Dinyayê dengê xwe nedikir, dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê qetlîam dikir!

Dewleta Tirk a dagirker li Kurdistanê bê navber komkujiyan dike. Li Başûrê Kurdistanê ji sala 2015’an heta niha bi kêmanî 129 kes qetil kirine. Herî dawî li Perexê li geştyarên Ereb dan, 9 kes qetil kirin û 23 kes jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk ji sala 2015’an û vir ve, di êrîşên hewayî û bejahî yên li Başûrê Kurdistanê de herî kêm 129 welatî qetil kiriye. Herî dawî jî li Perexê li bombe li welatiyên Ereb ên li geştê bûn barand jin û zarok di nav de 9 kes qetil kirin û 23 kes jî birîndar bûn.

Desthilatdariya AKP’ê ji 24’ê Tîrmeha 2015’an û vir ve konsepta şer xistiye meriyetê. Ji Tîrmeha 2015’an û vir ve heta niha balafirên şer ên Tirk bi sedan car li dijî deverên bi ser Herêma Kurdistanê ve êrîşên hewayî pêk anî. Êrîşên balafirên şer di rojên dawî de zêdetir bûn. Di encama êrîşên balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên başûrê Kurdistanê, Şengal û Mexmûrê pêk tên de zarok û jin jî di nav de herî kêm 129 welatî hatin kuştin û bi sedan welatî jî birîndar bûn.

Di êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Bamernê de ku bi balafira bêmirov (SÎHA) pêk hat de, 2 jê zarok 3 kes hatin kuştin. Herî dawî 20’ê Tîrmeha 2022’an artêşa Tirk a dagirker bombe li Seyrangeha Perexê ya Zaxo barand jin û zarok jî di nav de 9 kes hatin qetilkirin 23 welatiyên Ereb birîndar bûn.

2015 – ZERGELÊ: 8 KES HATIN QETILKIRIN

Di sala 2015’an de li gundê Zergelê yê Qendîlê balafirên şer êrîşên hewayî pêk anîn. Di 1’ê Tebaxa 2015’an de di êrişa hewayî ya li ser gundê Zergelê de 2 jê jin ku yek jê ducanî bû 8 sivîl hatin kuştin. Di êrîşê de 27 sivîl jî bi giranî birîndar bûbûn. Di êrîşê de Necîp Rojhilat, Salih Mihemed Emîn, Karox Mihemed Emîn, Heybet Mihemed Emîn, Nedîm Pîro, Êyşê Xidir, Abdulkadir û Mihemed Emîn hatin qetilkirin.

2017-2018: HERÎ KÊM 3O KES HATIN QETILKIRIN

Di êrîşên Tirkiyeyê yên di navbera 2017-2018’an de li dijî herêmê pêk hatin herî kêm 30 sivîl hatin qetilkirin û bi dehan jî birîndar bûn.

DI SALA 2019’AN DE

Di êrîşênTirkiyeyê yên di sala 2019’an de li dijî jîngehan pêk aniye û bûne sedema komkujiyan wiha ne:

23 Çile 2019: Di êrişa hewayî ya li dijî Bajaroka Dêralok a Amediyê de 4 welatiyên sivîl hatin qetilkirin. Tevî astengiya hêzên asayîşê yên li dijî qetlîamên Tirkiyeyê jî di 25’ê Çileya 2019’an de gel li Dêralokê li hev kom bû û çalakî lidar xistin. Gelê Behdînan ber bi Qereqola Sîre ya Şêladizê ve meşiya. Piştre jî ket baregeha leşkerî, wesayîtên leşkerî şewitand û baregeh hilweşand.

Di êrişa leşkerên Tirk a li vir de 2 sivîlan hatin qetilkirin û 6 sivîl jî birîndar bûn. Di nava kesên hatin qetilkirin de zarokek jî hebû.

25 Hezîran 2019: Balafirên şer ên Tirkiyeyê li dijî wesayîtek ku li herêma Goşîn a bi ser Sorana Hewlêrê ve bi rê ve diçû êrişa hewayî pêk anî û ji 2 birayên di wesayîtê de yek hat qetilkirin û yek jî bi giranî birîndar bû.

28 Hezîran 2019: Balafirên şer ên Tirkiyeyê li gundê Berd Kuran ê Çiyayê Kortekê yê Herêma Kurdistanê du wesayîtên sivîl bombe kirin. Ferdên malbata Abdula, Abdula Elî Mîne (53) û zarokên wî Kurdistan Abdula (30) û Heryad Abdula (19) hatin qetilkirin. Dayika wan Rebî Mihemed û Mihemed Abdula, Taybet Mihemed Abdula, Benaz Abdula û kesek ku navê wî nehat zanîn birîndar bûn.

