Rewşa girtiyên Behdînanê ên di greva birçîbûnê de her ku diçe xirab dibe

Rewşa bi dehan girtiyên Behdînanê ku 15 roj in li dijî neheqiyê li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ne, roj bi roj xirab dibe.

Bi dehan girtiyên Behdînanê ji 13’ê Tebaxa 2020’an û vir ve nerazîbûnên xwe li dijî binpêkirinên mafan ên li girtigehan nîşan didin. 

Destpêkê 5 girtiyên Şêladizê 21’ê Tîrmehê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Heman rojê koma duyem jî ji bo piştgiriyê dest bi greva birçîbûnê kirin. Niha nêzî 50 girtiyên Behdînanê di greva birçîbûnê dene.

Li gorî qanûnan diviyabû heta niha 5 girtiyên Behdînanê bên berdan. 5 kesên din jî pêwîst bû herî kêm du mehên din werin berdan.

Girtiyên Şêladizê Yusif Şerîf, Mehmûd Nacî, Kovan Tarîq Cubraîl, Emced Yusif û Nêçîrvan Hacî du sal in ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin û nayên berdan. Li gorî biryara dadgehê diviyabû girtî piştî Cejna Qurbanê bihatina berdan, lê hêj jî nehatine berdan.

Ji ber ku hikumet li hemberî daxwaza girtiyan bêdeng dimînin, roj bi roj rewşa girtiyên Behdînanê ên di greva birçîbûnê de ne giran dibe. 

Şivan Seîd ê ku li girtîgeha Hewlêrê dest bi greva birçîbûnê kiribû, ji ber rewşa wî ya  tendirûstî xirab bû û ew rakirin nexweşxaneyê.