Xizmên windayan ji bo Mûsa Kolûman civiyan

Komeleya Mafên Mirovan û xizmên windayan ji bo Mûsa Kolûman kom bûn. Kolûma di sala 1997’an de hatibû destgîrkirin û piştre hatibû windakirin.

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, di hefteya 702’emîn de çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşûyolû ya navçeya Rezan Amedê li dar xistin. Nûnerên saziyên bajêr piştgirî dan çalakiyê. Çalakvanan wêneyên windayan hildan.

Çalakvanan vê hefte jî li aqûbeta Mûsa Kolûman pirsîn ê ku di 23'ê Tîrmeha sala 1997'an de li navçeya Bismîlê ji aliyê polîsan bi Torosa Spî hatibû revandin.

Di çalakiyê de ewilî Rêveberê ÎHD'a Amedê Yakup Guven axivî û diyar kir ku 702 hefte ne malbat û ÎHD li qadan li aqûbeta windayan dipirsin û lê berpirsiyar li hember daxwaza malbatan bêdeng mane. Guven bal kişand ser Qetlîama Zaxoyê û got: "Mixabin li ser axa Kurdistanê qetlîam, êriş û rijandina xwînê kêm nabe. Em vê qetlîamê şermezar dikin û dixwazin ku faîlên qetlîamê werin darizandin.” Guven destnîşan kir ku ew li dijî gefên li ser Baroya Amedê piştgiriyê didin Baroyê û got “Baroya Amedê ji bo mafan têdikoşe. Baroya Amedê mîrasa Tahîr Elçî ye û li pey heqîqetê ye." 

Piştre endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz daxuyaniya hefteyê xwend. Akdenîz da zanîn ku Mûsa Kolûman bavê 4 zarokan bûye û hatiye windakirin û got: “Herî dawî kesên ku Kolûmanê dîtîne bi lêv dikin ku polîsan bi zorê ew li Torosa Spî siwar kirine û revandine. Piştî revandinê heta niha tu agahî ji Kolûman nehatiye girtin. Malbat serî li Serdozgeriya Bismilê dide lê bersiva ‘Nehatiye destgîrkirin’ digire. Fermandarê Jendirmeyan yê Bismilê Îzzet Cural ê wê demê ku tevî ku gelek kes ji navçeyê revandiye jî derbarê wî de tu tiştek nehatiye kirin û ceza lê nehatine birîn." 

Piştî daxûyaniyê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi dawî bû.