DI SALA 2020’AN DE

18 Hezîran 2020: Tirkiyeyê êrişa hewayî bir ser herêma Sidêkan û di encama êrişê de Ebas Mexdît hat qetilkirin.

19 Hezîran 2020: Balafirên şer ên Tirkiyeyê çoltera bajaroka Şeladizê ya bi ser navçeya Amediya Duhokê ve bombebaran kirin û 5 sivîl hatin qetilkirin.

24 Hezîran 2020: Balafirên şer ên Tirkiyeyê qada seyrangehê ya navçeya Şarbajêr a bi ser bajarê Silêmaniyê ve bombebaran kirin û 2 sivîl hatin qetilkirin.

27 Tîrmeh 2020: Balafirên şer ên Tirkiyeyê çoltera Amediyê bombebaran kirin û di encamê de Dilovan Şahîn, Omer Keşanî û Ebdullah Ehmed hatin qetilkirin.

SAL: 2021

Li gorî rapora Buroya CPT ya Kurdistana Iraqê di bombebaran û êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê de ku di sala 2021’an de pêk hatine, kesên hatine qetilkirin wiha ne:

25 Gulan 2021: Bawer Ahmed ê 20 salî di encama êrîşa bi topan a Tirkiyeyê de li gundê xwe Deşîşê birîndar bû. Hin welatî jî ji ber parçeyên şarapnelê birîndar bûn.

26 Gulan 2021: Alî Muhsîn ê 16 û Hasan Muhsîn ê 20 salî ku birayê hev in dema pezê xwe diçêrandin di êrîşa bombebaranî ya Tirkiyeyê de li gundê xwe Biherê birîndar bûn.

1 Hezîran 2021: Ramazan Alî yê 70 salî kêliya ku li Hirûrê zeviyê xwe av dida, di encama topbarana leşkerên Tirkiyeyê de birîndar bû.

8 Tîrmeh 2021: Welatiyek ji gundê Hirûrê di êrişa leşkerên Tirkiyeyê ku ji baregeha leşkerî kirin de birîndar bû.

13 Tebax 2021: Ibrahem Hassan Mohamad (51), yê ku li gundê Deşîşê ya bi ser Kanîmasiyê ve zeviyê xwe av dida ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve hat birîndarkirin.

20 Tebax 2021: Ahmed Şakir (40) û Yousif Amir (26) li nehiya Batifa ya bi ser Zaxoyê ve di encama topbarana leşkerên Tirk de hatin qetilkirin.

DI SALA 2022’AN DE

Di nava heft mehan de li Başûrê Kurdistanê di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de 28 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzî 50 kes jî birîndar bûne.

Li gor daneyan, di nava heft mehan de di encama êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê de 28 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha di encama êrişan de nêzî 50 kes jî birîndar bûne.

Herî dawî 20’ê Tîrmeha 2022’an Dewleta Tirk a dagirker turîstên Ereb ên ku li gundê Perex ê girêdayî navçeya Dêrkarê yê Zaxoyê, bombebaran kir. Di vê bomberdûmanê de zarok jî di nav de 9 kes hatin qetilkirin û 23 kes jî birîndar bûn.

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ 138 KES HATINE ŞEHÎDKIRIN

Li gorî Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT); “Ji Tebaxa 2015’an heta niha 129 welatiyên sivîl di êrîşên Tirkiye yên li ser xaka Herêma Kurdistana Iraqê de şehîd bûne, nêzîkî 180’ê kes jî birîndar bûne. Lînka Rapora CPT’ê ev e; https://cptik.org/reports-1/civilian-casualties-claw-lock-jun2022

Bi êrîşa dawî ya li Perexê re hejmara welatiyên li Başûr hatin qetilkirin gihişte 138 kesan û nêzî 200 kes jî birîndar bûne.

ŞENGAL

Piştî hemû hewlan û peymanên li ser Şengalê bi berxwedana xelkê Şengalê hatin pûçkirin, vê carê jî bi êrîşên esmanî û sîxûriyê dixwazin civak Êzidî û gelê Şengalê têk bibin. Cara ewil di 24’ê Nîsana 2017’an balafirên şer çiyayê Şengal bombe kir. Piştre navber navber Şengal bû hedefa êrîşên esmanî yên dewleta Tirk.

