike.”

‘LEWAZIYA HELWESTA IRAQÊ DIBE SEDEMÊ BERDEWAMBÛNA ÊRÎŞAN’

Helgurd di berdewamiyê de wek ciwaneke bajarê Kerkûkê bi tundî êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û wiha axaftina xwe domand; “Daxwaza min ji hemû ciwanên Kurd û Ereb li Başûrê Kurdistan û Iraqê heye ku ji bo nîşandana helwesta bihêz a li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dakevin kolanan. Lewaziya helwesta rayedarên Iraq û Başûrê Kurdistanê bûye sedem ku rojek piştî bombebarana geştyaran, dewleta Tirk careke din heman gundê bombebaran bike. Ew jî tê wê wateyê ku Tirkiye hesabê ji bo desthilatdarên Başûrê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê nake. Bêdengiya aliyan û lewaziya helwesta rayedarên Iraqê ji ber berjewendiyên aborî û hizbî yên wan e.”

‘PÊWÎSTE IRAQÊ LI DIJÎ TIRKIYÊ RÊBAZÊN TUND BIDE PÊŞ XWE’

Helgurd têkildarê rêbazên cidî dayîna pêş xwe ya ji bo sînordanîna ji êrîşên dagirkeriyê û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker wiha nêrînên xwe domand; “Ji bo pêşî li dubarebûna komkujiyên bi vî rengî bê girtin, pêwîste dewleta Iraqê rêbazên tund li dijî Tirkiyê bide pêş xwe û li dijî dewleta faşîst a Tirk bi fermî gilî tomar bike û pêwîste her yek ji Neteweyên Yekbûyî û NATO venêrînekê ji komkujiyên ku dewleta Tirk pêk tîne re bikin. Bersivdayîneke tund ji Tirkiyê re ya ji aliyê Iraqê ve yekane rêye ji bo pêşî li dubarebûna armanckirina welatiyên Iraqê ji aliyê dewleta Tirk bigire ye.”

‘HELWESTA LEWAZ Û DAXUYANIYÊN ŞERMOKÎ BÊ RÊZIYE LI BERAMBERÎ XWÎNA QURBANIYAN’

Di dawiyê de hunermend û çalakvanê ciwan Helgurd Ebdulkerîm bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî; “Berê dema welatiyeke Kurd ê Başûrê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve dihatin şehîdkirin û desthilata Kurdî li Başûrê Kurdistanê ti helwesteke xwe nedibû û heta êrîş jî dinuximand, lê piştî komkujiya dawî ya dewleta Tirk a dagirker ku bi dehan welatî bûne qurbanî, li kolanên Iraqê yên li navçeyên başûr û naverasta Iraqê heta digihîje bajarê Kerkûkê çalakiyên nerazîbûnê yên berfireh ên li dijî Tirkiyê hatin lidarxistin û navendên Tirkiyê girtin û hikûmet neçar kirin ku helwest nîşan bide. Ji ber zexta kolanê desthilatdarên herêma Başûr jî neçar man daxuyaniyeke şermokî yê şermezarkirinê bidin. Şermezarkirina êrîşên Tirkiyê bi helwesteke lewaz û daxuyaniyên şermokî yên berpirsan bê rêziye li beramberî xwîna qurbaniyên êrîşên Tirkiyeya dagirker.”

‘PÊWÎSTE HELWESTEKE TUND LI HEMBERÎ TIRKIYÊ BÊ NÎŞAN DAN’

Çalakvaneke din ê ciwan yê bajarê Kerkûkê yê bi navê Soran Serdar jî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker pêk tîne şermezar kir û daxwaz ji desthilatdarên Iraq û herêma Kurdistanê kir ku helwesteke tund nîşan bidin da ku dawî li wan êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên berdewam dike bînin. Serdar wiha axaftinê xwe domand; “Mixabin bi dehan sal in dewleta Tirk êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê dike û welatiyên navçeyê şehîd dike, lê heta niha ti giliyeke fermî li dijî Tirkiyê nehatiye tomarkirin.”

‘PÊWÎSTE NERAZÎBÛNÊN LI DIJÎ TIRKIYÊ BÊN BERFIREHKIRIN’

Soran Serdar behsa helwesta ciwanên navçeyên naverast û başûrê Iraqê û yên Kerkûkê yên li diî êrîşên dewleta Tirk a dagirker kir û wiha pêde çû; “Li tevahî bajar û bajarokên Iraqê çalakiyên nerazîbûnê yên li dijî bombebaran û êrîşên dewleta Tirk a dagirker pêk tên, ev yek cihê kêfxweşiyê ye. Hêvîdarin ku ciwan û welatiyên Başûrê Kurdistanê jî weke welatiyên bajarên başûr û naverasta Iraqê û bajarê Kerkûkê helwest nîşan bidin. Cihê kêfxweşiyê ye ku welatî û çalakvanên bajarê Kerkûkê li dijî bombebaranên dewleta Tirk a dagirker nerazîbûnên xwe nîşan dan û navenda nûnertiya hikûmeta Tirkiyê ya li bajêr girtin.”

‘EM BI YEKÎTIYÊ PÊŞIYA DAGIRKERIYÊ DIGIRIN’

Çalakvanê ciwan ê ji bajarê Kerkûkê Soran Serdar di dawiyê de wiha banga xwe anî ziman; “Şehîdkirina welatiyên Iraqê çi Kurd bin yan Ereb bin, ji bo me ti cudahiya xwe nîne û em xwedî li wan derdikevin. Ji bo wê jî hêvîdarim ku xelkê Başûrê Kurdistanê jî piştewaniya çalakiyên bajarên din ên Iraqê yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê bikin. Ji ber ku bi yekîtiya gelên Iraqê em dikarin pêşiya dagirkeriyê bigirin.”