15’ê Tebaxa 2018’an Mam Zekî Şengalî, 16’ê Tebaxa 2021’an Seîd Hesen û biraziyê wî Îsa Xwedêda, 20’ê Çileya 2020’ê fermandar Zerdeşt Şengalî, Pîr Hemid, Êzdin Şengalî û Cilo Şengalî, 17’ê Tebaxa 2021’ê di êrîşa li ser nexweşxaneya Sikêniyê de Hemîd Sadun (Qîran Sîba), şervanê YBŞ’ê, Xidir Şeref (Pîr Xidir), şervanê YBŞ’ê Ramî El Salim (Ronî), şervanê YBŞ’ê yê Ereb ji Baacê, Meytem Xidir Xelef (Serhed Zemar), şervanê YBŞ’ê yê Ereb, Elî Reşo Xidir, xebatkarê tenduristiyê Sedo Îlyas Reşo, Hecî Xidi, Muhlise Sîdar û herî dawî 7’ê Mijdara 2021’an Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel hatin şehîdkirin.

Di 11’ê Kanûna 2021’ê de jî dewleta Tirk a dagirker bi balefirên şer êrîşî Meclîsa Gel a Xanesorê kir. Di êrişê de avahiya Meclîsê bi piranî hilweşiya.

Herî dawî jî 15’ê Hezîrana 2022’an di êrişa dronên bi çek ên Tirkiye ya li ser Meclîsa Gel a Sinûnê de zarokek û bapîrê xwe yên bi navê Xidir Şivan Naso û neviyê wî Salih Xidir Naso şehîd bûn. 

MEXMÛR

Êrîşên dewleta Tirk yên li ser wargehê çêbûyîn:

Di 6’ê Kanûna 2017’an de balafirên şer ên artêşa Tirk Wargeha Mexmûrê bombebaran kir û di êrîşê de 5 endamên Hêzên Parastina Cewherî yên bi navê Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Mardîn û Baz Dijwar şehîd bibûn.

Di 13’ê Kanûna 2018’an de balafirên şer ên Tirk penaberên Mexmûrê bombebaran kir û kesên bi navê Asya Elî Mihemed a 73 salî, keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê ya 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bibûn.

Di pêvajoya ambargo û rêgiriyê de êrîşên li ser wargehê çêbûyîn:

Roja 18’ê Tîrmeha 2019’an carek din balefirên Tirk wargehê bombebaran kir û di encamê de 2 şêniyên wargehê birîndar bûn.

Roja 15’ê Nîsana 2020’an jî balefira bê mirov û bi çek a dewleta Tirk şêniyên wargehê bombebaran kir û di encamê de 3 jinên ciwan ên wargehê şehîd bûn.

Di 15’ê Hezîrana 2020’an de jî balafirên artêşa Tirk derdora wargeha Mexmûrê û Çiyayê Qereçox bi dijwarî bombebaran kir. Lê ti ziyanek canî çênebû.

Di 5’ê Gulana 2021’an de dewleta Tirk bi dronan êrîşî wargeha Mexmûrê kir.

Di 5’ê Hezîrana 2021’an de balefira keşfê ya bi çek a dewleta Tirk bombe li wargehê barand, lê ti ziyanên canî bi xwe re neanî. Cihê ku êrîş lê pêkhatî ber derê parka Şehîd Aryen bû. Yanî nîva wargehê û derdora parqê dibistanên wargehê hene.

Di 3’ê Îlona 2021’an de dewleta Tirk a dagirker bi dronan navenda wargeha Mexmûrê bombebaran kir, dayikek û zarokek birîndar bûn.

Di 1’ê Sibata 2022’an de carek din balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker Wargeha Mexmûrê bombebaran kir. Di bombebaranê de Hêzên Parastina Cewherî yên Mexmûrê hatin hedefkirin. Di encama êrîşê de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî şehîd bûn, bi dehan şêniyên ku bi hewara xizmên xwe diçûn jî birîndar bûn.

Di 21’ê Gulana 2022’an de balefira bi çek û bê mirov a dewleta Tirk a dagirker wesayîtek li wargeha Mexmûrê bombebaran kir. Di encamê de şivanê bi navê Hacî Mîrza Elî yê ku diçû bexçeyê xwe şehîd bû.

Di 5’ê Tîrmeha 2022’an de dronên Tirkiye bombe li malekê barand. Ziyanên canî pêk nehatin lê ziyan ber malê ket.